Fikrê Serok ji bo her kesî pêwîst e -ÇAVDÊRÎ

"Li vir jiyaneke komunal heye, hevaltî heye. Ji bo azadiyê şer tê kirin. Pêwîste her  mirovek li cîhanê Serok nas bike û felsefeya Serok bixwine. Ji ber ku tevahiya mirovahiyê vedihewîne."

Belê ev gotin ji devê ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku tevlî refên PKK'ê bûye diherike. Em careke din li ser şiverêyên gerîla ne. Her ku rê dirêj dibe bîranîn jî bi wê re mezin dibe. Rênasê me Rûmet her gava ku em diavêjin bi me dide naskirin. Bi salan gerîla di van rêyan de meşiyane. Kêlî bi kêlî  her demên wê, ji me re  tê gotin.

Em li cihekî bêhnê vedidin. Cihê ku rênasê me Rûmet ji bo bêhnvedanê hilbijartiye, cihekî bilind e. Ji wê derê re dibêjin Girê Zendûra. Wexta mirov derdikeve ser vî girî mirov dibêje qey  tevahî  cîhan di bin lingê me de ye. Cihê ku me bêhna xwe lê veda min got, pir bilind bû.  Tam me digot em ê bêhna xwe vedin,  rênas Rûmet ket dewrê. Ji me re got 'ez çi ji were bêjim hûnê wisa bikin'.  Me jî ew neşikand û me wekî wî kir. Rûmet bi dengekê nizm hat ber guhê me û wiha got: 'Ev jî efsaneke gerîla ye'. Rûmet em birin ser kevirekî bilind û got destê xwe vekin û çavên xwe bigirin. Bi xwezayê re xwe bikin yek ji derveyî hewa, ax, dar, dengê çûkan li tiştekî din nefikirin. Me jî heman tişt kir. Bi rastî nêzî pênc deqeyan em wisa man.  Ew kêlî ji bo min ewqasî bi nirx û bi hest bû.  Carna dibêjin, hin tişt bi gotinan nayê ser ziman, tiştekî wisa bû.  

Piştî wê me meşa xwe dewam kir.  Wexta em gihîştin cem gerîla, bi rûkeniya xwe em pêşwazî kirin.

Em çend rojan li cem wan gerîlayan man.  Heta niha ez çiqasî li nava yekîneyên gerîla geriyam, min her tim li çîrokên gerîla guhdarî kir. Vê carê jî hinek çîrokên ku bala min kişandin min guhdarî kirin û min xwest binivîsînim. Di nava gerîlayan de herî zêde çîroka  gerîlayê bi navê  Reşît Helo bû. Gerîla Reşît bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Leşkeriya Îranê bi darê zorê kiribû. Piştî ku zilma dewleta Îranê dît, xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Min jî nexwest ev fersend ji destê min biçe û  min lê guhdarî kir.

ÎRANÊ BI DARÊ ZORÊ LEŞKERÎ BI ME DA KIRIN

Gerîla Reşîd qala serpêhatî û jiyana xwe kir: "Ez beriya tevlî bibim min leşkeriya Îrane kir.  Bêguman di leşkeriya Îranê de pir zor û zehmetî min dît. Min nedixwest ez leşkeriyê bikim. Lê bi darê zorê leşkertî bi min dan kirin. Nêzî 11 salan min leşkerî  kir. Leşkeriya Îranê piranî li ser  şeriata diyanetê ye. Dixwazin  mirov bixapînin. Ji bo  ku civakê bi xwe re girê bidin vî tiştî dikin.  Demek şûnde ez derbasî  Tahranê bûm.  Min berê eslê xwe baş nas nedikir. Ez asîmîle bûbûm. Polîtîkayên dewletê yên li ser ciwanên Kurd ev bû.  Li Tehranê jî, min xwest ez derbasî Ewropayê bibim. Lê li wê derê hinek hevalên min ji min re gotin; 'çima tu yê biçî Ewropayê. Li şûna wê tevlî refên azadiyê bibe. Ji gelê xwe re xizmet bike'. Li ser gotinên wan jî ez hatim tevlî bûm."

JI BER KU EZ DERENG TEVLÎ BÛM, EZ REXNEDAYINA XWE DIDIM

Gerîla Reşîd dema behsa piştî tevlîbûyîna xwe dike hestiyar dibe.  Ji ber ku di jiyana xwe de pir guhertin çêdike.  Serokê xwe nas dike, xwe nasdike. Reşît wiha didomîne: "Li ser vê esasê min biryara xwe da ku ez tevlî tevgera azadî bibim. Piştî ku ez tevlî bûm min fikreke nû, zanisteke nû dît.  Min di civakê de nedizanî ka ez çawa bijîm. Ez dijiyam lê jiyaneke bê wate bû.  Piştî min jiyana Serokatî nas kir min ji xwe re ev gotin got: 'Ji ber ku ez dereng tevlî bûm, ez rexnedayîna xwe didim'. Mînak berê nêzîkatiyên min ji bo jin ê pir çewt bûn. Min ew weke vîn nedipejirand. Ez  li gorî civakê nêzî wan dibûm. Lê niha ez dizanim ku ew pêşengên şoreşê ne. Wekî din li vir jiyaneke komunal heye. Hevaltî heye. Ji bo azadiya xwe şer kirin heye.  Pêwîste her  mirovek li cîhanê Serok nas bike û felsefeya Serok bixwine. Ji ber ku tevahiya mirovahiyê vedihewîne. Niha armanca min a herî mezin ew e ku ez ji bo Serokê xwe şer bikim da ku ez azadiya Serokatî pêk bînim. Ez li vir bang li tevahî ciwanan dikim ku werin tevlî şoreşê bibin. Tenê bi vî awayî em dikarin azadiya gelê xwe, Serokê xwe bi dest bixin."

Belê ev ne gerîlayê yekemîn e ku em lê guhdarî dikin û li ser dinivîsînin. Bi sedan gerîlayên weke Reşîd hene û  hatine tevlî nava refên gerîla bûne. Jiyana gerîla di kesayetiya wan de  guhertinên berbiçav çêkirine.