Fîdan: Li Silopya ne qereqol wê malên gel hebin

Yek ji namzetê hevseroka şaredariyê ya Silopya ya HDP'ê Adalet Fîdan got, ''Em saziyên xwe yên ku hatine girtin hemûyan dîsa vekin. Dema ku gel hat, wê ew hîs bi wan re çênebe ku çûne qereqolan lê wê xwe li malên xwe hîs bikin.''

Ber bi hilbijartinan ve li Kurdistanê yek ji devera ku tevger lê zêde çêdibe Silopya ye. Namzeta Hevşaredariyê Adalet Fîdan got gel dilxwazê wan e.

DI NAV XEBATÊN JINAN DE CIH DIGIRE

Fîdan 1981'an li gundekî Silopya jidayik dibe, salên 90'î dema ku dewleta Tirk şewitandin û valakirina gundan mîna polîtîkayeke qirkirinê dide ber xwe, ji neçarî ji gund derdikevin û berê xwe didin Silpyayê. Fîfan sala 2010'î di nav akademiya jinê de dest bi xebatê dike, heta 2014'an li Kurdî-Derê dixebite û hilbijartina bihurî endamtiya meclîsa şaredariyê dike.

'EM Ê XEBATÊN XWE ZÊDETIR BIKIN'

Fîdan bal kişande ser qeyûmên dagirker û got, qeyûm anîne ser keda wan, daxwaza gel û vîna wan û dema ku ew bala xwe didine hewldanên qeyûm tê dîtin ku qeyûm zexta zêdetir li ser jinan û saziyên jinan kiriye. Fîdan her wiha got ji bilî jinan zexteke zêde li ser ciwanan jî hatiye kirin, rojane zehmetiyên ku qeyûm bi wan dide jiyîn zexta li ser gel e. Fîdan got, dema ku şaredarî dîsa bi dest xistin ew ê saziyên xwe yên ku hatine girtin dîsa vekin û zêdetir bikin.

'EM Ê PÊŞNIYARAN BIDIN GEL, GEL JÎ WÊ PÊŞNIYARAN BIDE ME'

Fîdan got ew ê rêberiyeke wiha deynin ku gel rasterast wê xwe di nav rêveberiyê de bibîne û domand, ''ew ne şaredariyên ku bûne mîna qereqolan lê wê germahiya li mala xwe li şaredariyan bibînin. Silopya ji 11 taxan pêk tê. Her serê mehê li meclîsên gel ên taxan em ê werin cem hev. Ew ê projeyên xwe bidin ber me û em ê jî projeyan bidin ber wan. Heke neyên qebûlkirin em ê sedema wê baş fêhm bikin û bidin fêhmkirin. Van civînan jî em ê li malên gel bikin. Ha, heke destûra tiştekî wiha nedin em ê li kuçeyan, li hewşan bi gel re van xebatan bikin.''

'EM Ê JINAN ZÊDETIR TEVLÎ NAV ABIROYÊ BIKIN'

Fîdan got projeyên wan hene ku jinan zêdetir tevlî nav jiyana aborî bikin û domand, ''Daxwaza qeyûm û jinan jî ew e ku jin di malê de asê bimînin û hewceyî hev bi. Ji ber vê jî pêşî saziyên jinan girtin. Daxwaza pergalê ji me ev e: ''Jin bila di nav çar dîwaran de bimînin, li zarokan binerin û xwarinê çêbikin''. Lê em vê qebûl nakin.''