‘Gelê me enceq bi piştevaniyê dikare ji pandemiyê rizgar bibe’

Koordînasyona Herêmê ya Krîza Covîd-19 bal kişand ku AKP-MHP pandemiyê bi berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî digire dest, bang li gel kir ku piştgiriya hev bikin û nekevin rehavetê.

Koordînasyona Herêmê ya Krîza Covît-19 rapora heftane ya bi sernavê "Divê gelê me tedbîrên xwe berdewam bike" parve kir.

Koordînasyonê anî ziman ku şewb ji pirsgirêka tenduristiyê zêdetir bûye pirsgirêka aborî, polîtîk û ekolojîk ya hemû mirovahiyê ye û wiha got: "Her çend li cîhanê rêjeya mirininê hinek kêm bûbe jî di aliyê zanistî de rêbaza dermankirinê ya li dijî vîrûsê ku hatiye testkirin û erêkirin tune ye. Ji ber vê yekê rîsk didome. Ger ku li gel tedbîr nayên girtin û serkeftinek li dijî vîrûsê hebe jî ew jî hewldana xizmetkarên tenduristiyê yên bi fedekariyek mezin kar dikin e.

Divê gelên cîhanê destûr nedin pegala neoliberal û hikûmet bi manîpulasyona berpirsiyariya xwe derfetan pêşkêşî wan dikin û her tiştî wekî serkeftina xwe nîşan didin. Li Tirkiyeyê jî şêwazê têkoşîna li diji şewbê, derketiye dervê armanca xwe. Bûye şêwaza rêveberiyek taybet. Ji ber şewb bi awayekî zelal nayê rêvebirin, kapasiteya testên bajaran nayên zanîn û mudaxaleyî hewldana piştevaniyê tê kirin, û AKP dixwaze bike serkeftina xwe hemû gel vê yekê dizanin.

Her roj nêzî 100 mirov li Tirkiye ji ber şewbê dimirin. Li gel vê yekê dixwazin mirinên rojane û hêjmara nexweşan bikin wekî tiştekî asayî. Ev nêzîkatiyek pir talûke ye. Hetaniha ji ber şewbê nêzî 3500 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Ev bi xwe komkujî ye. Jiyana mirovekî ji bo me pir bi qîmet e û di hemû mirinan de berpirsiyariya AKP'ê heye. Em diwazin van agahiyan bi cemaweriyê re parve bikin:

1. Hêjmara testan kêm e. Dane nayên parvekirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên herêmê tev li lijneya pandemiyê nayên kirin. Ji ber vê yekê der barê rewşa herêmê de em baş nabin xwedî agahî. Ji bo pêvajo bi tenduristiyî bi rêve biçe, divê odeyên bijîşkan ên herêmê û sendîkayên tenduristiyê yên herêmê tev li pêvajoyê bikin.

* Di destpêkê de ekîpmanên ji bo parastina xizmetkarên tenduristiyê kêm bûn. Niha jî bê qalîte ne. Ev jî dibe sedem ku xizmetkarên tenduristiyê derdorê û malbatê dixin bin rîskên mezin.

* Şewb êdî derbasî girtîgehan bûye. Divê di demek herî kin de hemû girtî, bi taybetî jin, zarok û yên temenê wan 65 salî serbest bên berdan. Bi lez divê ji aliyê heyetek serbixwe ve hemû girtî di testan re bên derbas kirin. Encama wê bi raya giştî re bê parvekirin.

* Ji ber şewba Covid-19 divê bi lez pêdiviyên tenduristiyê bên temamkirin û pêdiviyên nexweşên kronik bên temînkirin.

* Li gorî agahiyên ji mere tên şopandina filyasyon, karantina û îzolasyonê li herêmê baş nayê kirin. Divê şopandin bi awayekî rêk û pêk û bi tenduristî bê kirin.

* Ji ber hêjmara testan kêm e, hemû kesên bi şika şewbê nehatine testkirin. Kesên tespîta wan nehatiye kirin di nava civakê de çavkaniya enfeksiyonên nû ye. Ev jî dibe sedem ku şewb neyê kontrolkirin.

* Tedbîrên li dijî şewbê ji ber sedemên siyasî û aborî pir dereng hatiye girtin.

* Beriya cejnê dê di nava civakê de tevgerek zêde pêş bikeve. Hikûmet jî daxuyanî dide ku dê beriya cejnê şewbê kontrol bike. Ev daxuyaniyên hikûmetê rîskê zêdetir dikin. Tu rastiyên vê gotinên hikûmetê tune ye. Ev gotin tenduristiya gel dixe talûkeyek mezin. Divê vê betlaneyê bikin qarantinayê û herî kêm 9 rojan qerantina berdewam bike.

* Bi salan e pirsgirêkên xizaniyê nehatiye çarekerkirin. Gelê me li dijî xizaniyê tedikoşe. Gel ji bo debara xwe bike jiyana xwe dixe rîskê. Tişta me bide jiyandin ruhê piştevanî û hevkariya civakî ye. Ji ber vê yekê divê yên derfetên wan hebe alîkariyê bidin kesên derfetên wan tune ye. Divê gelê me moralê xwe bilind bikin û heviya xwe mezin bike. Divê gelê me tedbîrên xwe kêm nekin û di nava jiyana rojane de her tem bi tedbîr tevbigerin."