Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê serkeftina QSD'ê pîroz kir

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina QSD'ê, YPG/YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir û got, ''Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemeke nû bi xwe re anî û bû nirxê hevpar ê tevahî gelan.''

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina QSD'ê, YPG/YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir û got, ''Em serkeftîna bi dawîkirina DAÎŞ’ê di serîde lî afrînerê ruhê vê berxwedanîyê, lehengê ku dilop dilop xwîna xwe dane ber azadîyê û bi xwîna xwe xeyale me kirin pêşeroja azad, li tevahî cangorîyê azadiyê li gele Kurdistanê û Êzîdî, lî Sûriyê têvahî Rojhilata Navîn û cîhane, tevahî dayîk û malbatê şehîda û berxwedêrên di vê têkoşînê de gazîbune, lî tevahî gelê azadîxwaz, li tevahî jînê berxwedêr, bi teybet li YPJ û QSD'ê pîroz dikin. ''

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê got, ''Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemeke nû bi xwe re anî û bû nirxê hevpar ê tevahî gelan'' û hate domandin:

''Di van êrişê dagirker de wek Şengalê em jî fermanekî mezîn jiyan, li hember vê fermana bi serme da hatî hêzên YPG û YPJ sînorê welatê xwe derbas kirin û bi vekirina korîdorê, bi şerê berxwedaniyê a li hember fermanêde bûn xwedî kedeke pir mezin. Bi wesîleya bi dawîkirina DAÎŞ’ê em sipasiyê xwe pêşkeş dikin. Wek zarokê gelê Êzîdî piştî vê fermanê me tola xwe  bi YBŞ û YJŞ rexistin kir û li ser axa pîroz DAÎŞ jî holê rakir. Dîsa li gel vê jî lî Minbic, Reqa û deverê din, bi YPJ û QSD mil bi mil di heman çepera de li hember DAÎŞ şerkirin jî bo me rumetekî pir mezin bû. Ev roj rojekî dîrokî ye, hêzê berxwedaniyê tiştê ku di aqil û xeyalê kesî de nebû pêk anî. Bu model û cesareta têkoşîna azadiya gelan. Bi vê re jî yekîtiyekî bê hempa lî ser vê axê ava kir.''

Berdewamiya daxuyaniya Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê wiha ye:

''Wekî tê zanîn bi plansaziyeke dagirkerî, bi navê DAÎŞ’ê, sisiyê meha heştan xwestin fermaneke bi serê gelê me de bînin û koka me ya resen ji holê rakin. Di serî de bi hezaran keç, dayik û yên ku berxwedan û teslîmî dagirkerîyê nebûn. Xwîna xwe li ser axa Şengalê ji me re kirin dîrok û bi hezara keç, dayîk însanê me ketin destê van hovên dîrokê de, bi saya serê pakrewanên azadiyê  tenê me ev êrîşa hovane neşikand di heman demê de bi rêxistinekê parastinê yê bi hêz me bersiva vê fermanê da. Di vê têkoşîna me de dîlên xwe ên di destê DAÎŞ rizgar kirin, bû peymana me a tol û rûmetê. Di rizgar kirina dîlgîrtîyê destê DAÎŞ’ê de kedek mezin a hêzên YPJ û QSD çêbû, em cardin bi wesîleya vê rojê  sipasiyê xwe raberdikin.

Encama xeleka dawî ya vê berxwedaniyê a bi navê Bagera Cizîrê hatî avakirin. Ji bo gelê Rojava, Sûriyê û cîhana azadîxwaz xwedî wateyek pir girîng e. Lê bi teybet jî bo civaka Êzîdî xwedî wateyek mezîn e. Ev serkeftina bi xwîna şehîdan bi ked û berxwedaniyekî bi rûmet ava bû, mezîn bû û bu mîrateke dîrokî û cîhanî. We bi ruhê ku dayî avakirin di dahatuya me da wê bibe hêz, rexistin û têkoşîna temînata pêşeroja azadiya gelê bindest.

Li ser vî bingehî em hêzên YBŞ û YJŞ vê serkeftina dîrokî û keda mezîn li we, li tevahî berxwedêran û li gelê azadîxwaz pîroz dikin. Ji bo YPJ û QSD'ê di erkê dema nû de serkeftînê dixwazin.''