Fermandara YPS-Jinê Zeryan Deniz hate bibîranîn

Koordînasyona YPS-Jinê bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji fermandaran Zerya Deniz di salvegera 4'an a şehîdbûna wê de bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin,''Di salvgera şehîdbûnê de ya fermandara YPS-Jinê Zeryan Denîz, ku di berxwedana xwerêveberiyê de bûyî destan û leheng, fermandara jina azad, ciwanên azad, em Koordînasyona YPS-Jinê, wê bi bêrîkirin, hezkirin û hurmetdayinê bi bîr tînin.''

YPS-Jin bal kişande ser wê ku Zeryan di berxwedana bajêr a Şirnexê de xwedî risteke mezin bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Li dijî êrîşên li ser bajarên Kurdistanê yên ku dewleta TC ya qirker û faşîst bi çarçoweya plana çokşikandinê dianî, ciwanên Kurd jî li bajaran li ber xwe dane. Li dijî bi hezaran leşker û polîsên dijmin ên li ser bajaran komek ciwan ku hijmara wan sed kes jî tinebû li ber xwe dan. Di van berxwedanan de derbên giran li dijmin hatine xistin. Berxwedana bajêr a Şirnexê xwîn di devê dijmin re daye avêtin. Di berxwedana bajêr a Şirnexê de, di wan derban de ku li dijmin hatine xistin yek ji hevrêyên ku xwedî para herî mezin e, hevrêya me Zeryan e. Bi ciwanî ji Amedê tevlî nav tevgera azadiyê bûye û tim ciwan maye. Hem di jiyanê de û hem jî li qadên têkoşînê bi dilnizmî, bi helwesta xwe ya biryardar di dilê hevrê û gelê me de cihê xwe daniye.''

YPS-Jin got, ''Berxwedana Zeryan ku heta bi hilma xwe ya dawî şer kirî, li ber xwe dayî û ji mewziyan beziyayî mewziyan, ji bo ciwanan, vexwendinek e li qadên têkoşîna azadiyê ye, ya ji bo dahatuya azad''. YPS-Jinê wiha domand: ''Li çiyayan, zindanan, bajar û meydanan bi berxwedanê hilweşandina kelehên mêtingeriyê ye. Meşa di rêya Mezlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhad, Egîd, Mehmet Tûnç, Çiyager, Sara, Asya, Rûken, Bêrîvan û Zeryayan de fermaneke li ciwanên Kurdistanê. Ew e ku mirov bi ciwanî dest pê bike û bi ciwanî bi ser bixe. Ciwanên Kurdistanê ku sembola dahatuya azad û birûmet her we çi bikin û çilo bikin, roj ev roj e. Siberoj dereng e û ev berpirsyarî û divêtî nikare were taloqkirin. Niha tam dema wê ye ku mirov bibe Çiyager, bibe Zeryan.'

Em hêza pêşeng a ciwanên Kurdistanê YPS-Jin di şexsê fermanara xwe Zeryan de soz didin hemû şehîdan û gelê xwe ku em têkoşîna berxwedana xwe ya di ber welat û jiyaneke azad de geş bikin, bi her şertî bibin Mezlûm, Bêrîtan, Çiyager, Zeryan û paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya xwe bi cih bînin.''