Fermandariya YJŞ’ê: YJŞ berdewamkirina doza Bêrîvanan e

Fermandariya YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Şehîd Bêrîvan (Binevş Egal) di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û banga tevlîbûnê li nav refên YJŞ’ê kir.

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî Şehîd Bêrîvan (Binevş Egal) a ku di 22’ê Mijdara 2015’an de şehîd bûbû, bi bîr anî û banga tevlîbûna nava refên YJŞ’ê li gelê Êzidî kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera Fermî ya YJŞ’ê hatî weşandin wiha ye;

“Dî dîrokê de her berxwedanî û tekoşîna kû hatiye meşandin bi berdêlên giranbuha re pêş ketiye û herî dawî bi serkeftî encam bûye.  Dî dîroka Ezdatiyê de jî li hemberî hemû êş, ferman û rûxandinên ku hatiye jiyîn, bi têkoşînên ku hatine meşandin ve berdêlên giranbuha hatiye dayîn û lehengtiya ku hatiye jiyîn van berxwedaniya li ser pelên dîrokê de nexş kiriye. Bi berxwedaniyên bê hempa yên ku li hemberî xiyanetên ku sazûmanên fermanan e, li Şengalê jî dîroka qehremantiyê li ser vê axa pîroz hatiye nexşandin.

Dîsa li hemberî xiyaneta PDK’ê yê ku aferînderê fermana 2014 ye, bi pêşengtiya gelek hevalên me ya leheng ve, li Şengalê ji nû ve xeta berxwedan û tekoşînê hatiye meşandin. Bi vê fermanê re, di bin siwana parastina cewherî ya gelê Êzîdî de, gelek qehremanên ku ji bo tolrakirina eşên ku hatine jiyîn xwe bi çek xemilandin û di ve oxirê de gihiştin şehadetê, ji bo peyrewên xwe bûn xeta berxwedan û têkoşînê. Yek ji qehremanên me yên ku bûye nîşana têkoşîn û berxwedaniya li Şengalê jî, Şehît Bêrîvan Şengal e.

Hevrêya me Bêrîvan, dema li Şengalê, bi fermana 3’ê Tebaxê ya ku dengê qêrînên mirinê lê bilind dibû, li ser armanca tolgirtina êş û kelemên ku hatine jiyîn, di laşê xwe ya ciwan, bi dilê xwe ya mezin re xwe bi çek û rext xemiland û ji bo bibe perçeyekî têkoşîna azadiyê, sonda bûyîna bersiva qêrînên jinên Êzîdî da. Şehît Bêrîvan birêxistin û zanistbûna jinên Êzidî di tevahî jiyana xwe de, ji xwe re kir armanca sereke. Di bingeha vê armancê de zanîstibûn ji bo xwe kir pîvan û di nav vê têkoşînê de bi sekna xwe ya mînak, bi bîryar û  vîna xwe re bû peyrêvê Şehît Berîvan (Binevş Egal) Şehît Xanê û bi vê mîrasê bû nîşaneya tekoşîna me ya jinên Êzîdî.

Rêheval Bêrîvan, ya ku heya kêliya dawiya jiyana xwe bi biryar û vîna xwe, bû nîşana têkoşîna me û di 22 Mijdara 2015’an de gihişt şehadetê. Di şexsê rêheval Bêrîvan de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar kirinê, didin. Em wek jinên Êzidî, di rêya Binevş û Bêrîvanan de bûyîna soza tolhildanê dubare dikin û bi meşaleya azadiyê ya ku me ji şehîdên xwe dewir girtiye.

Heta kêliyê xwe ya dawî bi biryar û vîna xwe re, rêheval Berîvan ji me re bû ronahî û serbilindiyek û bi şehadeta xwe ya 2015’an 22 yê Mijdarê gihişt rêwîtiya xwe ya dawî. Li ser vî esasî di kesayeta Şehît Bêrîvan de em bejna xwe li hember tevahî şehîdê şoreşê ditewînîn  û wan bi bîr tînin. Wek jinên Êzîdî di rêka Binevş û Berîvan de soza tolhildanê nû dikin û em car din sonda tolhildana wan didin û meşaleya azadiyê, ya ku me ji şehîdan dewir girtiye bi armanca tolgirtana  jinên Êzîdî ya ku bi hişmendiya dagirker, xiyanetkar û pergala dagirkeriyê hatin qetil kirin, em jî bîr nakin û xwe di her qadê emê xwe rêxistin bikin. YJŞ’ê berdewamkirina doza Bêrîvanan e. Wek Jinên Êzîdî  ku me li ser vê xetê xwe bi rêxistin kir em cardin nahêlin ku fermanek din li ser vî gelî were jiyîn û destûrê nadin ku jin di bazaran de were firotin.

Di salvegera şehadeta hevrê Bêrivan de, em wê bi rêz bi bîr tînîn û di serî de tevahî jinên Êzîdî, li hemû jinên Başurê Kurdistan û yên Iraqê, banga tevlîbûna refên parastina xwe ya cewherî ya YJŞ’ê û mezinkirina têkoşînê dikin.”