Fermandarê YBŞ'ê: Bingeha fermanê di dema komployê de hat danîn

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir, bi xwerêxistinkirin û ji nû ve avakirinê re pêşî li komployê dikare bê girtin. Şengalî got, "Bingeha fermana 2014'an bi komployê hatiye danîn."

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî, ji ber salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyek da û diyar kir ku bingeha fermanê di sala 1999’an de hatiye danîn. Şengalî destnîşan kir, ku pêşîgirtina li komployê bi xwerêxistinkirinê dibe.

'BINGEHA HEMÛ KAOSAN, KOMPLO YE'

Şengalî li ser navê YBŞ’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û şehîdên li dijî komployê bedena xwe kirin gogek ji agir bibîr anî. Şengalî got, "Em wekî hêza parastina civaka Êzidî YBŞ, hewld didin hêvî û daxwaza van şehîdan bi cih bînin. Di şexsê Rêber Apo de bi komploya 15'ê Sibatê re êrîş li tevahiya gelê Kurd, gelên cîhanê, mirovahiyê, destketiyên gelan û baweriyan hat kirin. Ji bo gelên heyî, baweriyên heyî qir bikin, di şexsê Serokatî de ev komplo pêk anîn. Şerê ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin xwe dispêre komploya navnetewî. Eger îro li Rojhilata Navîn kaosek heye, şerê hebûn û tinebûnê tê meşandin, bingeha vê yekê di dema komployê de hatiye amadekirin."

Şengalî bal kişand ser paradigma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Rêbertî bi sîstema neteweya demokratîk danî û ev jî jiyana bi hev re ya gel, bawerî û çandan bû. Eger îro Serokatî nehatiba girtin wê ewqasî şer nehatiba meşandin. Ji ber ku felsefe, fikir û paradîgma Rêber APO, li dijî kuştina gelan û şerkirina gelan e. Bi dîl girtina Rêber APO re îro ewqasî şerekî mezin li cîhanê diqewime."

'FERMANÊ BI DÎLGRTINA RÊBER APO DEST PÊ KIR'

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî ev nirxandin kir: "Pêwîste civaka me ya Êzidî zanibe ferman ne di sala 2014’an de pêk hat, bingeha vê bi komployê re di sala 1999'an de bi dîlgirtian Rêber Apo dest pê kir. Ji ber ku Rêber APO qîmeteke mezin dida civaka Êzidî, bi rengekî cuda nêzî civaka Êzidî dibû, digot 'civaka herî kevn, baweriya kevnar û çanda kevnar a Êzidiya ne'. Rêbertî di şexsê Derwêş û Edûlê de civaka Êzidî girt dest û ew tehlîl dikir û berxwedana wan danî ziman. Ji bo parastina civaka Êzidî çi diket ser milê Serokatî pêk danî.

Bi girtina Rêbertî ya beriya 18 salan bingeha fermana 3'ê Tebaxê ku çeteyan DAIŞ’ê êrîşê gelê me kir û ferman pêk anî, hat danîn. Dewleta Tirk û hêzên deshilatdar, dewlata Qatar û Siûdî piştigiriya van çeteyan kirin. Dîsa yên ku bi fikir û felsefeya Rêber APO xwe rêxistin dikin û dimeşin pêşî li fermanê girtin. Pêwîste yê herî zêde xwedî li Rêber APO derkeve civaka me ya Êzidî be. Xwedî li Rêbertî derketin, xwedî li hebûna xwe derketine. Rêbertî ne kesek e, ji ber ku ew temsîla civakan, mirovahiyê û hemû baweriyan dike. Pêwîste gelê herêm hemû baş zanibin, Rêber APO ne Serokê miletekî ye, ew Serokê mirovahiyê ye. Hêzên deshilatdar û hêzên komploker dixwestin encamê bigire, lê Rêber APO bi sekna xwe, kesayeta xwe, berxwedaneke bê hempa nîşan da, komplo dît û pêşî lê girt Dewlata Tirk dixwaze vê komployê bi ser bixîne. Paradîgma û felsefeya Rêber APO danî bi milyonan gel li ser dimeşe û xwe li gorî wê rêxistin dikin."

'SEDEMA FERMANÊ BÊRÊXISTIN, BÊPARASTIN Û BÊ FELSEFEBÛN BÛ'

Şengalî bibîr xist ku fermana li Şengalê jî parçeyek ji vê komployê ye û wiha pê de çû: "Li Şengalê jî ev komplo ne gihişt armana xwe. Gel xwe ji nû ve bi rêxistin kir û hay ji xwe çêbû. Sedema fermanê; bêrêxistin, bêparastin û bêfelsefebûn bû. Îro hêza civaka me ya Êzidî çêbûye, xwe bi xwe rêxistin dikin, bûne xwedî biryar û îrade. Ev jî bi felsefeya Rêber APO çêbû. Di sedsala 21’an de hêzên hegemon dixwazin gelên bindest bê maf bimînin."

'BI PARADÎGMAYA RÊBERTIYÊ AŞTÎ Û ARAMÎ PÊK TÊ'

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî rê û rêbazên pêşîgirtina li komployê wiha rêz kir: "Lı dijî van hêzan û komployê sek,nandin xwe rêxistinkirin, parastin û bûna xwedî îrade ye. Êdî komplo pûç dibe. Pêwîste hêzên navneteweyî jî êdî nebin şirîkê vê komployê. Pêwîste ku hêzên navneteweyî cihê xwe li gel van miletan bigire û bi vî rengî aramî û xweşî wê were Rojhilata Navîn. Bi xeta sêyemîn a Rêber APO re Rojahilat Navîn çareser dibe. Cihê ku paradigma Rêber APO lê serwer be û tê meşandin, li wir aramî, azadî, aştî û jiyanek wekhev heye."

'BI XWE BIRÊXISTINKIRINÊ EM DIKARIN XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN'

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Şengalî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîste civaka me ya Êzidî ya li Ewropa, Ermenîstan, Rûsya, Rojava, Bakur heta bizanibin serokatî, Rêberê mirovahiyê ye. Bi Serokatiyê re em dikarin bi ser bikevin û azad bibin. Ji vir şûnde wê parastina me jî bi vê felsefeyê be. Gelê me xwe bi rêxistinkirinê, çalakiyan, bûne xwedî îrade dikare xwe biparêze. Yek ji hedefên komployê ew bû gel xwe rêxistin neke û nebe xwedî îrade. Herî zêde jî Rêber APO xwest ji bo civaka Êzidî hêzek parastinê ava bike û wan rêxistin bike. Bicihanîna hêviyên Serokatî, xwe birêxistinkirin ê. Bi vî rengî civaka Êzidî dikare xwedî li Rêber APO derkeve. Êdî gelê me wê di sala 2017’an dawî li dîlgirtina Rêbertî bînin. Ev jî bi xwe rêxistinkirin û xwe ji nû ve avakirinê pêkane. Heta ku hêzek mirovan a cehwerî nebe û xwe neparêzin, kesek nayê me naparêze."