Gelê Şengalê berê xwe da Efrînê
Bi sed hezaran kes wê îro ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê berê xwe bidin Efrînê. Ji Şengalê jî bi sedan kes bi rê ketin û ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibin berê xwe dan Qamişloyê.
Bi sed hezaran kes wê îro ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê berê xwe bidin Efrînê. Ji Şengalê jî bi sedan kes bi rê ketin û ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibin berê xwe dan Qamişloyê.
Gelek welatiyên Şengalê bi wesayitan berê xwe dan Qamişloyê ji bo tevlî meşa îro ya ber bi Efrînê ve bibin.
Gelê Şengalê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ-El Nûsra da ku êrîşî Efrînê dikin.
Gelê Şengalê wê tevî gelên Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Helebê îro tevlî meşa ber bi Efrînê ve bibe.