Gelê Şengalê êrîşa li ser Şengal û Qereçoxê şermezar kir
Gelê Şengalê di salvegera êrîşa dewleta Tirk a ser bi Şengal û Qereçoxê de meşiya û dewleta Tirk şermezar kir.
Gelê Şengalê di salvegera êrîşa dewleta Tirk a ser bi Şengal û Qereçoxê de meşiya û dewleta Tirk şermezar kir.
Meş ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Di meşê de ku ji navenda bajarokê Sinûnê destpê kir, heta Geliyê Kersê dewam kir ku ev der hatibû bombekirin û welatiyê bi navê Gênco Qîranî lê şehîd bûbû.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Gênco Qîranî, alên YBŞ, YJŞ, YCÊ hatin hildan û li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.
Piştî meşê li Geliyê Kersê, ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Nûnerên sazî û dezgehên Şengalê li çalakiyê axivîn, şehîdên Şengal û Qereçoxê bi bîra nîn û sersaxî ji malbatan û gel re xwestin.
Bi navê YCÊ jî daxuyaniyek hate xwendin û şehîd hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û soz hate dayin ku wê li ser şopa şehîdan têkoşîna azadiyê geş bikin.