Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, 5 gerîla bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, 5 gerîlayên 20'ê Cotmehê li herêma Şehîd Remzî ya Eyaleta Amedê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûn, bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Nûrsel Oktay bi nasnav Berçem Cîlo, Huseyîn Gozubuyuk bi nasnav Sabrî Tolhildan, Ûgûrcan Soybellî bi nasnav Amed Avaşîn, Ahmet Gozun bi nasnav Agît Koçer û Yûsûf Mûtlû bi nasnav Şevger Amed bi bîr anî.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ya li ser mijarê wiha ye:

"Em di saleke wiha de ne ku alaya me ya azadiyê bi pêşengiya hêzên me yên HPG û YJA Starê bi berxwedaniyeke mezin her roj tê bilindkirin. Her ku têkoşîna me ya azadiyê geş dibe êrîşên dewleta faşîst a TC'ê zêdetir dibin. Her ku ew rojên azad ku em bi gelê xwe û Rêbertiya xwe re bigihijin hev nêz dibin dewleta TC'ê jî ji bo ku vê asteng bike bi hemû hêza xwe êrîşê bi ser destkeftiyên gelê me de tîne. Dewleta TC'ê bi êrîş û operasyonên zêde ya bi ser hêzên me yên HPG û YJA Starê de ku hêza fedaî ya azadiya Rêberî û gelê me ne dixwaze pêşî li berxwedaniya me bigire. Ev êrîş ji hêla hêzên me yên gerîla ve bi berxwedaniyeke mezin têne şikandin û derbên giran li artêşa TC'ê dixin. Ev berxwedanaiya dastanî ya ku em li dijî artêşa TC'ê dikin, bi wêrekiya hevrêyên me yên şehîd û leheng, bi biryardariya wan û dilêriya wan pêk tê.

Yek ji wan êrîşên artêşa TC'ê ya faşîst ku bi giştî pêk anîbû 20'ê Cotmehê li eyaleta me ya Amedê, li qada Şehîd Remzî pêk hatiye û di encamê de şerekî giran di navbera hêzên  me yên gerîla û hêzên dijmin de pêk hatiye. Di vî şerî de 5 hevrêyên  bi berxwedaniyeke mezin derbên giran li dijmin xistine, bi lehengî li ber xwe dane û şehîd Bûne. Hevrêyên me Berçem Cîlo, Sabrî Tolhildan, Amed Avaşîn, Agît Koçer û Şevger Amed di vî şerî de şehîd bûne. Em şehîdên xwe yên Şehîd Remzî ku bi têkoşîn û berxwedaniya xwe alaya me ya azadiyê bilindtir kirine bi hurmet bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên ezîz em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê Ş. Remzî de sond dixwin ku heta ku azadiya Rêber Apo û gelê me pêk were em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

Endamê Konseya Leşkerî ya YJA Starê hevrê Berçem Cîlo di jiyana xwe ya têkoşînê ya 24 salan de tim bû sembola helwesta milîtanî ya dilsozê xeta Rêgbertî û bûye sembola nasnameya şervaniyê. Helwesta pêşengiyê û fermandariyê, helwesta jinê di şexsê xwe de berbiçav kriiye û bûye sembola helwesta têkoşer a jina azad. Hevrê Berçem 1993'yan, dema ku hê pir ciwan bûye tevlî nav refên azadiyê bûye, di jiyana xwe ya têkoşînê de ti m li qadên dijwar maye û bi mîsyona pêşengiyê berpirsyariyên ku ketin ser milê wê bi serkeftî bi cih aniye. Hevrê Berçem li tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê ya dijwar tim bi rengekî aktîf bi rola pêşengiyê rabûye. Di serî de di nav xebatên YJA Starê de, di nav xebatên HPG'ê de bi asta fermandariyê aktîf bûye û bi asta pêşeng bûye.

Hevrê Berçem a ku li Geverê ji dayîk bûye û bi awayê ku hêjayî vê axê be, têkoşiyaye. Hevrê Berçem bi salan li Zagrosê têkoşiyaye û bi erdnîgariya Cîlo, Çarçella, Govendê û Xakurkê bûye yek. Hevrê Berçem yek ji van kesan e ku li Zagrosan bingeha têkoşîna berxwedêr daniye. Dema ku şerê gel ê şoreşger dest pê kir, rêheval Berçem derbasî Qada Navîn a Bakurê Kurdistanê bûye û li vê derê di xebatên fermandariyê de cih girtiye û bi awayekî çalak beşdarî xebatan bûye.

Bi helwesta xwe ya mutewazî, kedkar û rûken bûye rêheval û fermandareke hêja. Di şexsê wê de rêhevaltiya jinan û şêwaza fermandariya jinan derketiye pêş.

Sabrî Tolhildan, Amed Avaşîn, Agît Koçer û Şevger Amed jî bi têkoşîn û berxwedana xwe helwesteke qehremanî nîşan dane.

Hevrê Sabrî yê ku di sala 2006'an de beşdar bûye, bi tecrubeya xwe bûye hevrêyekî pêşeng. Hevrê Amed bi helwesta xwe ya cesûr û bi moral li her qadê bi awayekî çalak tevlî xebatan bûye. Hevrê Agît û Şevger jî di vê pêvajoyê de ya ku dijmin bi awayekî hovane êrîş dikir, tevlî xebatan bûne û ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd bûne hevrêyên berxwedêr û cesûr.

Em di şexsê rêheval Berçem, Sabrî, Amed, Agît, Şevger de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine, bûne nûnerên bi rûmet ên azadiyê. Di vê pêvajoyê de ya ku têkoşîna me gaveke din nêzî azadiyê dibe, em soza xwe ya  serfirazî û tolhildanê careke din dubare dikin."