Gelê Şengalê wê bi daxwaza xweseriyê roja 25'ê Mijdarê bimeşe

Gelê Şengalê xwe ji bo meşa mezin a 25'ê Mijdarê amade dike ku wê ji bo xweseriya Şengalê li bajarokê Sinûnê were lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.

Ji bo qebûlkirina projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ku beriya niha bi demekê ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatibû eşkerekirin, roja 25'ê Mijdarê li bajarokê Sinûnê yê Şengalê meşeke girseyî tê lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico li ser vê meşê ji ANF'ê re axivî.

Hico bi bîr xist ku Şengal beriya fermana sala 2014'an bi ser parêzgeha Mûsilê ve bû û got, "Lê em niha dixwazin Şengal bi ti parêzgehê ve ne girêdayî be. Yekser bi ser Bexdayê ve be. Ji xwe me ev yek di projeya xwe de jî diyar kir."

ÊZIDÎ ÊDÎ XWEDÎ HÊZ Û ÎRADE NE, PÊWÎSTIYÊ BI TI RÊXISTIN Û HÊZEKE JI DERVE NABÎNE

Hico da xuyakirin ku di fermana 3'ê Tebaxê de herî zêde Mûsilê zerar daye civaka Êzidî, bi hezara jinên Êzidî li bajarê Mûsilê hatine firotin û got, "Êzidî nikarin careke din xwe bixin bin kontrola herêmeke ku ewqas zordarî lê kiriye. Lewma em niha dixwazin bi rengekî xweser bijîn. Dibe ku di demên bihurî de hêza me ya xweparastinê nebû, ya jî îradeya gel a xweparastinê hatibû şikandin. Lê niha em xwedî hêz û îrade ne. Em ê karibin heta dawiyê jiyana gelê xwe biparêzin. Di roja îro de pêwîstiya civaka Êzidî bi ti hêz û rêxistineke ji derve nîne ku ji aliyê wan ve bê birêvebirin. Ji ber ku bi dehan sazî û hêzên leşkerî yên civaka Êzidî hatine avakirin."

MAFÊ CIVAKA ÊZIDÎ YE KU XWE BI XWE BI RÊ VE BIBE

Hevseroka Meclîsê Rîham Hico bi bîr xist ku beriya fermana 2014'an Şengal ji aliyê PDK'ê ve dihate birêvbirin, niha jî bi heman sîstema PDK'ê hikumeta Iraqê rêveberiya xwe li ser Şengalê ferz dike û tenê bi radestkirina çend saziyan ji bo Êzidiyan, qaşo hewl dide nîşan bide ku ji aliyê Êzidiyan ve tê birêvebirin.

Hico destnîşan kir ku mafê civaka Êzidî ku xwe bi xwe bi rê ve bibe û got, "Em vî mafê xwe ji hikumeta Iraqê dixwazin. Em doza mafê xwe li wan dikin, ji ber ku ew mûxatabê civaka Êzidî ne."

BANGA JI BO MEŞA 25'Ê MIJDARÊ

Hico diyar kir ku wê roja 25'ê Mijdarê li bajarokê Sînûnê bi vê armancê meşekê li dar bixin, bi hêvî ne ku gelê Şengalê bi xurtî tevlî vê meşê bibe û daxwaza xwe ya ji bo maf û xweseriya Şengalê bi yek dengî bîne ziman.

Hico işaret bi xeteriyên heyî kir û got, "Eger gelê me xwe di vê sedsalê de bi rêxistin neke û mafê xwe bi dest nexe, wê heta 100 salên din jî nikaribin mafê xwe bi dest bixe."

Hico destnîşan kir ku eger civaka Êzidî di vê demê de xwedî li xwe dernekeve, ji bilî komkujî, êşkence, mirin û talanê tiştekî din dernakeve pêşiya wan.

Rîham Hico da xuyakirin ku cangoriyên wan ji bo Şengaleke xweser canê xwe feda kirine û got, "Em bi hêvî ne ku gelê me roja 25'ê Mijdarê dakeve qadan û daxwaza mafên xwe li dewleta Iraqê bike."