Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan bi gotina 'serketinên ku li hember AKP û DAIŞ'ê derketin holê, serketinên berxwedan û têkoşîna Kurdan e" bal kişand ser encamên têkoşîna 2016'an. Di berdewamiya axaftinên xwe de Garzan got, "Ji ber ku hêzên kapîtalîst û statûkoperest nêrîn û felsefeya Rêber Apo ji bo deshilatdariya xwe xeter dibînin, li ser wî tecrîteke dijexleqî dimeşînin."
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan li ser encamên têkoşîna 2016'an û armancên 2017'an pirsên ajansa me bersivandin. Garzan lawaziya artêşa Tirk a li dijî gerîla weke "Hêza artêş, polîs û hemû hêzên wan ku bi navên cuda dinepixînin li hemberî ruhê fetihkar ê gerîla vala derket û hilweşiya" diyar kir.
*Wekî hûn jî dizanin em hatin dawiya sala 2016'an. Di despêke de em dixwazin vê yekê bipirsin, di vê salê de ji milê azadîxwazan ve tekoşîneke çawa pêş ket? Tiştê ku mohra xwe li vê salê daye çi bû?
Di despêkê de sersala 2017'an li Serok APO, hemû gelên me yên ku têkoşîna azadî û berxwedaniyê dikin, hemû hezên me yên gerîla û hemû mirovahiyê pîroz dikim.
Di sala 2016'an de gelekî guhertin çêbûn. Bi taybetî hem di warê cîhan û Rojhilata Navîn de, hem jî di Kurdistanê de di beşên siyasî, askerî û civakî de têkoşînên pir stratejîk hatin dayîn. Navenda vê tekoşînê jî bêguman Kurdistan û Rojhilata Navîn bû. Di Rojhilata Navîn de şerekî pir kûr û dijwar hate meşandin. Di 2016'an de li Kurdistanê ji bo me û bi giştî saleke ku di gelek mijaran de şerê kûr û demdirêj hate kirin. Di encama vî şerê 2016'an de gelek guhartin jî derketin holê. Hem guhartinên Rojhilata Navîn, hem jî guhartinên Kurdistanê bi giştî li ser siyaset û stratejiya cîhanê tesîr kir.
Beriya her tiştî 2016 ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi konsepteke hat pêşwazîkirin. Hêzên nawneteweyî yên kapîtalîst-modernîst ku dixwastin hegemonya xwe li ser cîhan, Rojhilata navîn û gelan bidin meşandin, careke din stratejî û konsepta xwe nû kirin. Bi taybetî çend sal in di Rojhilata Navîn de şerê li hember DAIŞ'ê tê meşandin û derketina DAIŞ'ê; dîsa aloziya ku li Rojhilata Navîn heyî mirov nikare bê plansaziya hêzên navneteweyî bigire dest. Bêguman hêzên navneteweyî ji bo sîstema xwe li ser piyan bihêlin, sîstema xwe de guhartin û nûbûyineke bidin çêkirin, bi awayekî çalak tevlî şerê Rojhilata Navîn bûn. Bi taybetî gelek hêz û grubên wek DAIŞ'ê û hwd hemû di çarçoveya wê plansaziyê de mirov dikare bigire dest.
TÊKOŞÎNA TEVGERA AZADIYÊ, AKP Û DAIŞ ANî BER TINEBÛNÊ
Di sala 2016'an de guhartinên wisa balkeş çêbûn. Ya yekemîn; berxwedana li hember DAIŞ'ê hat danîn serketinek bi xwe re anî. Taybetî di pêşengtiya têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelê Kurd de; hem li başurê Kurdîstanê, hem li bakurê Kurdistanê, hem li Rojavayê Kurdistanê ku navenda DAIŞ'ê bû berxwedana gelê Kurd li hember zilm û faşîzma DAIŞ, AKP'ê û hêzên dagirker serketinên mezin derxistin holê. Ev herdu hêz jî anîn asta tûnebûnê. DAIŞ'ê di sala 2016'an de bi vê yekê lewazî jiya û hat ber tunebûnê. Hem di hêza xwe ya leşkerî û çalakiyê de şikestinek jiya, hem jî ev tirsa ku li ser gelan belav kiribû ji holê rabû. Bêguman serketinên ku li hember AKP û DAIŞ'ê derketin holê, serketinên berxwedan û têkoşîna Kurdan e.
Di encama vî şerî de; hêzên dagirker ê ku Rojhilata Navîn û Kurdistan parçe kiribûn û statûkoperestiya Neteweya Demokratîk diparastin , têk çûn. Ev xeta netewe dewletê bê wate bû. Guhartinên ku di Rojhilata Navîn de derketin holê, têkoşîn û pevçûnên heyî careke din da diyar kirin ku di Rojhilata Navîn de netewe dewlet nikare xwe bi sazî bike. Nikare xeta dagirkerî li ser gelan û çandan biedilÎne. Şer, guhartin û veguhartinên 2016'an di vê mijarê de jî pêşketinên mezin derxistin holê.Di şexsê dewleta Tirk û Îranê de xeta statûkoperest ya netewe dewletê ku dihatin parastin hêjiya.
Ya duyemîn; êdî hêzên Ewropî, Amerîkî û dagirker êdî ew jî pê hesiyan ku di Rojhilata Navîn de xeta netewe dewletê, nijadperestî û zayendperestiyê ku xizmeta sîstema modernîtaya kapîtalîst dike, êdî bi halê heyî nikare pêş ve biçe û bimeşe. Di heman demê de têkoşîna ku di Rojhilata Navîn de hat dayîn, taybetî di pêşengtiya tevgera me ya azadiyê de guhartineke cuda di nava gelan de jî da çêkirin. Gelê Ereb, Sûryan, Tirk û Kurd; ango gelên ku di Rojhilata Navîn de dijîn li dora xeta azadiyê kom bûn. Li dora vê xeta ku dixwaze li ser esasê azadî û demokratîkrasiyê guhertina pêk bîne, kombûyinek çêbû. Vê jî bi xwe re rêxistinbûyîneke mezin di nav gelan de da ava kir. Ev jî serketineke 2016'an bû.
Em dikarin bi awayekî eşkere mînaka wê jî bidîn. Mesela li Rojavayê Kurdistanê li dora siyaseta demokratîk û azad ku pêşengtiya gelê Kurd de tê dayîn, gelê Erep, Suryanî kom bûn û niha rêxistinên xwe ava dikin. Rêxistinên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, li dora wê xetê ava dikin û bi wê xetê baweriya xwe anîn e. Di rojhilata Navîn de serketineke wîsa mezin jî derket holê.
Dîsa li gel wî di hêzê DAIŞ'ê de hilweşandinek pêk anîn. Ew hêza ku her kesî jê ditirsiya û weke hovîtiyê didît, ti kes nikarî bû li hemberî wî rabûbiya, serî de li Rojavayê Kurdîstanê û Başur di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de hat şikandin û vê yekê gelek tişt guherandin.
Bêguman di encama têkoşîna azadî, demokrasî, yekîtî û wekheviyê, ev ast derxîst holê. Di şexse têkoşîna azadiyê û gelê Kurd de ev pêşengtî derdikeve. Êdî raya giştî, cîhan hemû bi vê hesiyan e. Di pêşengtiya têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna azadiyê de guhartinên ku di Rojhilata navîn de tên çêkirin, di encama berxwedana hatiye danîn e. Di encama vê de yek; xeta netew-dewletê hejand, du xeta netewperestî hejand. Sisê xeta zayendperestî hejand, çar dagirkeriya hêzên navneteweyî yên ev konsept pûç kir û bê encam hişt. Di 2016'an de guhartin û veguhartinên girîng pêş ketin û ew jî ji gelên li Rojhilata Navîn û gelên ku li Kurdistanê re bûye hêza pêşketin, hêvî û serketinê.
*Di vê salê de tecrîda giran a ku li ser Serokatiya we tê meşandin jî bi şêwazên tundtir hate meşandin. Têkiliya van êrîş û konseptên ku li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn tên meşandin, bi tecrîda Îmraliyê re çi ye? Çima nahêlin ku fikir û nêrînên Birêz Abdullah Ocalan bigihêjin civakê?
Li hemberî pergala Modernîteya Kapîtalîst, hêzên dagirker û faşîzma ku li ser gel û civakê tê meşandin Rêber APO têkoşîneke mezin da û fikir û ramaneke nû derxist holê. Fikir û ramanên Rêber APO derxistin holê, hêzên navneteweyî û Modernîteya Kapîtalîst ji bo xwe xetere dîbînin. Ji ber vê jî ditirsin. Eger fikir û ramanên Rêber APO bi civakî bibe, sîstem û hebûna wan dawî dibe. Bi vê dihesin. Ji bo vê jî ditirsin. Ji ber vê yekê jî li hember Rêber APO di nava hewldanek û konseptekî ku Rêber APO bi têmamî di tecrîdê de bihêlin û nedin axaftin; têkîliya wî ji cîhanê, gelê Kurd û rêxistinê bidin qûtkirin. Sedem ev e. Dibêjin "Ger têkîliyên wî bi Kurdan re çêbibin, ango fikrên wî li Rojhilata Navîn belav bibin, wê têkoşîna gelê Kurd dagirkeran tune bike. Ji ber vê yekê jî, hêzen dagirker herî zêde êrîşên xwe li ser Rêber APO didin meşandin. Herî zêde tundî û îşkenceya mezîn li ser Rêber APO didin meşandin.
Bêguman fikir û ramanên Rêber APO, di asta cihanî de guhertin û veguhertinan dide çêkirin. Dîsa guhartin û veguhartin, sîstema dagirker ê ku li ser civakê zulmê dide meşandin de dide çêkirin. Ji ber vê jî êrîşên li ser Rêber APO ewqasî bi kûrahî didome. Niha jî ev êrîş dewam dikin. Ji 2011'an heta niha parêzerên Rêber APO bi awayekî fermî bi wî re neketin dan û standineke huquqî. Ev mafê Rêber APO yê herî însanî ye. Lê hêzên dewleta dagirker Rêber APO ji vî mafî bêpar hiştin. Ji 2013'an û wir ve jî bi şêwazeke cîdî ji Rêber APO agahiyeke rast naye girtin. Sedema vê jî ev aloziyên ku di Rojhilata Navîn û Kurdistan de tê jiyîn. Ew baş dizanin ku Rêber APO ji vê aloziyê re çareserî ye. Jixwe naxwazin alozî, nakokî û şerê di Rojhilata Navîn de xilas bibin. Ji bo vê jî tecrît li ser Rêber APO girantir û dirêjtir dibe.
Rêber APO hêza çareseriyê ye. Bi fikir û nêrînên xwe li hember hemû pirsgirekan çareserî datîne. Çareseriyeke wekhev, azad û demokratîk. Civakeke azad dide avakirin, dîsa gelek çand û nirxên gelan tîne gel hev û yekîtiyeke dide avakirin. Rêber APO jiyana xwe hemû li ser vê fikrê da avakirin. Ev sekinandina Rêber APO seknandineke stratejîk û rêgezî ye. Heta niha jî Rêber APO ev seknandina xwe bi şewazeke berfireh û mezin, raber dike. Tevî hemû zext û zulma ku li ser Rêber APO tê meşandin helwesta xwe her parast. Yanî hêzên dagirker naxwazin şer, kuştin û pevçûnên Kurdistan û Rojhilata Navîn xilas bibe. Lê Rêber APO vê dixwaze. Ji bo vê jî ev hêz li ser Rêber APO êrîşeke wiha dikin. Yanî berdewamkirina tecrîda li ser Rêber APO, ji milekî ve li ser hemû gel û civakên Rojhilata Navîn faşîzm e û zilm e. Jixwe Rêber APO jî li hember faşîzmê, desthilatdariyê, dagirkeriyê, zayendperestiyê û li hemberî komkûjiyan helwest û têkoşîneke mezin dide.
Bi taybet di 2016'an de êrîşa li hemberî Rêber Apo hê girantir bû. Rêber Apo ji hemû qadên siyasî, civakî, jiyanî hat qût kirin. Ji mafên herî xwezayî, dan û standinan hate qûtkirin. Niha jî êrîşên giran tînin. Hedefa hêzên dagirker ev bû; digotin, "em ê di sala 2016'an de têkoşîna gelê Kurd xilas bikin, tasfiye bikin, îmha bikin, di dawiyê de jî dê Rêber Apo bimîne em ê biçin wî jî îmha bikin. Ji bo wê jî em ê aloziyên li perçeyên Kurdistanê kûrtir bikin, gelê Kurdistanê qir bikin, li ser gelê Kurd êrîş û komkujiyan bikin."
Jixwe ev komkujî kirin jî, hemû hêzên xwe kom kirin û li hember gelê Kurd bi taybet di Bakur de, êrîş û komkujiyek mezin kirin. Siyaset, helwest û hewildanên wan hemû ev bûn. Ji bo wê jî navend, Serokatî girtin. Bi Serokatî re dan û stendin hebûya, bihiştana bi rêxistinê re, bi gel re, hevdîtinên wî çêbibûna, nêrînên xwe ragihandiba, dizanîbûn ku ew xilasbûna wan e. Dewleta Tirk ji bo xilas nebe û faşîzma xwe li ser gelan bide meşandin, gel qetil û tune bike, êrîşa herî mezin bi ser Serokatî de anîn. Lewre Serokatî, pêşiya şîddetê, komkujî û tunekirinê digire. Lewre Serokatî hêza çareseriyê ye. Di sala 2016'an de êrîşa li ser Rêber Apo hat meşandin li ser hemû sazî û dezgeyên gelê Kurd jî hat meşandin. Niha jî hê berdewam dike.
Bêguman li dijî vê êrîşê wekî Tevger em nasekinin û em ê nesekinin jî. Li dijî êrîşa li ser Serok heta dawiyê, heta em Serokê xwe azad bikin, em ê li hemû qadan û bi hemû şêwazan têkoşîn bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Him tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşê em ê bişkînin, tine bikin. Him jî êrîşa li ser gelê me bi têkoşînê em ê pûç bikin, bêwate û bêencam bikin.
*We jî anî ser ziman bi taybet jî di zivistana borî de tiştên ku herî zêde derketî holê û dîrok hejand, berxwedaniyên Rêveberiyên Xweser bûn. Wê berxwedaniyê çi encam derxistin holê?
Bêguman berxwedaniya sala 2016'an bi taybet di Bakurê Kurdistan de dewleta Tirk hejand. Helwest û êrîşên hûkemeta AKP'ê hemû bêwate kirin. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ji xwe re konsepteke wiha çêkiribûn; digotin "em ê di sala 2016'an de li Bakurê Kurdistanê komkujiyên mezin bikin." Bajarên ku berxwedaniyên mezin hatin nîşandan, di dîroka têkoşîna me de jî, van bajaran berxwedaniyên mezin kirin e. Li hemberî dewleta Tirk serî rakirine, xeta berxwedanê pejirandine... Dewleta Tirk di şexsê van bajaran de xwest ku li Bakurê Kurdistanê komkujiyan bike û gelê Kurd careke din tune bike. Yanî êrîş û qetlîameke mezin plan kiribû û ew kirin jî.
Hêzên navneteweyî jî heta astekî beşdarî vê konseptê bûbûn. Plana dewleta Tirk, piştî ku bi vî awayî Bakurê Kurdistanê tune bike û dema di Bakur de berxwedan tune be, dê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê jî, wan jî tasfiye û tune bike. Bi vê plansaziyê, dixwest di şexsê Bakurê Kurdistanê de careke din xeta berxwedan û azadiyê tune bike.
BERXWEDANA RÊVEBERIYÊN XWESER VÎNA TÊKNEÇÛYÎ NÎŞANÎ HER KESÎ DA
Vê konseptê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya 2015'an dest pê kir. Beguman hilbijartina 7'ê Hezîranê di Bakurê Kurdistanê de guhertineke mezin derxistibû holê. Gelê Kurd û gelên din yên li Bakur dijîn, bîryarên xwe bi vî şeklî dan; digotin, "em li gel xeta çareserî, demokrasî, azadî, jiyana hevpar û yêkitiya gelan in. Em li gel vê xetê û hêzê ne." Hikumeta AKP'ê faşîzma nîşan da, encamên di 2015'an de derketî hezim nekir. Ji bo vê jî hewildana xwe û hêzên navneteweyî jî kir yek û êrîşên mêzin li ser Bakurê Kurdistanê, gelê me yê li ber xwe dide û bi taybet jî bajarên me anî ziman xiste navenda van êrîşan. Lewre ev bajar ji dîrokê heta îro xwedî xeta berxwedanê bûn. Dewleta Tirk heta astekî bernameya xwe li dar xist, lê belê pêşengî û berxwedana gelê Kurdistanê yê azadîxwaz ew plan asteng kir. Bêguman bi berdela dehan şehîdan çêbû, jin û zarok di jêrzemînan û kolanan de hatin qetil kirin. Bi şêwazên ku mirov nikare tarîf bike şehîd xistin, şewitandin. Ew kîn û nefreta dewleta Tirk û ya AKP'ê, rastiya xwe bi berxwedan û hêza ciwanên Kurd li Surê, Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînê û hwd. nîşan da.
Tevî ku hemû tank, top û hêza xwe ya leşkerî û siyasî kire yek û hate ser gelê Kurd, dîsa jî bi ser neket. Siyaseta Erdogan, li hemberî berxwedana gel pûç û vala derket. Erdogan û devleta Tirk hemû hêza xwe ya 90 salî xist seferberiyê û li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê kir meriyetê. Lê di encama têkoşîna şervanên azadiyê û gelê Kurd de, êrîş pûç kirin û serketina Tevgera Azadiyê çêbû. Tevî hemû kêmasiyên heyî serketin çêbû. Ev berxwedaneke dîrokî bû. Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn, di bajarên Kurdistanê de bi mehan têkoşîneke efsanewî hate meşandin. Tevî hemû êrîş û dorpêçan serketin bi dest xistin. Careke din diyar kir ku êdî ti caran rihê berxwedanê li Kurdistanê naye temirandin. Rihê Apoger ku li Kurdistanê pêş ketiye, êdî ti hêzên faşîzan nikarin holê rakin. Di şerê zivistana 2015-16'an de ev yek careke din îspat bû. Diyar bû ku ev mejî, helwest û fikir wê her berdewam bike. Dê ev agirê hêvî û azadiyê wê her gur bibe. Heya ku bigihêje serketina giştî, dê ev meşale her pêketîbe. Berxwedana bajarên Bakurê Kurdistanê, ev yek nîşanî her kesî/ê da û mohra xwe li sala 2016'an xist.
Bêguman ev berxwedan, ev çirûska azadiyê ev ast bi hêsanî negirt. Gelek lehengtî hatin jiyîn. Di şexsê heval Mehmet Tunç, Zamanî, Pakîze, Sêvê, Çiyager, Axîn, Andok û hwd de rihê PKK'ê li Kurdistanê careke din xwe îspat kir û gaveke din avêt. Careke din ev xeta berxwedanê, êrîşên dewleta Tirk pûç kirin û bêwate kirin. Careke din vê berxwedanê nîşan da ku êdî di Kurdistanê de komkûjî û êrîşên hovanê yên faşîstan kêrî tiştekî nayen û li dijî berxwedanê nikarin xwe li ser piyan bigrin. Diyar kir ku vîna ku gelê Kurd girtiye, ti kes nikare ji nedîtî ve were û tune bike.
Ev jî bingeha xwe ji berxwedana 40 salî a PKK'ê digre. Lê di 2016'an de berxwedana ku di pêşengtiya gelê Kurd de hate kirin, li Kurdistanê dewlet anî asteke ku nikaribin ji tank û panzerên xwe dakevin. Vê berxwedaniyê hêza dewleta Tirk li Kurdistanê tune kir. Niha AKP'iyên ku li Kurdistanê tevdigerin, nikarin ji panzêran dakevin. Berxwedana şervanên azadiyê û gelê me, bi vî rengî bersiveke xurt da konsepta dagirkeriya Tirk. Li hemberî vê konseptê lehengtiyeke mezin hate raberkirin û ev siyaset vala derket.
Erdogan û hûkûmeta AKP'ê, hewldana darbeya 14'ê Tirmehê ji xwe re weke fersendeke dîtin û careke din ji bo ku hênaseyeke bigrin Rewşa Awarte îlan kirin. Xwe xistin rewşeke mexdûr, li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwestin xwe ji nû ve rakin ser piyan. Ev yek kirin hincet û pergala rewşa avarte careke din li Tirkiye û Kurdistanê ragihandin.
Bi vê pergala rewşa avarte re, êdî hemû êrîşên xwe rawe kirin. Bi taybetî li Kurdistanê, hemû saziyên ku têkoşîna demokratîk û rewa dimeşînin kirin hedefa xwe. Di serî de rêveber û parlementerên HDP'ê, şaredariyên DBP'ê û hemû sazi û dezgehên girêdayî van şaredariyan, hevserokên şarederiyan û endamên meclîsên gel xistin hedefa xwe. Digotin, "li ser me êrîşên dervayî û hundir hene, em di hedefa gelek hêzan de ne, dixwazin me tune bikin, em têkoşîna hebûn û tunebûnê didin." Bi vê konevaniya mexdûriyetê konsepta êrîşan meşandin. Jixwe hinek derdor dibêjin, ji bo ku AKP dîktatoriya xwe rewa bike, lîstikeke bi vî rengî pêş xist. Ango bi awayekî têkiliya AKP'ê jî di vê hewildana darbeyê de heye. Dê dem û dîrok van şîrovayan diyar bike. Lê tiştê zelal, AKP'ê ji vê hewldana darbeyê sûd wergirt û ji milekî din ve darbeyek pêk anî.
SEFERBERIYA ERDOGAN JI BER TÊKÇÛYÎNA WÎ YE
Niha jî AKP li Tirkiye û Kurdistanê seferberî îlan kiriye. Hemû çeteyên ku xwedî kirine, xistin meriyetê da ku di şer de li gel wî cih bigrin. Ev seferberî jî du tiştan nîşan dide; yek, hêza wî ya heyî têk çû, ji ber vê seferberiyê îlan dike û alîkariyê dixwaze. Ji vî milî ve AKP dema xwe ya herî lewaz dijî û li ber têkçûyinê ye. Jixwa arteşa wî li dijîî wî derket; civak, hemû sazî û dezgehên gel, çapemenî û ragihandin hemû li dijî wî derketin. Dibe ku bi awayekî êrîş biribin li ser van derdoran û di astekê de bêdeng kiribin. Lê hêzeke ku piştgiriya AKP'ê dike tune ye û bi her alî ve AKP têk diçe. Bi darê zorê xwe li ser piyan digre. Ji ber vê bangawaziya seferberiyê dike.
Bi vê yekê jî dixwaze di navbera gelan de nakokiyan derxîne û berde hev. Li ser wê jî dîsa êrîşên xwe rewa bike. Dixwaze gelê Kurd û Tirk berde hev, şerekî mezin derxîne û li ser wê jî siyaseta xwe bike. Lê rûxmî hemû hewildanên wî jî, diyar bû ku dervayî çend çepelên MHP'ê ti kes guh nade provaqasyonên wî. Gelên Tirkiye û Kurdistanê bi vê planê hesiyan û nehatin lîstikan. Diyare ku êdî gelê Tirk jî şiyar bûye û dîktatoriya AKP û Erdogan naxwaze. Bi taybetî gelê Kurd jî, bi berxwdena xwe hemû siyasetên AKP'ê pûç kirin. Ev yek jî ni berxwedana gelê Kurdistanê û bi têkoşîna hêzên gerîla derket holê.
SALA 2016'AN BÛ SALA BERXWEDANÊ KU BI PÊŞENGIYA JINAN HATE HÛNANDIN
*We bal kişand ser rista rêveberiyên xweser yên Bakurê Kurdistanê, di vê berxwedanê de risteke girîng a jinê hebû. Her wiha di nava vê salê de bi aweyekî giştî di têkoşînê de ku mohra xwe li dîrokê danîne jin xwediyê risteke çawa bû?
Sala 2016'an ji bo têkoşîna jinê jî, saleke taybet bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê û dervayî welat, di pêşengtiya jinê de gelek çalakî û berxwedanên dîrokî çêbûn. Bi taybetî di pêvajoya rêveberiyên xweser de, di pêşengtiya heval Sêvê, Pazîke û Fatma de pengaveke watedar diyar bû. Jixwe arteşa faşîst a AKP'ê di şexsê van hevalan de xwestin berxwedaniya jinê tune bikin. Ji bo vê ev hevalên me şehîd xistin. Çawa ku li Parîsê hemû hêzên dagirker û êmperyalîst li hemberî heval Sara, Rojbîn û Ronahî bûn yek û êrîşeke faşîzan pêk anîn; di pêvajoya rêveberiyên xweser de jî li hemberî van hersê hevalên me heman şêwaz pêk hat. Ev xeta êrîşan, li dijî vîn, azadî û têkoşîna jinê xwest bi plansazî hewildaneke tunekirinê pêk bîne. Ev hewildanên dijmin niha jî berdewam dikin.
Ya duyemîn, hêzên dagirker zîhniyeta destavitinê li dijî jinê herî zêde di vê salê de pêk anî. Dewleta Tirk û hûkûmeta Erdogan tola xwe ji jinê hildide. Lewma armacan têkoşîna jin, ev zîhniyeta dagirker ya li ser jinê û welatê me heye, rakirin e. Ango ji holê rakirina dîktatoriya Erdogan û zîhniyeta serdest a mêr e. Ew jî bi xwe re tîpeke nû ya jinê û jiyanê derdixe holê. Ji ber vê hêzên dagirker, mêrên deshilatdar herî zêde li dijî jinê êrîşên dijwar tînin. Li gorî zîhniyeta wan, azadkirina jinê, mirina wan e. Ji ber vê yekê bereya êrîşên wan herî zêde li ser jinê ye û sala 2016'an de jî ev êrîş derxistin asta herî jor.
Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, pêşengtiya Tevgera Azadiyê, jinên Kurd dikin. Careke din ew derket holê û hemû cîhan jî vê yekê qebûl dike. Ji zindanan bigre heya serê çiyan û dervayî welat, jina Kurd li kuderê be bi şêwazeke rêxistinkirî li dijî pergalê helwesta xwe nîşan da. Ev sal jî ji bo azadiya jinê, saleke bi vî rengî bû. Li çar parçeyên Kurdistanê jî ev pêşengî, berxwedan û vîna jinê careke din derket holê û li hemberî pergala deshilatdar û zayendperest xwe îspat kir ku dê bigihêje serketinê.
Di şexsê lehengên me yên şehîd de, li her cihekî Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîneke bêhempa hate dayin. Li dora vê têkoşînê baweriyeke mezin jî di civakê de hate honandin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, sekna heval Sêvê, Fatma û Pakîze baweriyeke mezin da gelê Kurd. Di jina Kurd û Rojhilata Navîn de ev vîn derxist holê. Ev yek heza hebûna jinê jî derdixe holê. Di têkoşîn û rêxistibûna jinê de, di çalakî û pêşêngtiya jinê de, di sala 2016'an de jî pengaveke mezin hate avêtin. Jinê biryara xwe da û heya ku bigihêje serketinê jî dê ev têkoşîn bimeşe.
LI TIRKIYEYÊ HÊZEKE KARIBE LI DIJÎ GERÎLA ŞER BIKE NEMA YE
*Di sala 2016'an de êrîşên topyekûn li ser Qadên Parastina Medya û gerîla jî hebûn. Li dijî wê asteke bilind a têkoşîna gerîla jî hebû. Ger mirov vê salê ji milê gerîla ve bigre dest, kîjan encam derketin holê?
Dewleta Tirk hemû hêza xwe kir yek û êrîşî gelê Kurd kir. Li gel wê xwest gerîlayên Kurdistanê jî tasfiye bike. Hemû qadên gerîla, rojane bi êrîşên dewleta Tirk ve rû bi rû man. Di vê salê de konsepta êrîşê ya AKP'ê de milekî sereke tasfiyekirina gerîla bû. Ne tenê Bakur, li Başûr jî dixwest hebûna gerîla ji holê rake û gel û erdnigariya Kurdistanê bê parastin bihêle. Hêzên me yên gerîla, hêzên parastina civakê û jinê ne. Dewleta Tirk vê yekê baş dizane. Ji ber vê yekê di destpêkê de ji bo ku têkiliya gel û Serokatiya wê qût bike êrîş li ser Rêber Apo meşandin, di asta duyemîn de jî êrîşî hêzên me yên parastina rewa kirin.
Ji bo ku gel bişkîne, bêhêvî bike û bê berxwedan bihêle hedefeke sereke ya dijmin hêzên gerîla bûn. Ji destpêka salê heya niha hemû erdnigariya Kurdistanê di bin bomberdimana devleta Tirk de ye. Ji Deryaya Reş bigre heya Dersîm, Amed, Garzan, Mêrdîn û Botanê hemû qadên gerîla lê heyî bûn navnîşana êrîşên faşîzma AKP'ê. Digotin ger em gerîla tune bikin, dê çokên gel bişkin û vîna berxwedanê di gel de namîne. Ji bo vê jî çi teknîk di destê wan de hebe, hemû seferberî vî şerî kirin. Ji wê jî zêdetir, hemû teknîk û hêza NATO'yê li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi kar anî. Seferberiya dawî jî li dijî gel û gerîlayên me îlan kir. Dixwaze dîktatoriya xwe li Tirkiye teqûz bike û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê mîsoger bike.
Lê bi berxwedaniya gerîla, hemû êrîşên AKP'ê pûç bûn. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê lehengtiyeke mezin pêş ket. Ji Deryaya Reş û Amanosê bigre, heya xeta Başûrê Kurdistanê (Zap, Avaşîn, Zagros û Xakûrkê) ji destpêka salê ve li hemberî êrîşên dagirkeriyê hêzên me yên parastina rewa, HPG û YJA-STAR'ê berxwedaneke dijwar pêş xistin, helwesteke tûnd rnîşan dan. Gelek çalakiyên serketî çêbûn. Hêzên me yên gerîla li hemberî teknîka dijmin jî taktîkên pir xurt pêş xistin. Mesela balafir û teyareyên şer yên arteşa Tirk hatin xistin. Her wiha dehan çalakiyên serketî li bajarên Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiye çêbûn. Hêzên polîs, arteş û endamên şerê taybet kirn hedef û darbeyên mezin li van hêzan dan.
Bi rêya çapemenî û şerê taybet AKP'ê her roj digot, "me gerîla xilas kir, nizanim me kîjan fermandarê wan kûşt, me çend heb terorîst îmha kirin." Bi derew û lîstokan dixwest gel bixapîne. Lê her kesek dizane ku di şerê 2016'an de gerîla darbeyên mezin dijmin dan û serketinên mezin bi dest xistin. Di encamê vê de arteşa Tirk êdî nikare li hemberî hêzên me yên gerîla şer bike. Ger teknîka di destê devleta Tirk de tune be, li Tirkiye hêzeke ku li hemberî gerîla şer bike nemaye.
Hêza arteş, polîsan û hemû hêzên wan ku bi navên cuda dinepixînin li hemberî rihê fetihkar yê gerîla vala derket û hilweşiya. Devleta Tirk ev hilweşandin û valatiya ku çêbûye, dixwaze bi teknîkê dagire. Ji ber ku arteşa Tirkiye bêqewet maye, parçe û belav bûye, di sala 2016'an de li dijî gerîla ev qesa teknîk dan karanîn. Her çiqasa bi rêbazên şerê taybet dixwazin li ser vê rastiyê bigrin jî, di çalakî û lêdanên gerîla de rojane ev rastî derdikeve holê. Ev yek li xeta Zap û Çelê derke holê, li Şemzînan û Xakûrkê derket holê, li Amed û Botanê derket holê.
Bi awayekî giştî hêzên me yên gerîla hedefên ku di sala 2016'an de danîn pêşiya xwe bi awayekî serketî pêk anîn, di sala 2017'an de jî bi tevahî ji Kurdistanê derxistina hêzên dagirker dide pêşiya xwe. Di 2016'an de ji hemû deman zêdetir gerîla xwediyê helwest û çalakiyê bûn, ji bo 2017'an jî gerîla bi taktîk, teknîk, perwerde û morala xwe amade kiriye; da ku êrîşên dagirkeriyê re bersiveke tûnd pêş bixe û hêzên dagirker li Kurdistanê nehêle. Ango weke tevger, gerîla û gel em ê di sala 2017'an de dijmin ji Kurdistanê biavêjin.
Niha li dijî Tevgera Azadiyê û gerîlayên me du tişt di destê devleta Tirk de mane. Yek çapemenî û ragihandina wan e; "dibêje nizanim em ê li dijî kuderê operasyonê bikin, em ê bikevin Rojava û Başûr, nizanim ez ê arteşa xwe bişînim kuderê." Ango bi propaganda û derewan xwe li ser piyan digre. Ya duyemîn jî teknîkê kar tîne ye. Ev herdu tişt jî li dijî taktîk û çalakiyên gerîla vala ne. Ne hêza teknîkê dikare li dijî gerîla bi ser bikeve, ne jî hêza propagandaya qirêj dikare ser bikeve.
Di sala 2016'an de gelek hevalên me jî bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Di serî de heval Azad, Çekdar, Dersîm, Roza, Ozan, Doza bi dehan hevalên me ji vê pêvajoyêre pêşengtî û fermandarî kirin. Bi biryar, hêz û vîneke mezin meşiyan û şehîd ketin. Bi dehan heval jî li pêy wan meşiyan û têkoşîna wan berdewam kirin. Bi taybetî di şerê gerîla de bi şêwazên nû li gund, çiya û bajarên Kurdistanê asteke bilind a têkoşînê derxistin holê. Asta ku wan derxistiye holê, ji bo gelê me bû hêvî û berxwedaneke mezin. Em di wê baweriyê de ne ku li ser şopa van lehengan hêzên gerîla wê sala 2017'an bixin sala azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Armanc û amadekariyên hêzên me yên gerîla li ser vê esasê ne.
Wê dewam bike...