Fermandara YJA Starê: Berxwedanê mohra xwe li sala 2020'î xist

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik sala 2020'î ji aliyê tevgera azadiya Kurdistanê ve nirxand. Çewlik got, "Berxwedanê mohra xwe li sala 2020'î xist."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir ku sal a2020'î bû saleke têkoşînê û got, "Di serî de berxwedan Rêber Apo ya li Îmraliyê; berxwedana zindanan a li dijî sîstema faşîst û dagirkeriyê, bi pêşengiya jin û ciwanan li hemû parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bû saleke çalakiyan. Beriya her tiştî vê berxwedanê silav dikim. Bi pêşengiya gelek hevrê û fermandarên me yên leheng berxwedaneke mezin li nava refên gerîla hate nîşandan."

Zozan Çewlik anî ziman ku di sala 2020'î de li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk li benda çareseriyê bû, lê tevî ku dawî li salê hatiye jî gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha dewam kir, "Dema ku mirov bala xwe bide ser rewşa dewleta Tirk, Sûriye, Iraq û Îranê, tê dîtin ku van dewletan ti pirsgirêk çareser nekirine. Ev dewlet ew hêz in ku siyaseta faşîst di asta herî bilind de meşandine û ji bo berjewendiyên xwe şer kirine. Ji Lîbyayê heta şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê, her wiha Sûriyeyê nekarîn ti pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha li Iraqê, tevî ku hikumeta nû ava bû jî nekarî pirsgirêkan çareser bike, ku ev hikumet pişta xwe dispêre Emerîkayê. Siyaseta qirkirinê ya li herêmê weke siyaseteke destavêtin, destdirêjî, neteweperest û faşîzmê tê meşandin. Lewma ev herêm di nava kaos û krîzeke giran de ne. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdariyê xitimî ne."

'GELAN BAŞTIR DÎTIN KU EV SÎSTEMA FAŞÎST, NETEWEPEREST Û QIRKER BI KÊRÎ WAN NAYÊ'

Fermandar Zozan Çewlik destnîşan kir ku gelan bi rengekî baştir dîtin ku ev sîstema faşîst, neteweperest, qirker ti hêviyê nade wan, bi kêrî wan nayê û got, "Li dijî nijadperestiyê, birçîbûnê, bêkariyê, destavêtin, destdirêjî û tundiya li jinê, li her cihên herêmê hêzên antî faşîst li ber xwe dan. Lewma sala 2020'î bû salek ku hêviyeke mezin afirand, mirovan li vê sîstema faşîst pirsîn û serî hildan. Bû saleke welê ku bi pêşengiya jin, ciwan û kedkaran li dijî vê sîstema mêtinger berxwedan hate nîşandan. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku di sala 2020'î de berxwedanê mohra xwe li her qadê xist."

'KONSEPTA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK GIHÎŞT ASTEKE NÛ'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker qirker konsepta xwe ya tunekirinê di sala 2020'î de jî dewam kir, êrişên xwe gihand asteke nûtir û ev nirxandin kir: "Di nava salê de konsepta bingehîn a dewleta Tirk a faşîst, girankirina tecrîda li ser Rêbertî û êrişa li ser qadên civakî, siyasî û gerîla bû ku bi vî rengî dixwest destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Armanc ew bû li her cihî destketiyên Kurdan tune bike. Di serî de dixwest ku Rêbertî, PKK'ê û gerîla tasfiye bike û bi vî rengî encamê werbigire."

Zozan Çewlik destnîşan kir ku bi navê gerîlayên YJA Starê haya wan ji vê konseptê heye, lewma wan tunekirina vê konseptê weke armanc danîn pêşiya xwe û got, "Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bike, ji bo gefa qirkirinê ya li ser gelê Kurd ji holê rake me amadekariyên xwe kir."

'LI TIRKIYE Û KURDISTANÊ DI ASTA HERÎ BILIND DE ÊRIŞ LI DIJÎ JINAN HATE KIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Zozan Çewlik bal kişand ser êrişên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên di sala 2020'î de li dijî jinan hatin kirin û got, "Di asta herî bilind de êrişên destavêtin û destdirêjiyê li dijî jinan bûn. Divê civak hemû û mêr vê yekê zanibin; ev yek metirsiyeke mezin e. Beriya her tiştî li ser nirxên civakê û gelê me rewşeke metirsîdar e. Eger jin li ber vê yekê radibin, divê mêr jî vê yekê weke pirsgirêkê bibînin û li ber rabin."

Zozan Çewlik bi bîr xist ku bûyerên tundiyê her roj li Tirkiyeyê diqewimin û got, "Mêr hevsera xwe, zarokên xwe, yanî jinan dikujin. Vê dewleta faşîst mêr a jî kes gihandiye vê astê. Mînak li Kercews a Êlihê 26 mêr dest diavêjin keçeke 12 salî, gelo ev ne cinawirî be çi ye? Mirov vê nake. Faşîzm tê wateya dûrketina ji nirxên mirovahiyê, dûrketina ji exlaq û wijdanê."

Zozan Çewlik destnîşan kir ku ev yek şer e, bi qasî metirsiya li dijî jinê, metirsiyeke mezin li dijî mêr e û got, "Ji ber ku despotîzma mêr ber bi faşîzmê ve diçe. Navê tişta ku dike ev e. Bi navê şervanên YJA Starê em vê sîstema koledar red dikin, ji bo vê şer dikin."

Fermandar Zozan Çewlik anî ziman ku jin bêçare nînin û got, "Ji bo xwedîderketina li azadiya xwe divê jin rêxistinî û yekîtiya xwe ava bikin. Sala 2020'î nîşanî me da ku yekane hêza vê rejîma faşîst qirker ji holê rake, hêza jin û ciwanan e. Têkoşîna di nava vê salê de hate meşandin ev yek nîşanî me da. Lewma hêza jinê eşkere bûye."

OPERASYONÊN LEŞKERÎ YÊN DEWLETA TIRK

Zozan Çewlik bi bîr xist ku qirkirina Kurdan, polîtîkaya înkar û tunekirinê ji bo dewleta Tirk konsepteke û got, "Lê belê ev yek ne tenê di nava sala 2020'î de bû. Konsepteke ku ji sala 2015'an ve dewam dike. Sala 2019'an destpêkê Efrîn, piştre jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Li Rojava bi pêşengiya jinan şoreşek pêk hat û niha jî berxwedaneke mezin heye. Bingeha vê konseptê wiha bû; ya yekemîn; li Bakur gerîla tasfiye bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û êrişê bibe ser Şengalê û Mexmûrê ku ji destketiyên gelê Kurd e. Di vê mijarê de hem li hundir hem jî li derve di çarçoveya konsepta tunekirinê de polîtîka meşandin."

Çewlik ragihand ku berxwedana gerîla pêşî li dewleta Tirk girt û got, "Lewma pîlanên ku çêkirin nekarîn pêk bînin. Konsepta faşîzma AKP-MHP'ê bi ser neket. Bi navê hêzên azadiyê yên Kurdistanê me karîbûn van pîlanan rawestînin, lê nekarîn bi temamî têk bibin. Ev yek ji bo me jî cihê rexnedayinê ye."

ROLA JINAN A DI BERXWEDANA CENGA HEFTANÎNÊ DE

Fermandar Zozan Çewlik ragihand ku weke gerîlayên YJA Starê wan bi biryariyeke xurt dest bi sala nû kir û wiha dewam kir, "Sala 2020'î ji bo gerîla bû saleke berxwedanê. Bi taybetî gerîlayên jin mohra xwe li berxwedanê, li berxwedana Cenga Heftanînê xistin. YJA Star bi roleke girîng û berpirsyariyeke xurt rabû, pêşengî ji şerê gerîla re kir. Li gorî perspektîfa jinûve avabûnê hêza jinê, rengê jinê, hevrêtiya jinê, ruhê jinê di xeta Rêber Apo de îdîaya azadiyê li dijî dijmin xistin pratîkê. Berxwedan û kedeke mezin hate dayin."

Fermandar Zozan Çewlik destnîşan kir ku yên pîlana dewleta Tirk li Heftanînê têk birin, hêzên YJA Starê ne û ji niha û pê ve jî ew ê li ber vê siyaseta faşîst rabin.

DEWAMA WÊ SIBE YE...