Gel ref bi ref diçin serdana Nobeda Wijdan û Edaletê

Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’yiyan a li Wanê dabû destpêkirin bi ref bi ref a serdanên gel dewam dike. Gel tevî dorpêçê jî her roj çalakgeran ziyaret dikin.

Gel tevî dorpêça dewleta Tirk serdanên xwe yên ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê dewam dike. Jin bi navê Sînem Merl a ku çû serdana Nobed Wijdan û Edaletê ya li Parka Mûsa Enter a Aşiyê, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê hatine vir, destnîşan kir ku weke gel mexdûrên êrîş û dorpêça dewletê ne.

Meral diyar kir ku çeteyên girêdayî dewletê Parka Mûsa Enter a Aştiyê dorpêç kirin vegerandine girtîgehekê û got: “Tenê edalet ne ji bo nîjadekê ye. Cihê ku demokrasî lê nebe edalet jî nîne. Ev dorpêç wê bê û biçe. Tevî hemû êrîş û dorpêçan jî bi teqez em ê bi ser bikevin.”

Feyrûz Alaş jî diyar kir ku tevî zextan jî ew piştgiriyê didin Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku HDP’yiyan dane destpêkirin dikin. Alaş destnîşan kir ku her roj bi hezaran kes dixwazin bê serdana Nobeda Wijdna û Edaletê û wiha pêde çû: “Ji ber dorpêça dewletê gel nikare bê serdana Nobeda Wijdan û Edaletê. Yekane armanca me em demokrasî, aştî û edaletê bînin Tirkiyeyê. Heta ku hêzê me têrê bike em ê cih li gel wekîlên xwe bigirin.”

Serap Guvenç a ku destnîşan kir ku piştgiriyeke zêde ya gel heye û tevî bend û dorpêçê jî destekek mezin heye. Guvenç diyar kir ku çi dibe bila bibe divê hemû beş xwedî li Nobeda Wijdan û Edaletê derbikeve û got: “Ev têkoşîn êdî bûye civakî. Di vî warî de Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku hatiye destpêkirin, ne tenê HDP’ê û gelê Kurd eleqedar dike û ji bo hemû mirvahiyê hatiye lidarxistin. Divê her kes têkildarî vê mijarê tişta ji destê bê bike.”