Fermandariya YBŞ'ê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Fermandariya YBŞ'ê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û destnîşan kir ku li dijî fermanên nû yên ku bi destê dewleta Tirk û xiyanetê li ser wan tê ferzkirin, wê hîn bi xurtî li ber xwe bidin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de em tevahiya şehîdên xwe yê rizgarkirina Şengalê, bi hezkirin, hurmet û rêzdarî bi bîr tînîn, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Soza ku me dane wan şehîdên xwe; li ser şopa wan lehengan em ê teqez bi serketinê tacîdar bikin."

'GERÎLA JI BO CIVAKA ME NAV Û SEMBOLA AZADIYÊ YE'

Fermandariya YBŞ'ê bi bîr xist ku beriya bi 8 salan bi destê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke qirkirinê li ser civaka Êzidî hate kirin û got, "Li dijî vê qirkeriyê, gelê me bi îrade û baaweriya xwe, bi derfetên kêm li ber xwe da. Ev berxwedan veguherî wê têkoşînê ku hesabên dijmin li bin xist. Bi taybetî gerîlayên azadiyê yên HPG û YJA Starê berdêl, fedekarî, qehremanî û kedeke mezin di ber gelê me de dan. Em heta dawiyê deyndarê wan in. Di wan rojên herî giran û bêderfet de wan egîdan di pêşengiya Mam Zekiyan, Egîd Civyanan, Dilşêr Herekolan, Nujînan, Çekoyan, Memoyan û Rusyaran Dilgeş û Agiran heyanî Seîdan, Şîlanan, Nujiyanan, Dijwar û Azadan de xwedî li gelê me derketin û ji bo rizgarkirina axa me ya pîroz heyanî dawiyê têkoşîneke bêhempa raber kirin. Di oxira rizgarkirina gelê me û axa me de dûrî ji dudiliyê, dûrî ji berjewendiyên takekesî bi rengekî bêqisûr têkoşiyan. Li ser vî esasî em van qehreman û pêşengên xwe bi rêzdarî, hurmet û hezkirinê bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Ew ji bo civaka me sembol û navê berxwedanê ne, navê têkoşînê ne û navê azadiyê ne."

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê wiha dewam kir:

"Ji demên bihurî heta bi êrîşên DAÎŞ'ê, her tim qirkirin li ser civaka me hate ferzkirin, dagirkerî li ser xaka me hate ferzkirin, tunekirin li ser ol, bawerî, pîrozî û çanda me hate ferzkirin. Civaka me dan koçberkirin, komkujî pêk anîn, keç, zarok, jin û ciwanên me revandin. Gund û bajarên me talan kirin; pîrozgehên me xira kirin. Xwastin tiştekî bi navê civaka me li ser rûyê erdê nehêlin. Bi hişmendî û feraseteke vî rengî bi ser me de hatin. Li hemberî hişmendî û feraseteke wisa ya dijî mirovahiyê û exlaqê, meşandina têkoşînê bêguman ne hêsan bû. Bi rastî jî wê demê, hebûna derfetên têkoşînê li aliyekî, derfetê jiyanê ji bo me nehatibû hiştin."

'CIVAKA ÊZIDÎ XWE LI DORA FIKIR Û FELSEFEYEKÊ BI RÊXISTIN KIR Û DEST BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ KIR'

Di daxuyaniyê de fermana 2014'an a bi destê DAÎŞ'ê hate bibîrxistin û hate gotin, "Di rewşeke ewçend giran û zehmet de ku derfet tune bû, civaka Êzidî bi pêşengiya Seîdan, Berxwedanan, Dijwaran, Zerdeştan, Berîvanan û Pîr Hemîdan bi yek fikir û felsefeyê xwe bi rêxistin kir û me dest bi têkoşîna azadiyê kir. Bi yek armancê me şerê azadiyê meşand. Me bi wê îradeya xwe li kêleka gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hesabên dijmin di paxila wan de hişt û me rê neda ku xwe bigîhînin armanca xwe."

'LI HER BIHOSTEKE VÊ AXÊ XWÎN HATIYE RIJANDIN, BI BERDÊLÊN GIRAN NIRX HATINE AFIRANDIN'

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, ku destketî û nirxên hatine afirandin hemû encamên berdêlên giran e û got, "Bihosteke vê xaka qedîm nemaye ku xwîn li ser nehatiye rijandin. Helbet em ê di vê watê de bi gelê xwe yê berxwedêr ve van nirxan biparêzin. Ji ber ku van şehîdên me ev nirx û têkoşîn bi vî rengî dewrî me kirin. Wesayeta wan ew e ku em vê têkoşîna wan a hêja bi gelê xwe re dewam bikin. Ji bo wê jî eger di wan şert û mercên bêderfet de me kariye xwe bi rêxistin bikin em di roja me ya îro de bi saya keda şehîdên xwe dikarin xwe mezintir bi rêxistin bikin.. Eger me kariye dijminê mirovahiyê li ser vê axê binerd kiribe, em dikarin tevahiya êrîşên heyî têk bibin, eger me kariye em di bêderfetiyê de derfetan ava bikin, em dikarin îro bi tifaqeke bedew vê têkoşînê bimeşînin. Ji ber ku em îro bi saya keda şehîdên xwe yên qehreman gihiştine vê astê. Em îro xwedî wê hêzê ne ku destketiyên xwe biparêzin. Divê gelê me jî li ser vî esasî baweriya xwe xurt bike, wan rojan ji bîr neke û ji bo tolgirtina hemû şehîd û dilgirtiyên xwe têkoşînê mezin bike. Şehîdên me, dilgirtiyên me, keç, zarok, dayik, ciwan, bav û qalên me yê ku hêviya xwe dane me vê yekê ji me dixwazin.

'BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI DIJÎ HER CÛRE XIYANETÊ LI BER XWE BIDIN'

Her wiha berdêl çi dibe bila bibe li hemberî her cûre xiyanet û xwefiroşiyê, li hemberî her cûre êrîş û zextan, li hemberî her cûre feraset û hişmendiya qirkeriyê em ê li ber xwe bidin. Di vê demê de bi taybetî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hişmendiya tolgirtina DAÎŞ'ê careke din dixwaze axa me dagir bike. Li ser wî esasî êrîşên xwe bi berfirehtir dewam dike. Cardin bi destê xeta xiyanetê û xwefiroşan dixwazin feramanên nû li me rakin. Bi rêya MÎT'ê û şerê taybet ve êrîşên derveyî exlaq didin meşandin û van êrîşên xwe dewam dikin. Ji bo wê jî her roj siyasetek, leyîstokek û hevpeymanên cûda li ser civaka me çêdikin û dixwazin bi vî rengî xwe bigîhînin armanca xwe. Lê belê ev civaka qedîm çawa ku di sala 2014'an de li hemberî dagirkerî û qirkeriyê rabû û li ber xwe da, wê li hemberî dagirkerî û qirkeriyên nû bi mezintir li ber xwe bide. Di heman demê de wê xwedî li van nirx, destketî û keda xwe derkeve. Di her demê de em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, li ser şopa wan egîdan em ê hesabê mezin ji xwefiroş, ji xeta xiyanetê û sîxuriyê bipirsin. Ew kesên ku dibin heval bendê wan û dibin amûrê wan wê derkevin pêşberî vî gelî wê hesap bidin gel û şehîdên me. Soza me ji bo gel û şehîdên me wê li ser vê bingehê be."

'EM Ê VÊ TÊKOŞÎNÊ DEMILDEST BI SER BIXÎNIN'

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê bi vî rengî bi dawî bû:
 
"Li ser şopa pakrewanên xwe yên ku xwe ji bo civaka me fedakirine de em ê vê têkoşînê demildest bi serketinê re tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em ji şehîdên xwe yên destpêkê heyanî yên korîdora mirovahiyê, ji şehîdên xwe yên 11 mehan ku bi hemû hebûna xwe ve bi şev û roj di çeperên herî giran ê mehelê de têkoşînek bêhempa raberkirine û heyanî şehîdên xwe ê dawiyê bi hemû hezkirin û rêzdariyên xwe ve bi bîr tînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Bi pêkanîna soza me daye van egîdên xwe ve em ê têkoşîna wan a ku dewrî me kirine em ê bigihînin serketinê.

Li ser vî esasî em vê rojê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li gerîlayên azadiya Kurdistanê ku îro li çiyayên azad li hemberî dagirkeriyê destanan dinivîsin pîroz dikin."