Gel Partiya Çep a Kesk pejirand

Hevberdevkên Amedê diyar kirin ku gel Partiya Çep a Kesk di cih de pejirand û gotin, "Gelê me zane ku wê tercîheke bi zanebûn bike."

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Tekîn got, "Tercîha gelê me teqez zelal e."

Hevberdevkên Bajarê Amedê yên Partiya Çep a Kesk Abbas Şahîn û Pinar Tekîn ji ANF'ê re axivîn. Şahîn ku partiya wan nû nîne, di sala 2012'an de ava bû, lê belê îsal bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû anî ziman ku astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk û girtina partiyan klasîkeke Tirkiyeyê ye û got, "Di nava siyaseta demokratîk de diviyabû em ji her tiştî re amade bûna. Me ev kevneşopî ji gelê xwe wergirtiye. Yanî em karin pêşengiya siyasî bikin lê belê wezîfeyên bingehîn ên vê pêşengiyê jî ji aliyê gelê me ve tê kirin. Dema ku em dadikevin qadê, dibînin ku gel ji xwe 'Partiya Çep a Kesk' nas kiriye. Tê zanîn ku ji bo pêşî li siyaseta demokratîk bê girtin serî li her rê û rêbazê tê dayin. Yekane sedema danîna benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an ew bû ku nehêlin gelê Kurd li parlamentê bê temsîlkirin. Ji ber ku ev pêk nehat vê carê sîstemeke cuda ava kirin. Di avakirina vê sîstemê de jî xwestin serxwebûna dadgeriyê ji holê rakin. Me zanîbûn ku dema dadgerî, qanûndanîn û rêveberî di yek destî de kom bibe wê zexteke giran bê kirin. Gelê me baş bi vê zanîbû."

CEWHERA ME SIYASETA DEMOKRATÎK E

Şahîn bal kişand ser xwedîderketina gel a li partiya wan û got, "Gel zû qebûl kir, ji ber ku zanî bû di her kêliyê de her tişt dikare bibe. Gelê me siyaseta demokratîk gelekî girîng dibîne. Gelê Kurd gelekî polîtîk e. Ji ber têkoşîna xwe û zextên lê hatiye kirin bûye gelekî polîtîk."

Şahîn destnîşan kir ku dema ew bala xwe didin ser rêziknameya Partiya Çep a Kesk dibîne ku cewhera siyaseta demokratîk e.

EM Ê PAŞEROJÊ BI HEV RE AVA BIKIN

Hevberdevk Pinar Tekîn destnîşan kir ku hilbijêrên dilsozê partî û têkoşîna xwe ye wê di dengdanê de teqez serê xwe tevlîhev nebe û got, "Tercîha gelê me zelal e. Bêguman em ê li qadan bi gelê xwe re bin. Em ê bi wan re jiyaneke nû ava bikin."

Ji bo eleqeya jinan a ji partiya wan jî Tekîn got, "Li dijî tunehesibandinê em bi têkoşînê hebûna xwe bi dest dixin."

Tekîn ragihand ku jin ji hev hêzê digirin, bi vê hêzê têdikoşin û got, "Em jin bi vê têkoşîna xwe serbilind in. Mînak ji bo pênûsa Nagîhan Akarsel li erdê nehêlin em têdikoşin. Ji bo jin li her qadê bibin xwedî mafê gotinê em têkoşîna xwe mezin dikin. Ji ber ku civak bi jinan bedew dibe."