Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dadikeve qadan

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, wê sibe li gelek bajaran bi rengekî girseyî werin şermezarkirin.

Li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê wê 26'ê Gulanê (sibe) xwepêşandanên protestoyî bên lidarxistin.

Cih û dema xwepêşandanan:

Silêmanî: Saet 16:00, meşa ji Parka Nalî heta Baxê Giştî

Hewlêr: Saet 21:00, Parka Şanedar

Germiyan: Saet 21:00, meşa ji Parka Leyla Qasim ber bi sûkê

Kerkûk: Saet 10:00, li Navenda Tevgera Azadî ya Kerkûkê wê daxuyanî bê dayin

Koyê: Saet 21:00, li Çarêyana Sewzê wê daxuyanî bê dayin

Ranya: Saet 16:00, ji Baxê Giştî ber bi Mizgefta Seyîd Qadir wê meş bê kirin

Çemçemal: Saet 16:00 wê li ber Zanîngeha Çermo daxuyaniyek bê dayin.