Fermandarê qereqolê û keya gefê li gundiyan dixwin ji bo bibin cerdevan
Li navçeya Aralik a Îdirê, bi serkêşiya qereqol û keya zexta cerdevaniyê li gundê Saraçliyê tê kirin.
Li navçeya Aralik a Îdirê, bi serkêşiya qereqol û keya zexta cerdevaniyê li gundê Saraçliyê tê kirin.
Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Navçeya Aralikê, gundî li qehwexaneya gund kom kir û bi gotina, "Divê ji vî gundî herî kêm 10 cerdevan derkevin. Eger dernekevin, ez zanim bê ez ê çi bikim" gefa cerdevaniyê li gundiyan xwar.
Gundê Saraçli, ku Terekeme lê dijîn, tevî ku di salên 90'î de zexteke giran a jendermeyan û JÎTEM'ê li wan hat kirin û gundên li derdorê tevlî sîstema cerdevaniyê hat kirin jî, vî gundî li ber xwe da û sîstema cerdevaniyê red kir. Heman zext îro jî tê kirin.
FERMANDARÊ QEREQOLÊ Û KEYA GEFA CERDEVANIYÊ LI GUNDIYAN XWARIN
Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin bidestxistin, Fermandarê Jendermeyan ê Qqereqola navçeya Aralikê tevî komên çekdar ên kincên sivîl li wan e û keyayê gund Îdrîs Guner ê nêzî AKP'ê ye, ev du roj in bi wesayîtên taybet ên leşkerî tên gund û bi rengekî vekirî gefê li gundiyan dixwin, ku bibin cerdevan.
Gundiyên ji vê zexta cerdevaniyê aciz in, nexwestin navê xwe eşkere bikin û ji ANF'ê re qala zexta li wan tê kirin, kirin.
JI MIZGEFTA GUND ANONSA 'BIBE CERDEVAN' TÊ KIRIN
Gundiyan dan xuyakirin, ku li ser daxwaza fermandarê qereqolê keya Îdrîs Guner, ji mizgefta gund anons kiriye, ku bi gundî biçin Qereqola Jendereyan a Navçeya Aralikê û ji bo bibin cerdevan serlêdanê bikin. Gundiyan anîn ziman, di dema dawî de bi rengekî vekirî gef li wan tê xwarin ji bo bibin cerdevan.
Gundiyan diyar kirin, tevî anonsên keya jî, kesî ji bo cerdevaniyê serlêdan nekiriye û gotin, "Ji ber ku kes naxwaze bibe cerdevan, vê carê Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Navçeya Aralikê, tevî komên çekdar ên kincê sivîl lê bûn, hat gund û em li qehweya gund kom kir. Li vê derê gef li me xwar û xwest em bibin cerdevan."
FERMANDARÊ QEREQOLÊ: HERÎ KÊM 10 KES WÊ LI VIR BIBIN CERDEVAN
Gundiyan ragihandin, fermandarê qereqolê bi taybetî gef li ciwanên li qehwexaneyê xwariye û gotiye, "Êdî dema berê qediya. Herî kêm 10 kes neçar e ji vî gundî bibe cerdevan. Keya li min binêre; ev ciwanên li vir rûniştî ne, wê sibê bên qereqolê û serlêdanê bikin. Eger kesek ji bo cerdevaniyê ji vî gundî serlêdanê neke, ez ê nehêlim hûn bi rehetî bijîn. Li hemû gundên derdorê cerdevan hene, çima ji vî gundî heta niha ji bo cerdevaniyê serlêdan nehatiye kirin? Kî pêşî li vê digire? Sînorê emrê serlêdana ji bo cerdevaniyê 35 e, lê e ji bo vî gundî vî sînorî radikim."
'EGER HÛN NEBIN CERDEVAN, EZ DIZANIM ÇI BÎNIM SERÊ WE'
Gundiyan dan zanîn, fermandarê qereqolê berî ji gund derkeve, navê ciwanên li qehweyê rûniştî nivîsand û ji wan re got, "eger di nava hefteyekê de xwediyên van navan neyên qereqolê û serlêdanê nekin, ez dizanim çi bînim serê we."