Gelê Şengalê tecrîd û DYA şermezar kirin

Gelê Şengalê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li dijî sê rêveberên PKK û KCK’ê şermezar kirin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li ser sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li gel alên PKK’ê alên YBŞ, YJŞ û YCÊ hatin bilindkirin.

Meşa ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hate lidarxistin, dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Na Be’ hatin qîrkirin. Meş bi tevlîbûna sedan kesî ji Kampa Til Ezêr destpê kir heta Baxçeyê Rêber Apo yê li Geliyê Kersê dom kir.

Li Baxçeyê Rêber Apo daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Azad a Êzidî (TAJÊ) Jiyan Şengalî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang hete kirin ku divê gelê Êzidî li dorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xelek û heta agahî û azadiya Oalan di nava çalakiyan de bin.