Gelê Şengalê ji bo rêveberiya xwe ya xweser meşiyan

Êzidiyên li Şengalê ji bo naskirina rêveberiya wan a xweser çalakiyeke girseyî li dar xistin. Di çalakiyê de diyar kirin ku ew ê peymana di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de nas nekin.

Welatiyên Şengalê li dijî peymana di navbera Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê û daxwazên xwe meşiyan.

Li dijî peymana di 9’ê Cotmehê de, di navbera Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser Şengalê hatî îmzekirin û îradeya welatiyên Şengalê li ber çav nehatin girtin li navenda Şengalê, gel meşek girseyî lidarxist.

Meşê li ber Medreseya Sor dest pê kir û heta Navenda Asayîşa Şengalê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeya, ‘Em hemû asayîş in’ berz kirin.Di meşê de xelkê Şengalê piştgiriyê dan Asayîşa Êzidîxanê û saziyên Şengalê.

Di meşê de leşkerên Iraqê xwestin astengiyê çêbikin. Lê Şengaliyan astengî nas nekirin û çalakiya xwe bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin îradeya me bişkênin’ berdewam kirin.

Piştî meşê ji aliyê hevseroka MXDŞ’ê Reyhan Heco, Berdevka TAJÊ Sebîhe Sebrî û Berpirsê Asayişa Şengalê Xalid Qasim ve peyam hatin dayîn.

Reyhan Heco di axaftina xwe de got, “Ev 25 roj in bê navber em şev û roj li bin konê çalakiyê li dijî polîtîkayên dijminên hevpar ên ku li ser Êzidxanê û îrada Êzidxanê nas nakin, li ber xwe didin. Heta niha me gelek çalakî kirine. Lê mixabin ji daxwazên me re heta niha bersivek erênî nehatiye dayîn. Dewleta Iraqê ya bê îrade niha jî dixwaze hêza ku anîne Şengalê me bitirsînin. Lê em natirsin. Me heta niha gelek ferman dît, ji dîrokê heta niha em li ber xwe didin. Em ê ji naha pê de jî li ber xwe bidin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî jî di peyama xwe de hiwa got: “Îro roj roja xîret û berxwedanê ye. Rojane li ser îrada Êzidiya û jinên Êzidiya plan tên kirin, divê Jinên Êzidî û civaka Êzidî dev ji berxwedaniya xwe bernedin, heta ku îrada wan qebûl bibin. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em ê heta dawiyê li hemberî planan li ber xwe bidin.”

Berpirsê Navenda Asayişa Êzidxanê Xalid Qasim jî wiha axivî: “Kesên ku îrada hêza Asayişa me nas nekin em ê li gel berxwedana gelê xwe wan nas nekin. Em soz didin Mam Beşîr û hemû şehîdên doza Êzidxanê em ê îrade û şerefa Êzidxanê bi berxwedanê biparêzin.”