Ferhat Encu peyam ji malbatên Roboskê re şand

Wekîlê HDP’ê Encu peyam ji malbatên Roboskê re şand û got, “Em ê hêviya xwe neşkînin, em ê li ber xwe bidin, serketin wê ya têkoşîna rûmetdar a vî gelî be.”

Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu ji Girtîgeha Kandirayê, di salvegera komkujiya Roboskê de peyam ji malbatên Roboskê re şand.

Mesaja Encu wiha ye:

“Gelê me yê qedirbilind, gelê Roboskê yê hêja û dayikên me yên ku ji dilê wan êş difûre,

Ez bi hezkirin û hurmetdayinê we hemûyan slav dikim.

Ji 28’ê Kanûna 2011’an ve, di ser kuştina 34 mirovên me, birayên me re 5 sal derbas bûn. Kirdeyên vê komkujiya bi zanebûn û plankirî hatine parastin. Mixabin li ser yek kesî jî lêpirsîn nehatiye vekirin. 5 salan bi têkoşîna xwe ya rûmetdar ji bo ku kirdeyên vê komkujiyê werin darizandin wê gelek fedekariyê mezin kirin. Mixabin ji ber ku, yên ku ev komkujî pêk anîn, hê jî vî welatî bi rê ve dibin, ên ku ciza li wan hate birîn, hûn û hevgirê we bûn.

Dayikên me yên hêja yên bi kul û kovan, birayê min, apên min û gelê me yê êşkêş;

Bi têkoşîna xwe ya 5 salan me tenê tiştek xwest; ji bo ku Roboskêyeke dî pêk neyê bila kirde werin cizakirn û li van xakan ku gelek Roboskê pêk hatine, bila pirsgirêk bi rêyên demokratîk were çareserkirin û aştiyeke rûmetdar saz bibe. Lê mixabin cihê ku niha em lê ne, mirin, xwîn, girî û talan e; li ser Kurdan û çewisandiyan polîtîkayên şerê giştî lidarxistin.

Em li dijî vê polîtîkaya giştî ya îmha û înkarê, em ê dadmendî, jiyana bi hev re û wekhev, aştiyê biparêzin. Dikarin me bixin zindanan, hilbijartiyên vî gelî dikarin bigirin, dikarin vîna gelê me ji nedî ve werin. Lê em ê hêviya xwe neşikînin, em ê li ber xwe bidin û serkeftin wê ya gelê birûmet be.

Bi van hîsan di serê de 34 birayên min, hemû kesên ku li van xakan jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û jidil we hemûyan slav dikim.

Ku em miriyên ku li ser qantiran hatin kirin ji bîr bikin, bila dilê me hişk bibe!”