Gelê Başûr wê sibê li dijî dagirkeriya Tirk dakeve qadan
Eniya Niştimanî ya li dijî dagirkeriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibê li 9 bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî lidar bixe.
Eniya Niştimanî ya li dijî dagirkeriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibê li 9 bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî lidar bixe.
Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriya Tirk hatiye damezrandin, îro saet 11'an li Parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Eniya Nîştimanî ragihand ku wê sibê li 9 bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kuridstanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyan lidar bixe.
Daxuyanî ji aliyê endamê Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkieyê Bekir Şêx Selam ve hate xwendin û wiha hate gotin; "Sibê wê li bajarê Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Kelar, Qeladiz, Derbendîxan, Çemçemal, Ranya û Helebceyê wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê çalakî bên lidarxistin."
Şêx Selam bêdengiya hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê rexne kir û got, "Ji ber hikumeta Iraq û ya herêmê li hember dagirkeriyê bêdeng in me ev eniya li dijî dagirkeriyê ava kir."
BANGA JI BO TEVLÎBÛNÊ
Şêx Selam herî dawî ji bo tevlîbûna li çalakiyan bang li gelê Başûr kir û got, "Em bang li tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku sibe (Şemî) herkes deriyê dikan û kargehên xwe bigirin û tevlî çalakiyan bibin, ji ber niha dagirkeriyeke berfireh li ser Başûrê Kurdistanê heye.”
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Hewlêr: Seat 18:00’an li Parka Şanedar
Silêmanî:Seat 17:00’an ji Seholeke heya parka Baxê Giştî saet
Kerkûk: Seat 17:00’an Parrka Qela
Çemçemal: Seat 18:00’an li ber Zankoya Çermo
Kelar: Seat 17:00’an Dibistana Leyla Qasim
Ranya: Seat 17:00’an Baxê Giştî
Helebce, Derbendîxan û Qeladiz jî dema wan hê ne hatiye diyar kirin.