Gelê Binarê Qendîlê: Bi ruhê Kobanê em Kurdistanê biparêzin

Şênî û Hevserokê Şarederiya Bînarê Qendîlê derbarê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nerînên xwe bi ajansê me re par ve kirin.

Derbarê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Hevserokê Şarederiya Bînarê Qendîlê Mamoste Mihemed Hesen diyar kir ku, di 1’ê Mijdarê de îradeya ku fikir û felsefeya Serok Apo, ji xwe re esas digirt bi ser ket û wiha pêde çû; “Di 1’ê Mijdarê de ew hestên berxwedêr yên ku ji bo xwe û hemû cîhanê aşitî û wekhevî esas digir, bi ser ket. Wek tê zanîn di sala 2014’an de, bi piştgiriya hêzên navdewletî û hêzên heremê yên wek dewleta Îran, Tirkiye û rejîma Baasê bi destên hovên wek DAIŞ’ê ve xwestin qetlîameke din a Kurd pêk bînin. Li ser vî esasî di sala 2014’an de gelek bajarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate dagirkirin. Ji van bajaran yek jî bajarê Kobanê bû. Ji her çar aliyan ve êrîşeke mezin birin ser bajarê Kobanê. Mixabin dijminên gelê Kurd bi pêşengtiya dewleta Tirk û komên radîkal ên Îslamî êrîş kirin. Lê bi berxwedaniya gelê Kurd ya her çar parçeyan, bi berxwedaniya şervanên wan û gerîlayên qehreman, bi piştgiriya ew kesên azadîxwaz û dilxwazên demokrasiyê yên hemû deverê Kurdistan û cîhanê, rexmê hemû alîkariyên Erdogan ji bo DAIŞ’ê, ev êrîş encam negirt. Ji ber vê jî roja 1’ê Mijdarê ne tenê roja Kobanê ye. Roja serketina gelê bindest û mirovên azad in yên ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanek baştir şer dikirin. Roja gelê berxwedêr e. Mirov dikare bibêje ku serkeftina ku di 1’ê Mijdarê de, di sedsala 21’emîn de derket holê, serkeftina sosyalîzmê ya li hemberî faşîzmê bû.”

Mamoste Mihemed Hesen bal kişand ser rihê berxwedêr yê Kobanê û ev tişt anî ziman;

“Bi serkeftina Kobanê re DAIŞ roj bi roj têk çû û ev serkeftina Kobanê bû bingeha serkeftina bajarên din yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Herî dawiyê jî Reqa ya ku DAIŞ’ê ji xwe re wek paytext diyar kiribû, ji çeteyan hate rizgarkirin. Ev serkeftin û rizgarkirina Reqayê bi pêşengtiya hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk û şervanên YPG-YPJ’ê pêk hat. Ev serkeftin xewnê DAIŞ’ê vala derxist. Li Başûrê Kurdistanê jî li hemberê DAIŞ’ê bi pêşengtiya pêşmerge û gerîla jî bi têkoşîneke mezin ve hemû cihê DAIŞ’ê xistibû destê xwe, hate rizgarkirin. Ev bi rihê berxwedaniya Kobanê ve hate rizgarkirin. Ji bo rizgarkirina xaka xwe bi hezaran şehîd hate dayîn. Lê mixabin ev hemû destkeftiyên ku bi xwîna hezaran zarokên vî welatê ve li Başûrê Kurdistanê çêbibû, di nava çend deqîqeyan de dest jê hate berdan. Sedemê vê jî ew bû ku di navbera rayedarên hêzên Başûrê Kurdistanê yekîtî tunebû. Ji ber ku wan rihê berxwedaniya Kobanê fêm nekiribûn. Ji ber wê jî, wisa hêsan ew destkeftî berdan.”

Mamoste Hesen bal kişand metirsiyên li ser destkeftiyê Başûr û Rojavayê Kurdistanê û ji bo çareseriyê ev hişyarî kir;

“Dewleta faşîst a Tirk çawa berê bi DAIŞ’ê ve dixwest pêşiya destkeftiyên gelê Kurd bigire, îro jî bi hinek komên çeteyên din ve dixwaze destkeftiyên Kurdan yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rabike. Bi dagirkirina Idlibê ve dixwazin êrîşî Efrînê bikin. Dixwazin ev destkeftiya li destê Kurdan bigirin. Lê ev êrîş bi berxwedaniya rihê Kobanê ve, wê were şikandin. Gelê Başûrê Kurdistanê jî ew rihê berxwedaniya Kobanê di dilê xwe de dihewandin. Sedema dagirkirina Kerkûk û hemû navçeyên başûr jî pêknehatina yekîtiyê ye. Pêwîst e gelê Kurd pirsgirikên xwe yên Kerkûk û yên herêma madeya 140 bi sîstema ‘Xwerêveberiya Demokratîk’ ve çareser bikin. Ji ber ku pêkhateyên vê heremê ji gel û baweriyê cuda pêk tê. Ji bo her pêkhate xwe rehet îfade bike, li gorî çanda xwe bijî, sîstema Xwerêveberiya Demokratîk pêwîst e. Hêzên desthilatdar xwestin bi sîstema netewedewlet ve vê heremê bi rê ve bibin. Lê ev herêm bi salan di nav şer û pevçûnê de ye. Sîstema netewedewletê pirsgirikên vê herêmê çareser nekir, sîstema neteweya demokratîk dikare dawî li vî şer û pevçûnê bîne.”

Yêk jî şêniya Bînarê Qendîl Hîwa Şêx, 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ya gelê Kurd pîroz kir û got “Ew roj çawa zexteke pir zêde li ser Kobanê hebû, îro jî heman zext li ser Başûrê Kurdistanê heye. Ji ber vê yekê banga min ji gelê Kurd û gelê azadî xwaz ê cîhanê re ev e ku, çawa piştgirî dan gelê Kobanê, îro bidin gelê Başûr jî.”

Ciwanê bi navê Zana Selîm jî got ku “Di 1’ê Mijdarê de Kobanê bû sembola berxwedan, aşîtî, yekîtî,girêdan û hezkirina welatê xwe. Başûrê Kurdistanê jî îro di bin xeterî û dagirkeriyê de ye. Gelê Kurd wek berê îro jî bi êrîşên cuda re rû bi rû ma. Lê vîna gelê Kurd ji êrîşên wan gelekî mezintir e. Banga min ji bo hemû gelê Kurd re ev ku, ji bo gelê xwe bi rihekî fedakarî tevbigerin. Çawa ku hemû Kurd di Kobanê de li ber xwe dan û şer kirin, çawa hemû Kurd di Kobanê de bûn yek, divê îro jî li her derê Kurdistanê, heman rihî nîşan bidin û Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku Kurdistan dayîka me ye.”