'Fermana li Êzidiyan rabû li nava kampan hê jî didome'

Yek ji berpirsyarên PADÊ yê Silêmaniyê Şêx Cemal Qasim got, "Li kampên koçberên Êzidî yên di bin desthilata PDK’ê de ferman bi şêwazekî nû didome."

Îro çaremîn salvegera Qirkirina Şengalê ye ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi destê çeteyên DAÎŞ'ê li civaka Êzidî hate kirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin, zêdeyî 6 hezar jin, keç û zarok ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û li bazarên Reqa û Mûsilê hatin firotin. Aqûbeta zêdeyî 3 hezar jin, keç û xortên Êzidî yên hatine revandin hîn jî nayê zanîn.

Yek ji berpirsyarên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) yê  Silêmanî Şêx Cemal Qasim bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê ji ANF'ê re axivî. Qasim got, "Fermana ku 3'ê Tebaxê rabû ne fermana yekem bû ku li civak Êzidî hatiye kirin. Em li dîrokê binêrin; ji serdema Osmaniyan heta niha bi dehan ferman li civaka Êzidî rabû û niha jî li herêma Serhedê, navçeya Wêranşarê yên Bakurê Kurdistanê, dîsa li gelek deveran li dijî Êzidiyan êrîş didomin. Bi qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an re bû fermana 74'an ku li civaka Êzidî rabû."

Şêx Qasim bal kişand ser roja pêkhatina fermanê û got: "Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, nêzî 20 hezar pêşmergeyên PDK'ê li herêmê bûn. Qaşo wê parastina Şengalê bikira. Mixabin dema çeteyan êrîş kirin, bêyî ku li pişt xwe binêrin û gel biparêzin bi çek reviyan."

'RÊVEBERÊN PDK'Ê ÊZIDÎ RADESTÎ ÇETEYAN KIRIN'

Rêveberê PADÊ Şêx Cemal Qasim destnîşan kir ku dibêjin pêşmerge reviyan e, lê ya rast rêveberên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ferman da ku pêşmerge vekişin û gel di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de bimîne.

'FERMANA LI ÊZIDIYAN RABÛ, I NAVA KAMPAN JÎ DEWAM DIKE'

Şêx Qasim bal kişand ser jiyan welatiyên Êzidiyan û ev tişt got: "Bi fermanên li civaka Êzidî rabûn re xwestin ku Êzidiyan ji ol, nasname û çanda wan dûr bixînin. Zarokên Êzidî bê xwendin di nava kampan de hatine bicihkirin. Her wiha welatiyên Êzidî li kampên di bin destihilata PDK'ê de nikarin derkevin derveyî kampan û mîna girtiyan e. Dîsa rêyeke tenê heye ku welatî berê xwe bidin cih û warê xwe Şengalê, lê PDK'ê ew rê jî gitiye. Rê nadin ku Êzidî vegerin Şengal û Êzîdxanê. Ev jî bi xwe re şêwazekî nû yê domandina fermanê ye. Ev jî ya ji hemûyan metirsîdartire. Ji ber ku civaka Êzidî ji rastî û çanda wê tê dûrkirin û helandin."