Fermandar Azad 24 salan bê sekin têkoşiya

Azad Sîser (Ekrem Guney), di nava 24 salên têkoşîna xwe ya gerîla de, di her kêliyê de ji bo azadiya gel, welat û rêberê xwe têkoşiya û bû yek ji fermandarên efsanewî.

Azad Sîser (Ekrem Guney), di 18 saliya xwe de bû gerîla. Di nava 24 salan de ji Botanê heta Erzîromê, ji Zapê heta Amedê weke şoreşger, şervan, fermandar û hevrêyekî bê sekin têkoşiya. Bêzar nebû, dudil nebû û newestiya. Gotin û çalakiya xwe kir yek. Weke fermandarekî Kurd ê esîl, bi fedayîtiya 'ez deyndarê gelê xwe me' bi serbilindî bi ser mirinê ve meşiya.

18 SALÎ BÛ KU TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛ

Azad Sîser, di sala 1976'an de ji malbateke ji Veysel Karanî koçî Êlihê kir, ji dayik bû. Zarokê herî mezin ê malbatê ye. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Êlihê dixwîne. Di dema lîseyê de lêgerînên wî yên şoreşgerî dest pê dike. Wexteke kin tevlî xebatên xwendekarên şoreşger dibe. Di salên 1990'î de piştî ku şer giran bû, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li nava girseyên berfireh belav bû, li Êlihê jî deng vedide. Di salên lîsteyê de, ji Êlihê tevlîbûneke girseyî li nava refên gerîla çêdibe. Ev yek bandorê li Sîser dike. Di sala 1992'an de bi hestên neteweyî yên welatparêzî, bi coş û kelecana şoreşgeriya ciwanan, ji Botanê tevlî nava refên têkoşîna gerîla dibe.

SALÊN DIJWAR ÊN LI BOTANÊ

Di salên destpêkê yên nava refên gerîla de, ji ber dijwariya şer û giraniya şert û mercên dijwar ên çiyê, tevî ku ewilî zehmetî kişand jî bi biryardarî hewl da bibe şervanekî baş ê azadiyê. Di navbera salên 1992-1998'an de li gelek herêmên Botanê, ku weke 'Dilê Kurdistanê' tê naskirin, bi erka xwe rabû. Di nava van 7 salên diyarker ên şerê gerîla de, du caran çû Şamê qada perwerdeya Ocalan. Der barê vê de dibêje, 'Li qada Rêbertî, dîtina felsefe, têkoşîn û rastiya me ya civakî, ji bo min di şerê gerîla de serdemeke girîng bû'. Her tim destnîşan dike, ku divê her kêliya jiyana xwe diyarî şoreşê û azadiyê bike.

DERBASÎ GARZAN Û AMEDÊ BÛ

Piştî perwerdeya li Şamê, di sala 1998'an de careke din derbasî qada Bakur dibe. Du salan li eyaletên Garzan û Amedê têkoşîna gerîla didomîne. Piştî pêvajoya agirbesta yek alî ya PKK'ê, vedigere Herêmên Parastinê yên Medyayê.

HETA PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ LI QENDÎLÊ DIMÎNE

Di destpêka salên 2000'î de bi serkêşiya dewleta Tirk planên tesfiyekirina PKK'ê di rojevê de bûn, ku hêzên komploker jî destek didan vê. Sîser li Heftanînê jî tevlî têkoşînê bû û di payîza 2003'an de piştî Kongreya KONGRA GEL, li Komîteya Parastina Rewa dest bi kar kir.

JI BO PÊNGAVÊ LI EYALETA ERZÎROMÊ YE

Ji bo Pêngava 1'ê Hezîranê li qada Bakur xurt bike û bi her awayî bersiveke xurt bide hewldanên tesfiyeyê, çû Eyaleta Erzîromê. Di sala 2005'an dema ji nû ve afirandina şerê gerîla yê PKK'ê de, bi nêrînên xwe yên afirîner û pêşniyarên xwe, bi roleke mezin rabû. Di navbera salên 2005-2008'an de li çiyayên Erzîromê têkoşîneke dijwar meşand û Pêngava 1'ê Hezîranê xurt kir.

JI GOTINÊ BÊHTIR, YÊN DIVÊ BÊN KIRIN HENE

Haya Sîser jê hebû, ku pêngava taktîkî ya ku dewleta Tirk bi navê 'Açilim-vebûn' xiste meriyetê, konsepteke nû ya tinekirinê ye. Dizanîbû ku ji bilî gotinê, karên divê bên kirin hene. Bi girîngiya rêbazeke şer a ji ya berê xurtir, dizanî bû. Nêrîna xwe ya di vê der barê de, bi nivîseke xwe ya di sala 2009'an de eşkere dikir.

Digot, 'Em di serdemeke dîrokî de ne. Konsepta tesfiyeyê ku di bin navê 'açilimê' de tê kirin, di serî de Rêberê me, tevgera me ya azadiyê û gelê me dike hedef. Şert û mercên tesfiyeya fîzîkî ku Rêberê me di nav de tê girtin, nîşan dide bê dijmin tinekirineke çawa ya berfireh ferz dike. Li pêşberî vê rastiyê, li şûna gotinên bên gotin, wezîfeyên dÎrokî li ber me ne ku divê werin kirin. Ji bo parastina Rêberê me û hemû pîrozmendiyên me, pêwîstî bi şerekî ji berê gelekî xurtir heye'.

Di dewama nivîsa xwe de rexnedayîna xwe jî dida û destnîşan dikir, ku bê şik û guman, bê hesab û ruhekî fedayî ew ê li refên herî pêş ê vê berxwedanê cih bigire û hewl bide bibe layîqî Rêbertî, partiyê û hemû şehîdan.

DI SALA 2011'AN DE FERMANDARÊ EYALETA ZAP'Ê BÛ

Sîser, ku li her qada lê bû mohra xwe datanî binê serketinê, demeke dirêj bi Fermandarê Şerê Gel ê Şoreşgerî Reşîd Serdar re ma. Di sala 2011'an de di Pêngava Operasyona Şoreşgerî ya Çelê de pêşeng bû. Wê demê Fermandarê Eyaleta Zapê bû. Di Pêngava Operasyona Şoreşgerî de bi rêbaz û taktîkên xwe, bi mejiyê leşkerî, werekî û taybetmendiyên fermandariya fedayî re li Çelê derbên giran li artêşa Tirk xist.

Sîser, Pêngava Operasyona Şoreşgerî ya gerîla, ku li Zapê li dijî artêşa Tirk meşand, kir pirtûk. Pirtûka Zapê, bi qasî berxwedanê bû pirtûka dilsoziya hevrêtiya PKK'ê.

EYALETA AMEDÊ Û KELEHA BERXWEDANÊ

Sîser yek ji pêşengên xwerêveberiyê bû, ku li dijî dagirkeriya Tirk di sala 2016'an de ji aliyê gelê Kurd ve hate ragihandin. Bi rêbaza xwe ya afirîner û baweriya xwe ya bêdawî, para wî zêde bû ku Amed, bi taybetî Sûr bû keleha berxwedanê. Ji çiyayên Amedê piştgiriyeke xurt da şerê Fermandar Çiyager ê bi gotina 'encam çi dibe bila bibe wê mûhteşem be' dimeşand.

HETA KÊLIYA DAWÎ JÎ DILSOZ BÛ

Sîser, ku 24 salên xwe li qadên herî dijwar ên şer derbas kir û meşa xwe ya şoreşgerî timî kêm didît, wiha nivîsand: "Divê em xwe ji zîhniyeta modernîteya kapîtalîst û bandora feraseta jiyana wê rizgar bikin û bibin lêgerîner û şervanên jiyana azad. Pêwîste em bi xwe zanibin, rastiya xwe ya civakî zanibin, nirxên xwe biparêzin û bibin şagirtên Rêber Apo û milîtanên artêşa şehîdan."

Temamiya jiyana xwe diyarî şerê azadiyê kir. Heta kêliya xwe ya dawî li ber xwe da, serî netewand û dilsozê Rêbertî û gelê xwe bû.