Fermandarê ku dijmin li Zapê tengav kir

Roja 17'ê Nîsanê yê ku li ser girên berxwedanê yên Zapê destpêkê bersiv da dagirkeran, Fermandar Agir bû. Nehişt dagirker nêzî tunelên berxwedanê bibe. Piştre jî jiyaneke ji raperînê li pey xwe hişt.

Tê gotin, çarenûsa hin mirovan, çarenûsa hin civakan destnîşankirî ye. Piştî ku ji dayik bûn, bi wê rolê radibin ku cîhanê daniye pêşiya wan. Hinek ji wan bi kêfxweşî vê rolê qebûl dike. Hinek jî qebûl nake û bi rola xelkê radibe. Vê cîhanê rola berxwedan û meşa serketinê daniye pêşiya Kurdan. Lewma dibe ku yên karê xwe bi rengê herî baş dikin Kurd in li vê cîhanê. Timî li ber xwe dane, şer kirine û serketin wergirtine.

Ji nava Kurdan jî hin leheng rabûne ku berxwedan û meşa ber bi serketinê ji xwe re kirine jiyan. Berxwedan ji xwe re kirine çarenûs. Berê xwe dane çiyê, çiyayên bi heybet jî hînî berxwedanê kirine. Ji bo berxwedanê leheng bûne mîna çiya, çiya jî bûne leheng. Yek ji van lehengan jî Agir Botan e. Berxwedana ku karê herî pîroz ê li cîhanê ye ji dil danî pêşiya xwe û ji xwe re kir armanca jiyanê.

JI ZAROKATIYÊ VE DIXWEST LI NAVA REFÊN GERÎLA LI BER XWE BIDE

Serhat Sakçi bi nasnav Agir Botan sala 1991'ê li keleha berxwedanê li Cizîra Botan li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di demeke welê de ji dayik bû ku gelê Kurdistanê rabû serhildanê. Ew di nava serhildanê de ji dayik bû, zarokekî serhildanê bû. Derdora xwe bi çiya girtî ye. Cûdî, Gabar û çiyayên Botanê yên bêdawî di nava berxwedanê de ne. Çemê Dîcleyê yê li pêşiya wî diherike bi berxwedanê diherike ji van çiyayan. Di zarokatiya xwe de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin dibe, ji malbata wî û xizmên wî gelek kes tevlî nava refên gerîla dibin. Bi kurtasî hawirdora wî berxwedan e, raperîn e. Agir Botan di nava rastiyeke bi vî rengî ya berxwedanê de mezin dibe. Hîn di zarokatiyê de rêyek danîbû ber xwe; biryar dabû bibe berxwedêr. Ji zarokatî ve dixwest tevlî nava refên gerîla bibe.

JI CÛDÎ BER BI GARÊ VE

Di ciwantiya xwe de bi kevirê di destê xwe de her tim li refên pêş ên serhildanê bû. Wî jî çarenûsa xwe bi xwe destnîşan kiribû. Xalê wî li zindanê hatibû qetilkirin, xizma wî fermandar Çîçek Kiçî li çiyê şehîd ketibû. Şoreşa Rojava gav bi gav hatibû û şer di asta herî bilind de bû. Van bûyeran rêya şer û şoreşê dida pêşiya ciwanên Kurd. Di demeke welê dîrokî de berê xwe da Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû. Dem 12'ê Sibata 2015'an bû. Piştî perwerdeyê cihê xwe di nava yekîneyê de girt û di demeke kurt de bû fermandar. Agir Botan sala 2016'an êdî fermandarê tîm bû. Dibû cihê baweriyê, kedkar bû, hevrê bû, dilsoz bû. Tevî ku li nava refên gerîla ne yekî zêde kevn bû, bûbû pêşengek. Fermandar bû, partî temsîl dikir, hevrêyên xwe perwerde dikir û ji şer re amade dikir.

ZAP BANG LI AGIR BOTAN DIKE

Sala 2016'an dema ku dewleta Tirk êrîşeke giran bir ser herêma Zapê, Agir Botan bêtirs mîna bazekî derkete pêş û ji fermandarên xwe re got ku dixwaze biçe Zapê, tevlî şer bibe. Êdî ji şer re amade bû, fermandarên wî jî bi vê zanî bûn. Mîna bayê şevekê li gel komeke ji hevrêyên xwe gihîşt Zapê. Li Zapê cih nehişt ku neçûyê. Li qadên Ertûş, Şikefta Birîndara, Werxelê, Şehîd Şahîn, Cîlo yê Biçûk şer kir, ked da. Pêvajoya şerekî giran bû. Dewleta Tirk hewl dida Zapê bi temamî dagir bike, lê li bin guhê berxwedana Agir û hevrêyên wî ket. Demeke dirêj li Zapê mabû û êdî li Zapê bûbû yek ji fermandarên pêşeng. Bênavber tevlî çalakiyan dibû, bûbû yek ji fermandarên gerîla yên profesyonel ên serdemê. Çavkaniya bawerî û pêşketinê bû. Ji ber vê yekê sala 2021'ê li Akademiyên Leşkerî perwerdeya fermandariyê wergirt û piştî bi mehan careke din xwe gihand çiyayên Zapê. Êdî fermandarekî hîn şareza û hosta bû.

DI HUNERA ŞER DE BÛ HOSTA

Fermandar Agir ku di hunera şer de bû hosta, careke din li çiyayê Zapê bû. Baş zanî bû ku pêvajoyeke giran a şer li benda wan e û yekser dest bi amadekariyan kir. Ji şerê li tunelan heta bi şerê tîmên bi tevger ên li qadê li ser her hêzê kûr bû, amadekariya wê kir. Ew êdî fermandarê yekîneyê ye û berpirsyariyên wî jî zêdetir bûye. Êdî dikare şer bimeşîne, pêşengiyê jê re bike û koordîne bike. Ji bo li qadê bersivê bide dijmin, fermandariyê ji tîmên bi tevger re dike. Ji bo her devera qadê ji şer re amade bike dest bi amadekariyan dike. Stargehan çêdike, cebilxaneyan amade dike. Bi rojan li her devera qadê digere û baş nas dike. Di bin teknîka dijmin de jî navberê nade karên xwe. Wezîfeya wî ew e ku bersivê bide êrîşên dijmin.

NEHIŞT KU LEŞKER NÊZÎ TUNELÊN ŞER BIBIN

Di 17'ê Nîsana 2022'an de cenga mezin a Agir û hevrêyên wî destpê kir. Dijmin beriya ku bê qada wan, sê rojan bênavber bi teknîkê bombardûman li qadê kir. Fermandar Agir hevrêyên xwe û cihê xwe li gel vê bombardûmanê parast û di pozîsyona şer de ma. Û yê ku destpêkê bersiv da dagirkerên hatin qadê, Fermandar Agir bû. Bi tecrûbe, bawerî û ruhê xwe yê serketinê mîna bazekî li dijmin xist. Bi saetan di bin bombardûmana balafiran de bi hostatî şer kir. Nehişt ku leşker nêzî tunelên şer bibin. Bi hemû huner û hêrsa xwe li dijmin xist. Dijmin li Zapê asê kir. Piştî ku di şerê bi saetan de bi dehan dagirker ceza kir, bêteredût ber bi şehadetê ve meşiya.

17'ê Nîsana 2022'an bi berxwedaneke destanî tevî hevrêyê xwe Fedakar Cûdî tevlî karwanê nemiran bû. Li pey xwe jî jiyaneke bi mînak hişt ku bi raperînê ava kir. Bi berxwedana xwe ya bêhempa û fermandariya xwe bû yek ji fermandarên sembol ên berxwedana Zapê.