Gel li pêşiya avahiyên HDP’ê kom dibin

Li heremê hejmartina dengan didome, gel li pêşiya avahiyên HDP’ê yên navçe û bajaran kom dibin.

Li tevahiya welat dengdayîna ji bo hilbijartina xwecihî bi dawî bû. Piştî dengdayîn bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir. Gel ji bo encamên hilbijartinê bişopînin li pêşiya avahiyên HDP’ê yên navçe û bajaran kom dibin.

Gel li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê li hev kom bûn û dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Amed ya me ye” berz dikin. Li ber dahol û zirneyê govend tê gerandin û tê payîn ku kêliyên pêşiya me Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan were avahiyê.