Fermandarê YRK'ê: Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin

Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger anî ziman ku li gel provokasyonan jî wan dawî li agirbestê neanîne û got, "Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin."

Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger bûyerên ku di nava sala 2022'an de qewimîn, berxwedana gerîla, komkujiya ku li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF'ê re nirxand.

Şiyar Şevger diyar kir ku sala 2022'an ku saleke ji qehremanî û berxwedanê û got, "Di sala 2022'an de ji aliyê gelê Kurd ve şerekî dîrokî hate kirin. Lê şer û tecrîda herî giran li Îmraliyê tê meşandin. Ji roja dîlgirtina Rêbertî heta niha dewleta faşîst tecrîdeke giran dimeşîne. Ji ber Rêbertî rêberê gelekî bindest e, tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Polîtîkayên pergala Îmraliyê li tu qanûnan nîne, ne di qanûna dagirkeran de heye ne jî di qanûna mirovatiyê de heye. Li Kurdistanê jî şer bi awayekî cuda hem li ser gelê me hem jî li ser gerîlayê Kurdistanê tê meşandin. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me bi berxwedan û sekna xwe xwedî li Rêbertî derketin. Hêviya azadiyê û têkoşînê di felsefeya Rêbert Apo de dîtin û dibînin, ji ber vê yekê hem gelê Kurd hem jî gelên li Rojhilata Navîn xwedî li Rêber Apo dertên. Dijmin kîjan cure êrîşan li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bide kirin jî di encamê de berxwedana Rêber Apo van hemû êrîşên dagirkerên li Kurdistanê li bin dixe."

DAGIRKER LI BIN KETIN

Şevger destnîşan kir ku di sala 2022’yan de berxwedan û têkoşîna ku nehatiye dîtin û bihîstin hatiye meşandin û ev tişt anî ziman: "Bi taybetî li Behdînanê li dijî her cureyên teknîka dijmin berxwedaneke bêhempa hate meşandin. A rast dewleta faşîst a dagirker di sala 2022'yan de li hemberî tevgera Apoyî li bin ket. Ez destpêkê şehîdên sala 2022'yan ku bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn bi mînetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em ê berxwedan, vîn û baweriya wan bigihînin serketinê."

Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger bal kişand ser du qetlîamên ku di nav 10 salan de li Parîsê pêk hatin û wiha domand: "Di sala 2013'an de 3 jinên pêşeng li Parîsê ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve hatin qetilkirin. Hevala Sara li Rojhilata Navîn bi fikr û felsefeya Rêber Apo têkoşîna jinê meşand, ji ber vê yekê bû hedefa dewleta faşîst. Ev rewş ji aliyê dewleta Fransayê ve rûreşiyeke ji ber qetlîamê zelal nekir. Lê ji aliyê gelê Kurd ve zelal e ku ev qetlîam ji aliyê kê ve hatiye kirin. Ji aliyê din ve piştî 10 salan dîsa li Parîsê li heman cihê sê welatparêzên Kurd hatin qetilkirin. Dewletên dagirker û Fransa ji bo gelê Kurd û tevgerê bêdeng bikin hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Dewleta Tirk ji bo Kurdek welatparêz şehîd bixe li her derê di nav liv û tevgerê de ye. Şerê giran tenê li Bakurê Kurdistanê nayê meşandin li her dera ku Kurd hene tê meşandin. Lê wê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd van qetilan derxe holê û hemû êrîşan pûç bike. Her wiha em şehîdên 2015'an ên rêveberiyên xweser jî di salvegera wan de bi bîr tînin. Em ê têkoşîn û berxwedana wan ji xwe re bikin îlham û armanca serketinê."

SERDEM SERDEMA TÊKOŞÎNÊ YE

Şevger da zanîn ku weke hêzên leşkerî di sala 2022'yan de xwe ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve li gorî ruhu serdemê perwerde kirine û ev nirxandin kir: "Em xwe li gorî ruhê serdema nû, li gorî gerîlayê nûjen li dijî her cureyên êrîş û teknîka dijmin ên dagirkerên Kurdistanê pispor dikin û ji bo demê pêş li dijî her cureyên êrîşên dijmin bikaribin gelê xwe biparêzin em xwe li ser paradîgmaya Rêber Apo perwerde dikin. Li gorî stratejiya dayî pêşiya xwe li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna xwe domand û xwe bi rêxistin kir. Wek hêzên leşkerî di nirxandina salê de encama sala 2022'yan hat nirxandin û me li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xwedîderketina li şehîdan, li Rojhilatê Kurdistanê xwe ji bo sala 2023'yan amade kir û dikin jî. Em li gorî stratejiya heyî û agirbestê di nav salê de bi berfirehî nêzîk bûn û tu çalakî li dar nexist. Lê dewleta Îranê li gelek deveran operasyonan pêk anî. Li qadên ku hevalên me tê de ne Şaho, Mukriyan, Merîwanê û gelek deveran ji bo hevalên me şehîd bixin bi rê û rêbazên cuda bi ser hevalên me ve hatin, xwestin sebra me bipeyvîn. Lê wek hêzekî em ji xwe bawer in, xwedî îman û hêvî ne. Berjewendiya tevgera me berjewendiya gelê me ye, berjewendiya gelê me çi be em xwe li gorî wê birêxistin dikin. Em li dijî derxistina tevliheviya desthilatdariya Îranê ku xwest li ser hevalên me li herêmê pêk bîne, pir bi sebir nêzîk bûn. Em li gorî pêwistiyê agirbestê tevdigerin."

Şiyar Şevger destnîşan kir ku ev serdem serdama têkoşînê ye û got, "Divê besîc, cehş, li gel dagirkeran cih negirin û li pey tiştên madî nekevin. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye, dijmin nikare li pey hevalê me were, ji ber çiyayên Kurdistanê asî ne, dijmin li ser çiyayên me ne serdest e. Ji ber vê yekê Kurdên weke cehş, besîc dixe pêşiya xwe û êrîşan dike. Dijmin ji aliyê madî ve wan têr dike lê çi dibe bila bibe tu Kurdek xwe neyne vê astê, neyne asta ku ji bo madiyatê gelê xwe bikuje. Ji bo vê divê em rastiya dijmin nas bikin. Dijmin tu wextê gelê Kurd, civaka Kurd qebûl nake. Ger tu weke wî be te qebûl dike. Ji ber vê yekê divê cehş û besic rastiya dijmin bizanibin û li gel civaka Kurd cihê xwe bigirin, li gel gerîlayê Kurdistanê cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê em di serî de wan hişyar dikin."

HIŞYARIYA KARÊN KONTRA

Şiyar Şevger bi dewamî destnîşan kir ku dewleta Îranê di nav sala derbasbûyî de bi rê û rêbazên cuda xwest derbê li hêzên wan bide û wiha pê de çû: "Li ser navê me kontra xistin qadên ku hevalên me lê ne. Ev kontra li ser navê me diçin bi gel re diaxivin. Gerîlayên Kurdistanê gerîlayên Rojhilat bi çand, exlaq û pîvanên xwe tên naskirin. Divê gelê me danûstandina hevalê me û kesên weke kontra nas bike."

Di nav sala 2022’yan de dewleta Tirk bi alîkariya Îranê li hemberî gerîlayên Rojhilat gelek êrîşên hewayî pêk anî. Derbarê van êrîşan endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger wiha axivî: "Di sala 2022’yan de êrîşa dewleta faşîst a Tirk li ser qadên me hebûn. Bi taybetî li ser qada me ya Asosê êrîşên balafirê keşfê û şer kêm nebûn. Tirkiye vê yekê tenê kir, na! bi hevkarên Kurd û dewletên herêmî yên dagirkerên Kurditanê van êrîşan pêk anî. Ji bo vê ger însanek bi fikr û felsefeya Rêber Apo re rabe, têbikoşe û li Kurdistanê gerîla be dijmin ji bo tunekirinê bi her cureyan êrîş dike. Ji ber vê di sala 2022'yan de me şehadetan da.  Di serî de heval Rûken me li Şahoyê şehîd da. Hevaleke Ereb bû, ji bo têkoşîna azadiya jinê û civaka azad derbasî çiyayên Şahoyê bû. Hevaleke bi sekn û pîvan bû. Bi vê re girêdayî me hinek hevalên xwe heval Rêzan, heval Bawer, heval Serhed û heval Sîrwan, me ev hevalan şehîd da. Ev hevalên me di encama êrîşên Tirkiyeyê de şehîd bûn. Ev hevalên ciwan ji bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê bûn, ji bo li dijî dagirkerî şer bikin dest bi têkoşînê kirin. Sala derbas bûyî me ev hevalan şehîd da. Em van hevalan careke bi bîr tînin û em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Dewleta tirk divê bizanibe dê tu carî nikaribe kurdan ji hev cuda bike çiqas bi ser gelê me, bi ser gerîlayên Kurdistanê bên dê ewqas kîn û tolhildana me mezin bibe."

GEL ÊDÎ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ QEBÛL NAKE

Di sala 2022'yan de bi pêşengtiya jinan têkoşîneke têr û tijî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat meşandin. Şiyar Şevger bal kişand têkoşîna gelan û ev tişt anî ziman: "Bi pêşengiya jinan û bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilat û Îranê têkoşînê destpê kir. Sedsala ku em tê de ne pêwîst bi guhertinan heye. Desthilatdariya Îranê jî pêwîst e guhertinan pêk bîne. Pergala heyî nikare xwe di nav civakê de bimeşîne. Gelên li Rojhilat û Îranê dixwazin bi hev re bijîn, têbikoşin, desthilatdariya Îranê çi dike hemû gelan înkar dike. Gel li dijî polîtîkayên desthilatdariyê tijî bûye û hatiye ber teqandinê. Li ser vê yekê pergala Îranê dema xwe tijî kiriye, ger Îran di polîtîka û qanûnên xwe de guhertinan bike weke Rêbertiya me jî di parêznameya xwe de gotiye wê li Rojhilata Navîn dewleta herî pêşketî be lê ger nebe krîza li Rojhilata Navîn li Îranê kîlît bibe. Gel êdî polîtîkayên Îranê qebûl nakin. Gel zane bûye, pêş ketiye, têdikoşe. Divê desthilatdarî vê yekê bizanibe û di qanûnên xwe de guhertinan pêk bîne. Ger tu guhertinan çê neke wê gel guhertinan çê bike. Gel şoreşê pêk bîne, va pêk tîne û bedelan jî dide. Bi qetilkirin, darvekirin û tepisandina gel tu kes nikare gel têk bibe, çinku tevger gel e, dema gel bibin yek û mil bidin he cîhan jî nikare wan bide rawestandin. Divê desthilatdar bizanibe ger tu bi qetlîman biçî ser gel wê gel xwe biparêz e. Her wiha di van serhildanan de li Rojhilat û Îranê gelek kes şehîd bûn. Em wan şehîdan bi bîr tînin. Ew şehîdên têkoşîn û azadiyê ne, şehîdên yekîtiya gelan e. Ji bo vê divê gelê me xwedî van şehîdan derbikevin. Ji aliyê din ve divê leşker, polîs û cehş xizmetê ji desthilatdariyê re nekin, ji bo dewletê gel qetil nekin wê rojeke hesab ji wan bê pirsîn."

DIVÊ HER ŞEHADET BIBE WESÎLEYA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevgera serhildana gelê Rojhilat û Îranê silav kir û bi van hevokan bi dawî kir: "Divê gel têkoşîna xwe nede sekinandin, bimeşîne. Desthilatdar bi darvekirinan dixwaze çavê gel bitirsîne lê divê gel her darvekirin û şehadetan bike wesîleya bilindkirina têkoşînê, netirse. Va nêzî 500 şehîd çêbûne, piştî vê saetê paşde gavavêtin nabe. Azadî bê bedel nabe. Ji aliyê din ve divê ciwanên Rojhilat û Îranê bi hev re rêxistinbûna xwe çêbikin û parastina gel bikin. Ev erk û rola ciwanan e. Ciwan hem xwe biparêzin hem jî gel biparêzin. Xwe li gorî pêdivîyên parastina civakê perwerde bikin û pêşengtiyê bikin. Bi dubare diyar dikim ku divê gelê me yê berxwedêr gav paşde navêje. Ji bo vê di sala 2023'yan de têkoşîna xwe mezintir bike. Gelê me êdî tirs şikandiye, ji ber vê azadî nêz bûye. 

Ji aliyê din ve em jî li çiyayên Kurdistanê ji bo parastina gelê xwe xwe birêxistin dikin. Di sala 2023'yan de em ê rêxistinbûna xwe hîn xurt bikin. Em li cem gele xwe ne. Em careke din berxwedana gelê xwe silav dikin û hemû şehîdên gel bi bîr tînin."