Gelê Başûrê Kurdistanê: Em dagirkeran ji axa xwe derxînin!

Gelê Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku ew naxwazin dewleta Tirk a dagirker li ser axa wan bin û got, “Werin em dagirkeran ji axa xwe derxînin.”

A.O yê li Başûrê Kurdistanê dijî diyar kir ku ew naxwazin dewleta Tirk axa wan dagir bike û got, “Gelê Kurd heta niha zilm li tu gelan nekir. Dewleta Tirk ji me çi dixwaze! Bila ji axa me derkeve. Kurdan her dem ji bo aştiyê şer kirin û aştî xwestin. Heta niha ji 125’an zêdetir pêxember hatine ser vê axê, ev pêxember biçin ba Xwedê li ber wî bigerin jî, Tirk nabin birayên Kurdan. Her kes bi dîroka Tirkan dizane. Her kes dizane ku çawa nêzî gelê Kurd dibin, her kes dibe şahid. Kurd bi sedan sal in li ser vê axê ne, carekê jî zilm li gelên din nekirine. Kurdan zilm li Tirk, Ereb û Farisan nekirine. Lê her roj Kurd tên kuştin û sirgunkirin. Çima Kurd yên sirgunkirin?

EM LI GUNDÊ XWE DAGIRKERAN NAXWAZIN

Niha li gundên me Pîrbûla, Nizor, Ewlehe û Kesanê dagirkerên Tirk hene. Tu xêra wan li me û axa me tune. Çima her roj van deran dibin ber topan. Ji dêvila ku ev qasî êrîş û mesrefan dikin, ji bo gelê Kurd tiştekî baş bikirina wê baştir bûya. We qet dîtiye ku gelê Kurd çûye axa gelên din dagir kiriye? Lê bi salan e kuştin û qetilkirina Kurdan bûye tiştekî meşrû. Li Rojava û Serêkaniyê gelek zarok bi çekên kîmyewî hatin kuştin.Tu ferqa Kurdan ji hev tune, hemû jî Kurd in. Kurd li her derê belav bûne lê sirgun û qetlîam ne qedera me ye.

NE BI TENÊ PKK HEMÛ GELÊ KURD BÛNE HEDEF

Heke em hemû hev bikujin, wê Tirkiye tiştekî nebêje, wê Bexda tiştekî nebêje. Bila kes nebêje ku Tirkiye ji bo PKK’ê tê Başûr. Bila tu kes xwe nexapîne. Ma Seyîd Riza PKK’yî bû? Me Şêx Seîd PKK’yî bû? Kesên her roj li Zaxo û Duhokê hatin girtin, PKK’yî bûn? Bila tu kes xwe nexapîne, her kes hay ji vî tiştî heye. Em mil bidin hev û dagirkeran ji axa xwe derxînin.”