'Gefên Barzanî bi kêrî dijminê Kurdan tên'
Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebir Hesaf da xuyakirin, ku gotina 'Bila PKK ji Şengalê derkeve, naxwe em ê hêzê li dij bi kar bînin' a Nêçirvan Barzanî bi kêrî dijminê Kurdan tê.
Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebir Hesaf da xuyakirin, ku gotina 'Bila PKK ji Şengalê derkeve, naxwe em ê hêzê li dij bi kar bînin' a Nêçirvan Barzanî bi kêrî dijminê Kurdan tê.
Desteka partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ji bo banga yekîtiya neteweyî ya KCK'ê roj bi roj zêde dibe. Her wiha li ber daxuyanî û polîtîkayên ku li pêşiya azadî û yekîtiya Kurdan asteng in, radibin.
Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebir Hesaf banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî û daxuyaniya 'Divê PKK ji Şengalê derkeve' ya Nêçirvan Barzanî, ku piştî vê bangê da, ji ajansa me re nirxand.
'EM BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKARIN KURDISTANEKE AZAD AVA BIKIN'
Hesaf da xuyakirin, ku di rewşa heyî de dijminên Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan komployên nû dikin û dixwazin têkoşîna Kurdan pûç bikin. Hesaf got, "Nifûsa me Kurdan bi qasî 45 mîlyonî ye. Gelekî xwedî dîrokeke kûr û nifûseke ewçend zêde, hê nebûye xwedî gelek maf û azadiya hebûna xwe. Li holê pirsgirêkek Kurd heye. Lê di rewşeke bi vî rengî de jî em dibînin, ku yekîtî di navbera Kurdan de nîne.
Girîng e aliyên Kurd di rewşa heyî de bi kongreyeke neteweyî yekîtiya Kurdan ava bikin û pêwîstiya bi têkoşîneke xurt a hevpar bibînin. Bi yekîtiya neteweyî re em dikarin li ber van komployan rabin, têkoşîna xwe bi pêş ve bibin û mafên xwe bi dest bixin. Bi vî rengî em dikarin Kurdistana azad ava bikin."
'EV HELWESTA BARZANÎ XIZMETÊ JI DIJMINÊN KURDAN RE DIKE'
Hesaf destnîşan kir, banga KCK'ê ya ji bo yekîtî û kongreya neteweyî, bi rastî jî bangeke pîroz e û wiha dewam kir: "Weke tevger em jî tevlî vê dibin û pêwîstiyê bi vê dibînin. Pêwîste dengê tevahiya gelê Kurd bigihêje vê kongreyê û hemû partiyên Kurd tevlî vê kongreyê bibin."
Hesaf bal kişand ser daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yên li ser Şengalê, ku piştî banga yekîtiya neteweyî ya KCK'ê hate dayîn û destnîşan kir, daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî cihê xemgîniyê ne û nayên qebûlkirin.
Hesaf got, "Her kes dizane bê kê Şengal rizgar kiriye. Em baş dizanin, gerîlayên ji çiyê hatin civaka me ya Êzidî ya li Şengalê rizgar kirin û Şengal azad kirin. Wekî din YPG'ê di dema komkujiyê de korîdorek vekir û 150 hezar mirovên me ji DAIŞ'ê rizgar kir. Lê îro Nêçirvan Barzanî radibe dibêje 'Bila PKK ji Şengalê derkeve, naxwe em ê hêzê li dij bi kar bînin'. Gotinên bi vî rengî bi kêrî dijminên Kurdan tên. Em van daxuyaniyan rast nabînin û qebûl nakin."
'ÇEND PARTÎ NIKARIN LI PÊŞIYA XEYALÊN KURDAN BIBIN ASTENG'
Hesaf da zanîn, lazim e yekîtiya neteweyî ya Kurdan bi kongreyekê pêk were û anî ziman, di kongrya neteweyî de divê hemû partî û hêzên Kurd cih bigirin.
Hesaf destnîşan kir, ti hêz nikare li pêşiya xeyala yekîtiya neteweyî ya Kurdan bisekine û got, "Hêzên weke PDK, ENKS'ê di nava mezinahiya Kurdistanê de parçe û hêzên biçûk in. Ev hêz di van polîtîkayên xwe de israr bikin û tevlî kongreya neteweyî nebin jî kongreya neteweyî dikare pêk were. Çend partî yan jî hêz nikarin li pêşiya vê xeyala Kurdan bibin asteng. Bêyî PDK'ê jî kongreya neteweyî dibe. Her çend em hurmetê nîşanî xebatên wan didin jî, ew nikarin li pêşiya vê xewn û xeyala Kurdan bibe asteng. Dema kongreya neteweyî hatiye û divê ji bo kongre û yekîtiya neteweyî her kes derhal dest bi kar bike."