Gelê Binarê Qendîlê nerazî ye

Gelê Binarê Qendîlê ji Hikumeta Federal a Başûrê Kurdistanê nerazî ye, ku li dijî komkujiya artêşa Tirk qîma xwe tenê bi daxuyaniyeke şermezarkirinê anî. Gel dibêje, çi dibe bila bibe wê cih û warên xwe neterikîne.

Şêniyên Binarê Qendîlê, têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk bi balafirên şer li Başûrê Kurdistanê li gundiyan kir, ji ANF'ê re axivîn.

Şêniyên Binarê Qendîlê komkujî şermezar kirin û destnîşan kirin, ku mafê dewleta Tirk nîne ku bombeyan li ser gelê hêjar û feqîr bibarîne.

GELO HIKUMETA HERÊMÊ VAN NABÎNE?

Yek ji şêniyên Binarê Qendîlê Ehmed Elhawî nerazîbûn nîşan da û got, "Em nerazî ne ji ber bomberdûmana dewleta dagirker a Tirk. Balafirên şer li vir jî dan. Her tim bombeyan li xelkê feqîr dibarînin. Başûrê Kurdistanê hemû kavil kiriye. Ti PKK li gel me nîne, hemû xelk e, ku li vir dijî. Tên li xelkê sivîl didin. Temaşe bikin ka çi li van deveran kirine. Li Başûr, ji ber ewqas topbaran, bomberdûman çêdibe xweşî nemaye. Gelê mafê Tirkiye heye ku li başûr berdûmanê bike? Çi ji me dixwazin. Em li başûr in, ew jî li Tirkiyeyê ne. Ji wir tên vir zarokan, jinan dikujin. Her tişt wêran kirine. Ma hikumeta herêm van nabîne? Dewleta Tirk nahêle em debara xwe bikin. Ev xelk hemû ji ber bomberdûmana dewleta Tirk koçber bûye. Her xelkê Kurd li vir e û ew jî hertim xelkê Kurd dikuje. Zarokên me ji tirsa bombedûmanê nikarin xew bikin."

Kalê bi navê Hemed Abdullah jî got, "Îro gireke, sibe li mala me ye."

Welatiyê Binarê Qendîl Omer Hemed Emîn jî ragihand, ku bomberdûmanê di emrê zarokatiya wî de dest pê kiriye, niha zarok û neviyên wî hene û hê jî bomberdûmand ewam dike. Emîn wiha pê de çû:

'EW ÇI BIKE JÎ EM Ê LI KURDSTANA XWE BIJÎN'

"Em gelekî nerazî ne ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û hikumeta ji ber ku heya roja îro li ser bombekirina Qendîlê neaxiviye. Em bi deh hezaran caran koçber bûn, derbeder bûn, xelkê me şehîd bû, zarokên me şehîd bûn. Zirar gihîşte malên me, jiyana me. Em Tirkiyeyê bi hemû awayî şermezar dikin. Bi rastî jî Binarê Qendîl ji hemû şoreşan re malovanî kiriye. Heta niha kes li ser Binarê Qendîl neaxiviye. Ne KDP, ne YNK û ne jî partiyek din. Herêma Şeladizê mintiqeyeke welatparêze, hêjar û feqîr e. Bi feqirî jiyana xwe di gundan de derbas dikin. Dewleta Tirk ji rejîma BAAS xirabtire. Bi bomberdûmanê gelek mirovên hêjar û feqîr kuştiye. Qet mafê xwe nîne ku komkujiyan li me bike. Ew çi jî bike em ê li Kurdistana xwe bijîn."

'BILA HIKUMETA HERÊMÊ ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BISEKINÎNE'

Keça Ciwan a bi navê Zuleyxa Mihemed jî ji hikumeta herêmê xwest ku destpêkê pêşî li balafirên şer ên Tirk bigire û dûre qala serxwebûnê bike.

Mihemed got, "Em êrîşên dewleta Tirk ê li ser Binarê Qendîl û her wiha li heremên din şermezar dikin. Balafirên artêşa Tirk a dagirker li Şêladizê deh kes kuşt. Li beramberî kiryarên Tirkiye, hikumeta herêm hîç helwestek nadeyne. Niha behsa bi referandûmê re azadiye dike, lê belê rê dide ku balafir li van deran bixin. Diyare ku di navbera hikumeta herêmê û dewleta Tirk de hevpeymaneke kûr heye. Eger ne wisa be çima rê li ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk vedike. Em ji hikumeta herêm dixwazin ku ew êrîşên dewleta Tirk bide sekinandin."