Fînansorê îdeolojîk ê DAIŞ’ê jî Erdogan e

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altun diyar kir Serokkomarê Tirk Erdogan fînansoriya aborî,leşkerî, siyasî, îdeolojîk a çeteçatiya DAIŞ-Nusra ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn diyar kir dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan ew hêza sereke ye ku çetetiya DAIŞ-Nusra kirine bela serê Rojhilata Navîn û wiha bi nav de çû, ‘’Li gel ku ev tê zanîn jî di nêzîkatiya Ewropa, DYE û Rûsyayê de helwesteke paralelî vê nîşanî Tirkiyê nadin. Stratejiya wan şîlo ye, nabêjin ka pêşbiniya çi dikin, taktîkên wan jî nayên fêhmkirin’’

Di beşê hevdîtina me ya îro de me pirsa operasyona Reqqa kir, her wiha encamên wê yên pêkan û pozîsyonên ku aliyan girtin.

Di demeke wiha de ku operasyona Reqqa didome, xistina li baregeha YPG’ê ku pêkhateya sereke ya QSD’ê û hêza pêşeng e, tê çi maneyê?

Encamên operasyonên Reqayê wê qedera Sûriyê biguherînin. Şikestina DAIŞ’ê ya li vir, wê were maneya têkçûna wê ya teqez. Wê deriyekî demokratîk, azad û federal li Sûriyê veke. Di hîmê operasyona QSD’ê de jî ev heye.

Hêzên herêmê û hêzên navdewletî li ser vê siyasetê dikin. Tirkiye di vê operasyonê de nîn e, li Minbicê hate rawestandin. Operasyona bi QSD’ê re tê meşandin hem Tirkiye û hem Rûsyayê ne rihet dike. Herdu jî li derî vê pêvajoyê de, lê li wê eniyê pêvajoya domdar e.

Dema ku QSD Reqayê azad bike encama pêşî ya ji bo QSD’ê û hevalbendên wê; wê encameke ku ji bo Rûsya û Tirkiye ne baş e derkeve holê. Di bin êrîşa dawî ya Tirkiyê de hewldaneke wiha ya destwerdanê heye; dixwaze ku hêzên QSD û YPG’ê ji eniya Reqayê dûr bixe. Bi vî rengî wê azadkirina Reqa asteng bike û bibe asteng ku QSD-DYE bigihijin encameke stratejîk. Her tişt wê li bin guhe hev bikeve,  dema ku lîstik nû hate danîn, ez dikarim dîsa siyaseta xwe sazkar bikim û bi hêzeke hîkartir dikarim xwe bidim ferzkirin. Ramana wê ya taktîk ev e. Armanca êrîşên pêşî û dawî jî bi mebesta sabotekirina operasyona Reqayê ye.

Hem wê fersendên bidin ku DAIŞ zêdetir bijîn, wê emrê DAIŞ’ê dirêj bikin, hem wê serketin û encamên ku bi têkoşÎna dij DAIŞ’ê re sabote bikin û kaosê kûr bikin. Di kaosa kûrbûyî de wê gelek hêz neçar bimînin ku lîstikê ji nû ve deynin. Siyaset û tifak ji nû ve wê diyar bibin û bi vî rengî dîsa bext wê li Tirkiyê û PDK’ê vebe.

Di vê rewşê de DYE, Ewropa û Rûsya û hêzên herême di çi pozîsyonê de ne?

Bi taybetî di van 5 salên dawî de piştî ku çetetiya DAIŞ-Nusra li Sûriyê û Iraqê geş bû, rewşa  Tirkiyê tam zelal bû. Ên ku DAIŞ, Nusra û hevşibên wê kirin bela serê Rojhilata Nanîn dewleta Tirk a bi rêveberiya Erodgan e. Ê ku ji hêla aborî, siyasî, îdeolojîk de jî wan fînanse dike Erdogan e.

Hûn dikarin ‘’fînansmaniya îdeolojîk’’ hinekî vekin?

Tim mirov were ser kursî û argûmanên Îslamî bi kar bîne ev fînansmaniya îdeolojîk e. Tîne wir ku ew fînansmaniya îdeolojîk dike. Li şûna DAIŞ’ê bikaranîna peyva DAEŞ’ê jî nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Tim DAIŞ’ê ji hêla îdeolojîk, polîtîk, leşkerî û aborî ve fînanse dike. Polîtîkayên wî yên li ser Iraq û Sûriyê jî tim qadê ji DAIŞ’ê re vedike. Ji bo ku pêşî li dewletbûna hişmendiya DAIŞ’ê veke û hegemonyaya xwe ya Rojhilata Navîn ji vê navendê berbelav bike ev kir.

Helwesteke ku li dijî vê diyar bûyî nîn e?

Li gel ku rewş ev e û ev tê zanîn jî helwesteke paralelî vê li dijî Tirkiyê nehatiye nîşandan. Ne Ewropa, ne Rûsya nîşan daye. Stratejiya wan şîlo ye, nabêjin bê ka li Rojhilata Navîn çi dixwazin. Taktîka wan jî nayê fêhmkirin. Bi giştî dibêjin Rojhilata Navîn a Demokratîk û hew. Bi gotina Rojhilata Navîn a Demokratîk tu daxwazekê, pergalekê venabêjî.

Yek bi yek li ser aktoran em dikarin biçin?

Baş e, em yek bi yek bineri. Her yek jê mijara nîqaşên dirêj e lê em bi kurtasî bibêjin:

*DYE li gel hemû hewldanên wê yên ku zorê dike jî tavîzan dide Tirkiyê, hewl dide ku wê hevsengê de bihêle, dixwaze bîne rewşeke ku xizmetê ji berjewendiyên wê re bike, di rewşa namenê de jî tine nake û dixwaze di dest xwe de bigire.
 

‘Bi siyaseta xwe tawanbariyên li ser xwe qebûl nakin’

*Nêzîkatiya Ewropa hê xirabtir e. YE ya bi pêşengiya Elmanya li gel hemû tawanbariyên Erdogan, ehmeqiyên wî bê bersiv hişt. YE dîsa xwest li cem Erdogan xuya bike. Erdogan ji we re got faşîst,; ji hêla îdeolojÎk, polîtîk, pergalî, çandû û exlaqî ve hûn kêm xistin. Ev bi qarewarê kir. Bi gotina ,’’Em ê têkiliyên xwe bi Tirkiyê re nebirin, em dixwazin têkiliyên me bidomin, em dixwazin Erdogan li cem xwe bibînin’’ hem prîm da encamên referandûmê yên ku guman li ser hene û hem jî hemû gotinên Erdogan meşrû kirin. Ev polîtîka dike ku desthilatdariya Erdogan bêhtir bibe faşîst. Bi vî rengî ne pêkan e ku mirov Erdogan bide sekinandin. Bêhtir teşwîqê dide Erdogan, hegemonyaya wî ya li ser civakê wiha zêdetir dibe û çi qas civakên etnîk û dînî hebin wê bêhtir bi ser wan de biçe.

*Rûsya ji ber nakokiyên xwe yên bi Ewropa û DYE’yê re; li ser zemîna tifaqa ya bi Sûriyê û Îranê re, têkilyên wê yên bi Tirkiyê re taktîk in û ne paqij in. Bi rota Tirkiyê hesabê entegrebûna hêzên QSD’ê jî dike. Biya min êrîşên dawî bawer nakim bêyî agahiya Rûsya bin. Biya min Rûsya prîm daye êrîşeke wiha. Çawa ku DYE’yê li rejîmê xistibe, dibe ku Rûsya jî bi destê Tirkiyê li navenda YPG’ê xistibe.

Pêkan e ku mijara Rûsya vekî?

Niha tenê vê lê zêde bikim; taktîka Rûsya, sedema ku Tirkiye kirî Sûrî de ev e; dijminatiya li Kurdan a Tirkiyê bi kar tîne û dixwaze Kurdan mehkûmî Esad bike. Polîtîkaya wê ev e. Ev polîtîkayeke pir taloke ye û teqez divê Rûsya dev ji vê polîtîkaya xwe biqere.

Çima?

Wiha bibêjim:

*A pêşî; bi Tirkiyê çavtirsandina Kurdan şaşîtiyeke pir mezin e. Li vir tenê dikare rastiya xwe deşîfre bike û bi kêrî tiştekî dî jî nayê. Kurd çawa ku ev 40 sal in têdikoşin ji niha û pê de jî li dijî Tirkan wê têkoşîna xwe bidin.

*Ya dî; ji hêla stratejîk ve xetayeke mezin e. Kurd Sûriyeyeke federal û demokratîk dixwazin. Kurdên ku vê dixwazin gelê herêmê ye. Ne hêzeke ji derve ye û organê hêzeke derve ye. Te Tirkiye anî kire Cerablûsê, Babê û niha jî dibêjî ez ê Tirkiyê bînim Efrînê. Baş e, Tirkiye siberojê wê spasiyê li te bike? Dema ku ji hêla stratejîk ve binerî malkambaxiyek heye. Mixabin polîtîkaya taktîk, pragmatîk, ji bo berjewendiyên rojane dikarin stratejiyê têk bibin. Niha talokeyeke wiha heye.

Ên ku pêşî li êrîşa Tirkiyê vedikin, dipejirînin wê siberojê çi bibînin?

Di siberojê de dikarin bi rengekî mezin têk biçin. Anîna Tirkiyê wê krîzê, kaosê, neçariyê kûrtir bike. Heke Tirkiye bi vî renî têkeviyê Sûriye siberojê bi rengekî hê kûrtir wê dabeş bibe. Li vir rista Rûsya diyarker e. Dema ku hesab dike ku Kurdan radestî rejîmê bike, divê wê rîska ku ew jî bi rejîmê re têk biçe bîn ber çavan.