Fraksyona YNK’ê ragihand ku ya di proseya darizandina hin rojnamevan û çalakvanên civak sivîl ên herêma Behdînan ku li dadgeha pêdeçûnê ya Hewlêrê qewimî, li ser azadî fikir û ramanê û azadiya rojnamevanî bûye. Ev di demekê de ye ku her du maf jî di destûrê de hatiye parastin û desthilat jî li hemberî her du mafan berpirsiyare.
Fraksyonê her wiha diyar kir ku li gorî prensîbên navdewletî jî divê serweriya dedweriyê serbixwe be û nabe ku di bin hegemonya desthilatekî din de be. Lê encama darizandinê ji raya giştî re nîşan da û eşkere dike ku darizandin weke mijarek siyasî ye hatiye berevajîkirin.
Di daxuyaniya fraksyona YNK’ê de hatiye gotin: “Di çarçoveya nêrandina me de ya ji azadiya fikir û ramanê û serweriya yasayê ku nayê guhertin û heya dawiyê pê bawerin, daxwaz dikin ku dadgeha pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya yasayî de bi erkê xwe yê yasayî rabe û ew ji rêderketina yasayî ya di proseya darizandina rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînan ya li dadgeha Hewlêrê pêkhatî de, di qonaxên din ên darizandinê de sererast bike û mafê xwediyê mafan vegerîne wan.”
Fraksyonê her wiha daxwaz kir ku biryar bi şêwazekî bê rastkirin û wiha pêde çûye: “Welatiyên Herêma Kurdistanê ji hikma dadperweriya dadgehan bê hêvî nekin û bi ti awayî rê neyê dayîn ku desthilata dadwerî û serweriya yasayê bi rikberiya siyasî re bê tevlîhevkirin.”