Gel hewl dide li ser piyan bimîne

Ji dilxwazên li Semsûrê Mehmet Karaman got, "Gel tevî her tiştî jî hewl dide bi derfetên xwe li ser piyan bimîne."

Dilxwazê ku ji bo alîkariyê ji Swîsreyê hatiye Semsûrê, diyar kir ku hin leşker li şûna ku xizmetê ji mirovan re bikin heqaret li wan kirine.

Yek ji deverên ku erdhejê bandoreke giran lê kir Semsûr e. Mehmet Karaman ji bo alîkariyê ji Swîsreyê bi dilxwazî hat Semsûrê. Ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe yên li bajêr kir. Karaman diyar kir ku çawa bi erdhejê hesiya ji bo alîkariyê bi rê ket, hat Semsûrê û got, "Dema ku ketim nava bajêr matmayî mam. Li vê derê min dît ku hin leşkeran heqaret li mirovan dikirin. Digotin, 'Ma hûn mirov in?'. Min li wir dest li wan werda û got, hûn nikarin bi ser mirovan de bikin qîrînî. Piraniya leşkerên li vê derê li şûna alîkariyê bikin, mirovan bêhtir aciz dikin."

GEL HEWL DIDE LI SER PIYAN BIMÎNE

Karaman anî ziman ku alîkariyên ji gelek deveran tên, têne astengkirin û got, "AFAD dest datîne ser alîkariyê û bi rêya saziyên xwe belav dike. HDP navê xwe li ser TIR ên alîkariyê nake, yên din navê xwe li ser dikin. Li vê derê divê kesek bi pey rantê nekeve. Bi taybetî spasiya saziyên demokratîk dikim. Gel tevî her tiştî jî hewl dide bi derfetên xwe li ser piyan bimîne. Ji derveyî welat û ji Kurdistana Federe jî alîkarî tên."

Karaman ragihandina Rewşa Awarte bi bîr xist û got, "Dema ku hatim vê derê li ser min geriyan. Divê karê dilxwazên mîna min neyê astengkirin."