Fermandarê HPG'ê Erdal: Gerîla wê gelê Biradostê biparêze

Fermandarê HPG'ê yê eyaleta Xakurê Bager Erdal got, ew wek gerîla ji her demê bêhtir amade ne ku gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî yê herêma Biradost biparêzin. Erdal diyar kir ku pisporbûna gerîla, teknîka herî pêşketî ya artêşa Tirk tevizand.

Yek ji fermandarên HPG'ê yê eyaleta Xakurkê Bager Erdal rewşa dawî ya şer, Pêngava Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz û çalakiyên gerîla yên li herêma Biradostê ji ajansa me re nirxand.

'EV DAGIRKERÎ DI ÇARÇOVEYA LIHEVKIRINEKÊ DE TÊ KIRIN'

Bager Erdal diyar kir ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêma Birdostê êrîş dike û got, "Di encama hinek lihevkirinan de destûr ji dewleta Tirk re hatiye dayîn ku xaka Başûr dagir bike. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî ji vê agahdar e. Eger destûr nehatibe dayîn û hevdîtin çênebin, ev dagirkerî ne pêkan e. Wer dibêjin ku dixwazin PKK'ê ji holê rabikin. Lê belê PKK bahane ye û dixwazin tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Heta dixwazin ji sînorê Mîsaqê Millî jî wêdetir biçin û gelek cihan dagir bikin. Hesabên gelekî qirêj di dewreyê de ne. Divê ev yek baş were tehlîlkirin û zanîn."

'JI BO EM DAGIRKERIYÊ BI TEMAMÎ BIŞIKÎNIN ME DEST BI PÊNGAVÊ KIRIN'

Fermandar Bager Erdal bal kişande ser pêngava ku gerîla li herêma Biradost daye destpêkirin û wiha domand: "Dema herî destpêkê li Geliyê Reş êrîşa dagirkeriyê dest pê kir, di bin fermandariya hevrê Agirî Mazlûm Pîrdogan (Malazgîrt) de berxwedaneke hêja li dijî vê dagirkeriyê çêbû. Hevrê Agirî di oxira parastina vê xakê de li beramber her cure dagirkeriyê canê xwe feda kir. Keda wî ji bo herêma Biradost gelekî zêde bû. Me pêngavek ji bo em dagirkeriyê bi temamî li ser xaka Başûrê Kurdistanê bişkînin dan destpêkirin. Pêngava bi navê Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz, roja 27'ê Nîsanê dest pê kir."

Di dewama axaftina xwe de Bager Erdal da zanîn ku ji bo baregeheke tenê jî li ser xaka Başûrê Kurdistanê nemîne, wan ev pêngav dane destpêkirin û wiha pêde çû: "Di her firsend û şert û mercan de, li gel hemû zehmetî û astengiyan jî em ê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ew wisa bi rehetî li ser xaka Başûr bimînin. Bêguman ev pêngav tenê bi çalakiya roja 27'ê Nîsanê ya li dijî girê Lêlikan ve bi sînor nîne û wê her tim dewam bike. Her kêliyê em ê di nava çalakiyan de bin û em ê berdewam bin."

'DI ÇALAKIYAN DE RUHÊ HEVRÊ AGIRÎ YÊ BERXWEDANÊ HEYE'

Derbarê pozîsyona gerîla û bi taybet çalakiya dawî ya li girê Lêlikanê jî Erdal wiha axivî: "Di tevahiya çalakiyên me yên vê dawiyê de me karîbû gelek encaman bigirin. Ji ber di çalakiyan de ruhê Hevrê Agirî yê berxwedanê hebû. Hêvî û xwestekên hevalê Agirî hebûn. Hevrê Agirî di wateya rast de xwe feda kir û wisa tevlî vê pêvajoyê bû. Pozîsyona gerîlayên me yên di çalakiyên dawî de jî bi heman awayî bû. Heval li gor wî ruhê tevgeriyan. Hevalê Serdem di vê çalakiyê de şehîd bû, mînaka duyemîn a hevalê Agirî bû. Heta kêliya dawî jî ji bo serketinê şer kir û şehîd bû. Pir israr kir ku di eniya herî pêş de cih bigire û biçe êrîşê. Çalakiya girê Lêlikan li gel kêmahiyên xwe jî, çalakiyek serketî bû. Artêşa Tirk gelek kuştî û birîndar dan, ji bo wê jî hema bê ser û ber derdora xwe topbaran kir. Tevî ku baran û şilahî hebû û şertên balafirên keşifê û yên şer rabin jî nebûn, balafirên keşifê rakirin û balafirên şer derdora gir bombebaran kirin. Ji xwe ti encam jî negirtin. Gerîla bi awayekî bi pispor ev çalakî lidar xist, ji bo wê ew neçar man, di wan şertan de balafiran rakin, ji bo moralê bidin leşkerên xwe."

'EM Ê ARAMÎ Û HIZÛRA WAN XERA BIKIN'

Fermandarê Eyaleta Xakurkê destnîşan kir ku çalakî ne ya destpêkê û ne jî ya dawî ye û got: "Bi şêwazên cur be cur em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Ji vir û şûn ve wê bi ruhê Agiriyan çalakî bidomin. Em ê ti caran hebûna dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê rewa nebînin. Em ê her tim hizûr û aramiya wan xera bikin. Nehêlin ku deqeyekê tenê jî rehet bimînin. Em rehetiyê nadin dijmin. Asta moral û motîvasyona gerîlayên me di van çalakiyan de li gor vê yekê ye."

'FERMANDARÊ GIRÊ LÊLÎKANÊ PIŞTÎ ÇALAKIYÊ JI ERKÊ HATE DÛRXISTIN'

Bager Erdal her wiha got ku gelek kuştiyên artêşa Tirk bi taybetî li girê Lêlikan û Kevortê hene û ev agahî dan: "Li girê Lêlikan û Kevortê gelek kuştiyên dijmin hene ku vedişêrin. Gelekî bi zehmetî hêzên xwe tînin gir. Her wiha nikarin pir zêde şûna yên hatine kuştin jî tije bikin. Piştî van çalakiyên dawî dijmin pir bi dijwarî herêmê bombebaran dike. Encam jî nagire lê dîsa êrîş dike. Ev rewş nîşan dide ku dijmin gelekî tengav bûye. Li gel ku ewçend teknîkek pêşketî bi kar tîne, lê dîsa jî pisporbûna gerîla ev teknîk tevizand. Ji xwe leşkerên tên li wan giran bi cih dibin, hemû pişta xwe didin teknîkê. Lê dema gerîla teknîkê ditevizîne, êdî nikarin gavekî jî pêşde werin. Ji ber vê jî hêzên xwe zû bi zû diguherînin. Fermandarê girê Lêlîkanê piştî çalakiyê ji erk hate dûrxistin."

'DIXWAZIN GEL JI ME DÛR BIXIN'

Di dawiya axaftina xwe de Fermandar Bager Erdal diyar kir ku ew wek gerîla her tim li gel xelkê Biradostê ne û wiha axivî: "Pêwîste xelkê herêma Biradostan vê dagirkeriyê çawa ku dijmin jî propagandaya wê dike, weke 'ji ber hebûna PKK'ê nenirxîne. Ji xwe zextê li gundên vê herêmê dikin ku cih û warên xwe berdin. Biradost cihê qedîm ê xelkê me ye, bi hezarê salan li ser vê xakê jiyane. Pêwîste dest ji xaka xwe bernedin. Armanc ew e ku tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Xelkê Biradostê divê piştrast be ku em her tim li gel wan e û em ê wan biparêzin. Piştî van çalakiyan gelê me pir moral girtiye.

Her wiha piştî vê çalakiyê artêşa dagirker zextê li gel dike ku piştgiriya PKK neke. Heta gelek caran gef xwarin ku wê malên wan bombe bikin. Dixwazin bi darê zorê ji xelkê Biradostê hinek tawîzan bigire û wan neçarî hinek helwestên berevajî bike. Dixwazin gel bitirsîne û ji me dûr bixînin. Ji bo berjewendiyên gelê me, çi erk bikeve ser milê gerîla wê li herêma Biradostê pêk bîne."