Gelê Şengalê bi kêf û xweşî rojbûna Ocalan pîroz kir

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê bi çandina şitlê daran û şahiyekê hate pîrozkirin.

Êzidiyên li Şengalê destpêkê li Geliyê Kersê li hev civiyan û şitl çandin. Piştre jî derbasî baxçeyê bi navê "Baxçeyê Serok Apo" bûn û dest bi pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd kirin.

Di şahiyê de pankarta bi nivîsa "Rojbûna te pîroz be" û wêneyên Ocalan hatin hildan û bi navê PADÊ Merwan Xwedêda, bi navê TAJÊ jî Şemê Remo axivîn. Qisekeran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Piştî peyamên pîrozbahiyê şîrîniya ji bo Ocalan hatibû amadekirin li girseyê hate belav kirin û paşê jî bernameya çand û hunerê dest pê kir.

Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê û stranên li ser Ocalan got. Navenda Çand û Hunerê ya Êzîdxanê jî lîstikeke şano pêşkêş kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.