Fermandarên şerxwaz ên PDK'ê li Kanî Masî ne

Liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê ya li Kanî Masî zêde dibe. Îro bendeke din a kontrolê li gundê Qumriyê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye avakirin. Bi vî awayî di van 3 rojan de 3 xalên kontrolê li herêma Metîna hatine bicihkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî îro şandeyeke ji gelek wesayîtan pêk tê ji van xalan derbasî avahiya navçeya Kanî Masî bû. Di vê şandeyê de fermandeyê Duhokê kesê bi navê Şêx Elo û cîgirê wezareta pêşmerge Serbest Lezgîn cih digrin. Piştî Kanî Masî jî berê xwe dane deriyê Serzêrê.

Hêjayî gotinê ku ev her sê xalên hatine girtin weke xeteke ji Heftenîn heya navçeya Kanî Masî dirêj dibe. Hinek şîrove jî hene û dibêjin; ev amadekariya operasyoneke ji aliyê dewleta Tirk ve ye.

PDK her roj di alî hejmarê de çekdarên xwe û çekên giran li herêmê zêdetir dike. Dîsa xalên ku girtine bi bendên ax û konteyniran mezin dike û hêzên xwe bi awayekî veşartî li qadê bi cih dike.

Di her du rojên derbasbûyî de hêzên gerîla yên li herêmê çend caran berpirsên van xalên leşkerî hişyar kirine jî hêzên PDK’ê guh nade hişyariyan û avêtina gavên provokatîf û xeter berdewam dike.