Ferhat Pawe: Şehîd Hêmin zindanên Îranê kir qada berxwedanê

Endamê Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Ferhat Pawe diyar kir, dema ku ew dibêjin ‘Şehîd namirin’ ev tişt tê wateya ku şehîd jiyanê dixuliqîne û dîrokê dinivîsîne.

Bi wesîleya salvegera darvekirina gerîlayê azadiyê Huseyn Xizrî (Hêmin Bêkes) yê ku di 5’ê Çileya 2010’an de hate darvekirin û welatparêz Fesîh Yaseminî yê ku di 6’ê Çileya 2009’an de hate şehîdxistin û her ji ber şehadetên her roj li her çar parçeyên Kurdistanê pêk tên mijara bernameya ku vê heftiyê a Lapere li ser radyoya gel ku duh hatiye weşandin, şehîdên Kurdistanê ye. Endamê Endamê Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Ferhat Pawe diyar kir, dema ku ew dibêjin ‘Şehîd namirin’ ev tişt tê wateya ku şehîd jiyanê dixuliqîne û dîrokê dinivîsîne.

Şehîd tê çi wateyê û girîngiya wê çi ye?

Ez destpêkê pêwîstî dibînim ku rêza xwe li hember şehîdan bidim diyarkirin. Şehîdên rêya azadî û demokrasiyê, bi taybet li hember şehîdên herî dawî ên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ê Rojhilatê Kurdistan û Îranê em serê xwe li ber wan ditewînin û em nirxên ku ji me re hiştî pîroz dibînin. Peyva ‘Şehîd’ ango “gyanbextkirdu” (kesê ku canê xwe feda dike), peyveke Erebî ye. Ev peyv bi Erebî tê wateya şahîd, yanî amadebûn, ango ê ku şahidiyê dike. Eger em bi kurtî pênaseyekê bikin mirov dikare bibêje ku şehîd, şahidê heqîqetê ye. Şahidî, ê ku şahidiya tiştekî dike û dibîne. Bingeha xwe ji vê tê û tê wateya ku şehîd, şahidê heqîqetê ye. Şehîd jî ast ango dereceyeke ku mirov digihîje têgihîştina herî baş û bilind a jiyan û heqîqetê. Şehîd çima ewqas pîroz tên dîtin di nav hemû gel, netewe, bawerî, felsefe û mektebên fikrên cûda de? Cihê şehîdan taybet e û bi rêzdarî nêzîk dibin. Ji bo her civak û neteweyê, di oxira pêşketin û geşbûn, gihîştina xwestek, armanc û bersiva lêgerînan, parastina nirxên civakê ên maddî û manewî, rêyekî pir dûrûdirej li pêşiya civakê heye. Carna bi êş, bi zorî û zehmetî tê derbas kirin. Ne rêyeke hêsan û sade ye. Astengî û zorî li ser rê hene. Eger em bala xwe bidinê di hemû serhildanan de, di hemû şoreş û berxwedanan de her tim beşeke kêm an jî hejmareke kêm ji şexsên wê civak, netewe an çandê, pêşengtî dikin. An şoreşgertî dikin, an berxwedanî dikin û ji civakê re mîna sîperekî ava dikin û barekî girantir didin ser milê xwe. Ew bar barê parastin, barê xwedîderketin didin ser milên xwe û pêşengtiyê jê re dikin. Bi hemû awayî xwe feda dikin. Ji hebûna xwe, ji hezkirinên xwe, ji jiyana xwe a şexsî, ji berjewendiyên xwe, xwe feda dikin û bi vî şêwazî xwe derbas dikin û dibin ê gel, ê civakê, ê mirovatî. Ji ber vê bi xwe dibe nirxekî wê civak û mirovatiyê. Ji ber vê kesên ku di wê civak an neteweyê de dijîn, li hember ên ku ji bo wan xwe feda kirine, ên ku xwe fedayî wî gel û civakê kirine, li gel wan xwedî rêz in. Ji ber ew mirovên ku tên behskirin ji bo wê civakê, berjewendî, xwestek, nirx û azweriyên wê civakê, xwe feda kiriye, ew civak jî xwedî li wan mirovan derdikeve. Li gel wan pîroz dibin. Ji ber ku tiştek ji wê xweştir û bi nirxtir nîn e ku mirovek ji hemû tiştên xwe, ji canê xwe ku ji hemû tiştî şîrîntir e, derbas dike û fedayî kesên dîtir dike. Ew mirov heqîqet, jiyan û azadiyê têdighîjin. Ji ber vê her kes jê hez dike û ji bo her kesî pîroz e. Ew kesên ku dighîjin vê astê bi xwe dibin beşek ji heqîqetê û hemû mirovatî, civata mirov, wijdanê mirov, ji heqîqetê hez dike. Mirov nikare bibêje ku di her civakekê de şehîd bi yek şêwazî tê destgirtin, lê bi reng û şêwazên cûda li gel hemû civakan şehîd pîroz e, cihê xwe taybet e, bilind tê dîtin, rêz tê girtin, wekî pêşeng û kesekî ku rê ji bo wan ronî dike tê dîtin. Di nav gelê Kurd de jî bi vî rengî ye. Di nav gelê Kurd de cihê şehîd hîn taybet e, çima? Eger em li dîrok û cografya Kurdistanê meyze bikin. Di dirêjahiya dîrokê de ew cografya ku em wekî Kurdistan bi nav dikin, ji ber dewlemendiya maddî a ku hebûye û ji ber ku dergûşa mirovatî ye û pir ji nirx, manewiyat û destkeftiyên mirovatiyê xûliqandiye, bi berdewamî rastî êrîş û dagirkeriyê hatiye. Her kes dizane, ji her kesî zêdetir gelê Kurd dizane ku çiqas di dîrokê de berxwedanî, serhildan û têkoşîn kiriye. Berxwedan, serhildan û şoreşgertî bûye beşek ji kesayet û xewn, xeyal û jiyana her Kurdekî. Şoreşa ku îro bi rê ve diçe nîşaneya vê ye. Di vê dirêjahiya dîrokê de ku gel di nav berxwedanî û têkoşînê de bûye û rastiya ku niha em li vir in û em mane, ew ziman, ew çand û ew nirx mane, berhema ked û têkoşîna şehîdan e û berhema xwe derbaskirina wan mirovan e. Ew bûye kevneşopî ango çanda xwe feda kirinê hatiye avakirin. Gelê Kurd bi berdewamî berdêl daye, şehîd daye. Şehîd bûne sedem ku ev gel hebûna xwe berdewam bike, ev çand bimîne. Ji ber vê di civaka Kurd de wateya xwe hîn taybet e, pir bilindtir e. Niha tu di nav gelê Kurd de bibêje ‘filan kes şehîd e’, beriya ku kes bipirse fikrê wî çi bû an îdeya wî çi bû, felsefeya wî çi bû an jî ji kîjan partiyê bû, beriya vê bipirsin herkes rêz û hurmet nîşan dide û qet axaftin li ser nîn e. Şehîd şehîdê Kurdistanê û gelê Kurd e, cihê xwe taybet e ji bo gelê Kurd. Mijareke din eger ez lê zêde bikim, ên ku em wekî şehîd pênase dikin, kesên têkoşer, kesen gihîştî û têgihîştî ne û di oxira parastina manewiyat û nirxên civakê de xwe feda dikin. Bi xwe jî dibin beşeke ji vê manewiyatê û wan nirxan û pîroz dibin. Kesên dîtir ji wan dersa fedakarî, azadî, serbestî û berxwedaniyê werdigirin û em van ji wan fêr dibin. Nimûneya berxwedanî, xwe derbas kirin û fedekariyê ew in. Ew gihîştine vê heqîqetê. Ji ber van em wekî gel şehîdan pîroz bi nav dikin.

Niha li her çar parçeyên Kurdistanê sloganekî gel heye û dibêjin ‘Şehîd namirin’. Lê bêguman her mirovek dimire. Ev di çi wateyekê de tê gotin gelo mirov dikare wateyekî felsefîk lê bar bike?

Dema ku dibêjin ‘Şehîd namirin’, tê wateya ku şehîd jiyanê dixuliqîne, dîrokê dinivîsîne. Ji mirinê jiyan dixuliqîne. Ji koletiyê azadiyê diafirîne, ji bêdengiyê dibe qêrîn, ji zivistanê dibe bihar. Ew bi xwe dibin beşeke ji manewiyat û nirxên civakê. Wexta ew jiyana ku şehîd temsîla wê kiriye hebe, jiyana azad hebe, tê wateya ku ew şehîd jî zindî ye. Heta ew manewiyat hebe, şehîd jî zindî ye. Em behsa fîzîkekî nakin ku jiyan dike û dimire. Mirov tenê hebûneke fîzîkî nîn e, tenê ji beden pêk nayê. Ew mirov di heman demê de manewiyatek e, ruhek e, ferasetek û têgihîştinek e. Beşek ji heqîqeta wî şehîdî dibe jiyan. Ew jiyan berdewam dike û ew heqîqet her heye. Ji ber wê dibêjin ku şehîd namire, ji ber ku ew rê û rêbaza ku hilbijartî berdewam dike. Xeyal û lêgerîna azadiyê her berdewam dike. Niha bi taybet di merasîm û bîranîna şehîdan de hawar dikin ku şehîd namire. Bi vê re dibêjin ku ew manewiyata ku xulqandî, ew rê û rêbaz, ew heqîqet her berdewam dike. Ev tenê maddî nîn e ku xelas bibe an jî biguhere û bibe tiştekî din. Manewiyatek e, xeyalek e, xwestekek e. Bi taybet di felsefeya Apoyî de şehîd erk e ango peywir e. Peywira herî giring e. Fikir, xeyal, azwerî û armanca şehîdan peywir e, erk e. Rêber Apo dibêje ku peywira partîbûn ango pîvana partîbûnê, endamên PKK, şehîd in. Ev tê wateya asteke bilind a têgihîştina jiyan û heqîqetê û tenê Şehîd dighîjin vê. Tevgera Apoyî tevgera şehîdan e.

*Bi wesîleya ku nîqaşa me li ser şehîdan e, di rojên derbasbûyî de, roja 5’ê çileyê, salvegera şehadeta heval Huseyn Xizrî ye, şoreşgerekî Kurd, gerîlayekî azadiyê ye ku sala 2010 ji aliyê rejîma dagirker a Îranê ve hat îdamkirin. Em bawer in ku hûn nas dikin. Sekn û jiyana vî hevalî çawa bû?

Di tevgera Apoyî de bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê pir pêşeng û têkoşerên tevgerê çêbûne ku heta nefesa xwe ya dawî teslîmî zilm, zor û zextê nebûn û berxwedanî kirin. Dest ji xeyal û lêgerîna azadiyê bernedan. Yek ji wan kesan Huseyn Xizrî ye, heval Hêmin Bêkes e. Ciwanekî têgihîştî bû. Heval Huseyn jî wekî piranî ciwanên Kurd, aloziya jiyana gelê Kurd, zordariya sîstemê hîs kir. Desthilatdarî û dîktatoriya heyî dît û jê fêm kir. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji vê rewşê û ji bo ku xebat bide meşandin, di sala 2003’an beşdarî nav refên gerîla dibe. Kar û xebat da meşandin. Heval Hêmin yek ji wan ciwanan e li pey heqîqet û azadiyê bû li ser vî esasî lêkolîn dikir û xebat dikir. Eşqeke xwe a mezin li hember welat û gel hebû. Bawerî û îmana wî bi hêza gel hebû bi taybet jî bi hêza ciwanan. Hêza birêxistinkirin, hêza civakê giring didît û di vê çarçoveyê de jî canê xwe feda kir. Bi vê eşq, lêgerîn û tevgerê, ciwan ronî dikir, ew birêxistin dikirin. Piştî bicîhanîna erkên xwe li çiyayên Kurdistanê vegeriya Rojhilat û xebat dikir. Dema ku erkên xwe li Kirmanşanê bi cih dianî, rastî hêzên ewlekariyê ên rejîma Îranê tê û tê girtin. Ruxmê ku di zindanên cihê de ma û li her cihekî êşkence dît û êşeke mezin kişand, bi îradeyekî ji pola li ber xwe da, neşikiya. Bi bîr û bawerî û têgihîştina ku fikir û felsefeya Rêber Apo tê de dayî avakirin û pala xwe dayîna mîrateya berxwedana zindana Amedê ku bi pêşengtiya kadroyên Apoyî hatî meşandin, pêşengên wekî Şehîd Kemal, Heqî û heval Mazlûm Dogan, bi pala xwe dayîna vê çand û mîrateya ku zindana Amedê veguherandin meydanekî bihêz a berxwedan û têkoşînê li dijî faşîzm û dagirkeriyê. Heval Hêmin ev rê hilbijart û berdewam kir. Zindanên rejîma dagirker a Îranê kir meydana berxwedanê. Eger beriya niha rejîma dagirker wisa dizanî ku zindan ciheke ji bo şikandina îrade, hêvî û xwesteka şoreşgeran û heta astekî di vî aliyî de encam girtibû, bi sekna şoreşgerên Apoyî û hevalên wekî Huseyn Xizrî, zindan vegerandin meydana xebat û têkoşînê. Rejîma dagirker bi vê re darbeyek xwar û li hember van mirovan rejîm biçûk bû. Heval Huseyn demeke dirêj li zindanan ma, êşkenceya ruhî û fîzîkî dît lê dîsa ji bo kêliyekê jî dest ji armanc, xeyal û xwestekên xwe berneda. Komara sêdare, rejîma faşîst û dagirker a Îranê li hember vê seknê têk çû, şikiya û ji ber vê biçûkbûna xwe berê xwe de kiryarên dermirovî, ji derveyî ehlaq û bi tirsonekî, kiryarekî wekî darvekirinê. Ji ber vê heval Huseyn Xizrî hat îdamkirin û gihîşt asta bilind a şehadetê. Ez pêwîstî dibînin ku bal bikşînim ser roja 6’ê çileyê jî ku ciwanekî dîtir ê têkoşer hatiye sêdare kirin, welatparêzekî têkoşer bi navê Fesîh Yaseminî. Wî jî rêya berxwedaniyê hilbijart û tu carî teslîmî dagirkerên Kurdistanê nebû. Rûxmê ku nexweş bû û pêwîstiya xwe bi tedawiyê hebû vê komara faşîşt, dagirker û baviksalar vî ciwanê Kurd jî darve kir û ew jî gihîşte şehadetê.

Di şoreşa ku ji aliyê jin, gelê Kurd û gelên Îranê bi rê ve diçe de, ji bo bi dehan kesan hukmê îdamê hatiye dayîn. Bi van kesên ku we behs kirî wekî Heval Huseyn û Heval Fesîh, ev heval dikarin ji bo van ciwanan bibin nimûneyek ku dema çûn ber sêdareyê lingê wan nelerizin?

Rastiyekî bê guman e ku tevgera Apoyî ne tenê li Kurdistan û herêmê, li hemû cîhanê, çandekî berxwedan û têkoşînê afirandiye û di nav şoreşger û azadîxwazên cîhanê de êdî deng vedaye û belav bûye ev rastiyeke ku her kes dibîne. Ji zindana Amedê dest pê kir, gihîşte Rojhilat û beşên dîtir ên Kurdistanê niha jî cîhanê. Sloganên ku niha di merasîmên şehîdan de tên gotin û heta gelên dîtir ji derveyî Kurdan dibêjin “Şehîd namirin” an “Berxwedan Jiyan e”, tê maneya ku bi çavê xwe dîtine ku ji derveyî teslîmbûn û binketinê rêyekî alternatîf û rêyekî cûda heye. Ev rê jî ji aliyê têkoşerên Apoyî ve hatiye îspat kirin û bûye heqîqetek ango realîteyek. Lêgerînvanên azadî û têkoşînê dîtin ku rêyek dîtir jî heye. Tê dîtin ku ev mirov bi rastî jî li pey heqîqet û têkoşînê ne. Eger beriya niha rejîma dagirker a Îran û hinek dewletên dîtir ên dagirker karîbûne îrade bişkînin û hinek tevgeran marjînal bikin, ji ber vê bûye ku nekarîne rêbaz peyda bikin. Lê tevgera Apoyî ev derbas kirin û bû pêşeng. Dema ku bû pêşeng êdî hinekên dîtir lê meyze dikin û li pey diçin. Niha a ku diqewime ev e. Wexta ku Heval Şîrîn Elemhulî, heval Ronahî di zindana Evîn de ye, kesên ku pê re di zindanê de ne piştî ku ji zindanê derketine, bîranînên xwe dinivîsin. Dibêjin ku rûxmê ku îddiaya me a şoreşgertî, xwendevanî û pêşketîbûnê hebû lê li hember hezkirin, têgihîştin û fikrê heval Şîrîn Elemhulî, em pir kêm bûn. Ew kes serbilind in ku tenê çend rojan bi heval Şîrîn re li zindanê mane. Bi dehan kes vana kirine nivîs û pirtûk. Ketine bin bandoriya vê seknê. Eger berxwedan li Rojhilat niha heye û ciwan, jin an kesên ji her beşekî civakê di ferqê de ne eger ku dakevine kolanê dibe ku werin kuştin, zindanî kirin an darve kirin lê dîsa jî diçin çima diçin? Jiber ku dîtine. Nimûne hene ku di vê rêyê de çûne û ji vê hêz û manewiyat digrin. Dîtine ku şoreşgerek di zindana rejîmê bi xwe de, dikare rejîmê têk bibe. Ev sê meh e li wê civakê tê dayîn, tê tepisandin, kuştin, girtin, îdam kirin û dûr xistin lê dîsa jî şoreş berdewam dike û geştir dibe. Em dibînin ku gel diçin merasîmên şehîdan û di bîranîna şehîdekî de, çend kesên dîtir bixwe şehîd dikevin. Ev nîşan dide ku tevgera Apoyî, şehîdên wekî heval Huseyn, heval Şîrîn, Heval Fesîh, heval Ferzad, heval Alî û şoreşgerên dîtir ku ked û westandina wan vala nebûye, bandora wan têkoşînê zindî dihêle ev hêvî dide û tirsa ku rejîm ava dike têk dibe. Eger niha gel zindî ye û daxwaza mafê xwe û azadiyê dike, ev hemû bi keda şehîdan çêbûye û berhema berxwedana wan e. Ciwan van ji bo xwe dikin nimûne û pêwîst e bikin nimûne jî. Ciwanên Rojhilat ku niha di şoreşê de cih digrin pêwîst e şêwazê têkoşîna van hevalan bi taybet di zindanê de ji bo xwe esas bigirin. Erka me ye ku berxwedan û têkoşîna ku hatî meşandin zêdetir bidin naskirin bi taybet bi gelên dîtir jî. Ne gengaz e ku civakekî ku li pey azadî û heqîqetê ye, pêşengên xwe nas neke. Nas dikin lê dive zêdetir be. Şêwazê herî baş ê xwedî derketina li şehîdan ew e ku mirov wan bike mînak û ne tenê bi sloganan vê bike, pêwîst e ev xwedîlêderketin derbasî pratîk û têkoşînê bibe.

Tu dibêjî ku di jiyana rojane de ev bandoriya xwe hebe?

 Rast e pêwîste li ser jiyanê hebe. Bi taybet kesên ku îddiaya xwe a şoreşgertiyê hebe hîn zêde esas e û li gor sekna şehîdan pêwîst e xwe bipîvin, binirxînin û birêxistin bikin. Dema hat gotin ku ‘Şehîd namirin’, tê wateya ku em fikir, daxwaz û xeyalên şehîdan jiyan bikin. Ev tê wateya ku em bi rastiya wan re jiyan dikin û ev tenê di ziman de nabe, bi pratîk dibe. Ku em di rêya armanca wan diyar kirî de têkoşîna wan berdewam bikin.

Ji bo ku gel bikaribe xwedî li şehîdan derbikeve, wekî rêbaz dikare çawa were berfirehkirin?

Derfet û rewşa ku niha civak tê de ye dikare were nirxandin ku bi şêwazên cûrbicûr xwedî li şehîdan were derketin. Ji merasîm û bîranînên şehîdan bigre heta dayîna nasîna şehîdan bi hemû beşên civakê û gelên dîtir û raya giştî dikare were kirin. Bi nivîs, helbest, stran, fîlm, dokumenter û nivîsandina jiyan nameyên wan, xebat dikare were meşandin. Xwedî derketina li malbatên şehîdan, li dostên wan esas e. Jiber ku ev derdor rastî êşekî mezin tên, kesekî wenda kirine û tenê ev ne, rastî zext û zoriyekî zêde ji aliyê dewletê ve tên. Tên boykot kirin, tên tehdît kirin, zext dikeve ser malbatê û her wekî din. Ji bo vê giring e ku gel xwedî li wan derbikeve, di van zehmetiyan de li gel wan bin, rêz nîşan bidin. Rê û rêbaz pir in. Rûxmê zext û sansura dijwar em dibînin ku gel van rê û rêbazan jî pêktîne û bêdeng namîne û bi hunera xwe, muzîk, helbest û bi tişta ku ji dest tê, xwedî derdikeve. Ev xûlqkarî heye di civakê de. Em hemû hemfikirin ku şêwazê herî baş ê xwedî derketina li şehîdan, berdewamkirina xebat û rêya wan e û bicihanîna xeyal û azweriyên wan e. Di vir de ez pêwîstî dibînim ku bal bikşînim ser gotinekî Rêber Apo ku di bîranînên xwe de behs dike. Rêber Apo ji hevalan pirs dike û dibêje “Tê bîra min dema ku min ji hevalan pirsî ‘em çawa tola şehadeta heval Heqî Karer bistînin?’”. Hevalan bersiv daye Rêber Apo û dibêjin “Em biçin êrîşî polîsan bikin û wan bikujin”. Di vir de Rêber Apo dibêje ku ez bi vê bersivê têr nebûm û bê guman emê ên ku heval Heqî Şehîd xistine ceza bikin û bikujin. Lê Rêber Apo dibêje ku ev têrker nîn e ji bo xwedî derketin an tolstendina şehadeta heval Heqî. Ji bo vê jî piştre Rêber Apo dibêje tolstendina herî baş û xwedîderketina li Şehîd Heqî, avakirina PKK ye. Ew xeyal û armancên heval Heqî ji bo ku werin mezinkirin, bihêzkirin û pratîkkirin bi vê re gengaz bû. Ji bo vê Rêber Apo dibêje “Her li cihê ku heval Heqî Şehîd ket, min dest bi nivîsandina program û bernameya partî kir û min vê tolstendina herî rasteqîn dît”. Rêber Apo dibêje ku bi vî şêwazê xwedîderketina li şehîdan em ji grupekî çend kesî gihîştine partîbûnê. Ev Şehadet bû sedema gavavêtineke bihêztir. Di tevgera Apoyî de ji bo vê tê gotin ku şehîd ronahiya têkoşînê ne, şehîd sedemek in ku tu carî nasekine û xebatê berdewam bike, têkoşîne berdewam bike. Şehîd dibin sedema gavavêtinê. Gel û civaka me jî heta astekê vê felsefeyê fêm kiriye. Niha dayik di merasîman de hawar dikin û dibêjin “Eger ez tolê ranekim ez ne dayika te me” û dibêjin “Negirrîn ji bo kurê min biçin tola wî rabikin”. Ev fikir û felsefe di tevgera Apoyî de şikil girtiye û derbasî nav civakê bûye. Lê pêwîst e were bihêzkirin û rêxistinkirin. Ne ku civak van nizane, dizane lê di vê qonaxê de pêwîst e civak nehêle ku rejîma dagirker ferq û cudatî bixe nav gelan, çînên cûda û wan li hember hevdû sor bike. Bi yekîtî û yekdengî, bi geşkirina xebatê dikarin xwedî li şehîdan derkevin.