Gelê Şengalê: Vê referandûmê li Şengalê qebûl nakin

Gelê Êzidî li pêşiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê têkildarî referandûmê daxuyaniyek da. Wealtiyên Êzidî di daxuyaniyê wiha gotin: “ Em weke Êzidî vê referandûmê li Şengalê qebûl nakin, hê bi hezaran keç û jinên Êzidî li destê çeteyan de ne."

Îro gelê Êzidî li pêşiya Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê gelê Êzîdî li hev kombûn, têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê daxuyaniye da û nêrînên xwe anîn ziman.

Di daxuyaniyê de welatiyên axivîn bal kişandin ser van xisûsan: “ Îro em li hev kom bûne,ji boraferandûma li Başûrê Kurdistanê. Em weke gelê Êzîdî vê referandûmê li Şengalê qabûl nakin. Hîna bi sedan keç û jinên Êzîdî li destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, hê jî bi sedan gorên komî li Şengalê nehatine dîtin û vekirin. Hestiyên zarokên me hîn li berzinarane, hê birînên me yên fermanê nehatina derman kirin.Ji ber vê yekê em referandûmê red dikin û em qabûl nakin. Yê ku di fermana 3.08. 2014’an de dev ji me berdan û bûn serdem ku gelê Êzîdî rû bi rû qetîlamê were îro dibêjin, bila gelê Êzîdî ji bo referandûmê bêje erê. Em weke gelê Êzîdî ji referandûmê re nab jin erê, em dibêjin Na. Em Êzîdî xweseriya Şengalê dixwezin, em yekîtiya Êzîdxanê dixwezin. Em weke gelê Êzîdîyên Şengalê ti carî ji dijminê xwe re nabêjin erê, ji ber ku me dît çawa di fermana 74’an de pişta xwe dan me,em bi tenê di nava destê hovan de hêlan û îxanet li me kirin . Her kesî ku dibêje ez Êzîdî me pêwîste ji vê referandûma li Başûrê Kurdistanê re bêje Na”