Ferec: Krîza li Başûr bidome wê pirsgirêkên mezintir rû bidin
Rojnamevan-Nivîskar Fatîh Ferec diyar kir ku eger krîza heyî li Başûrê Kurdistanê bidome wê sala 2017’an pirsgirêkên hê mezintir derkevin û hişyariya, “Dikare hilweşînek mezin xwe bide der” kir.
HALÎT ERMÎŞ
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 29 berfanbarê 2016, 10:16
Ferec destnîşan kir ku hevdîtina partiyan ji bilî dirêjkirina demê ne ti tiştê din e û got; “Hikûmet û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi zanebûn krîzê dafirînin. Bi birçîbûnê civakê radest digirin. Dibistanan girtî dihêlin û dixwazin civakek cahil saz bikin. Bi vî şiklî dixwazin teslîm bigirin.” Ferec, ragihand ku çareserî kongreya neteweyî ye.
Rojnamevan-Nivîskar Latîf Fatîh Ferec, rewşa 2016’an a li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
‘SALA 2016’AN BÛ SALEKE KU KRÎZ KÛR BÛ’
Rojnamevan-Nivîskar Latîf Fatîh Ferec, krîza li Başûrê Kurdistanê spart salên bihurî, bi taybet jî sala 2014’an hevdîtina mabeyna Mesût Barzanî û Serokwezîrê demê yê Iraqê Nûrî Malîkî û wiha dewam kir; “Krîzê sala 2015’an xwe da der û sala 2016’an bi vê krîzê dewam kir. Dûvre ji ber hevdîtinên partiyan ne bi niyeta baş bû, nêrînên hev hezm nekirin. Dîsa ti aliyan ji daxwazên xwe nedan paş. Ne YNK’ê ne jî PDK’ê rewş qebûl kirin. Di encam de sala 2016’an bû sala ku krîz kûr bû.”
‘DESTHILATDARIYÊ, GEL JI BER TERCIHÊ WÊ CEZA KIR’
Ferec, anî ziman ku li gor nêrîna wî li Başûrê Kurdistanê wek mîna tê gotin krîzek aborî nîne û wiha pê de çû; “Ji bo gel tiştekî wisa heye. Ji bo yên mûçeyan digirin heye. Li gor min, ya heyî ew e, desthilatdarî gel ceza dike. Ji ber ku sala 2011’an tercîha ji bo partiyek nû (Tevgera Goran) bi kar anî. Dema ev partiya nû bi erênî hat pêşwazîkirin û PDK jî biçûk bû, vê carê PDK ket pey tolhildanê. Dûvre jî bi zanebûn krîza bi Malîkî re kûr kir û bû sedem ku budçe bê qutkirin.”
‘HIKÛMET BI AWAYEKÎ EŞKERE GEL TERBIYE DIKE’
Ferec ragihand ku li gor dîtina wî hikûmet ji girtina dibistanan gelekî kêfxweş e û got; “Ji ber ku civakek cahil, li pey mafê xwe nagere, bi rehetî teslîm dibe, dafire. Sûc avêtin ser mamosteyan, dibêjin ev perwerdeyê nadin, wisa jî nanokî di nav civakê de çêkirin. Heta nakokiyên di vî warî de di nav mamosteyên ku tevlî boykotê bûne û nebûne de jî derketin. Hikûmet vê bi awayekî bi plan, bername û armanc pêk tîne.
Her wiha, mûçeyên heman nade gel û hewl dide bi birçîbûnê terbiye bike. Ev rewşek gelekî trajîk e. Demekê vê endamekî polîtburoya PDK’ê anîbû ziman. Gotibû gel birçî bihêle û bixe kontrolê. Îro jî tam vê dikin.”
'KURDISTAN BI HEVPEYMANÊN STRATEJÎK HATIN PARVEKIRIN’
Rojnamevan-Nivîskar Latîf Fatîh Ferec, der bir ku ti bandora hevpeymana YNK-Goranê nîne û wiha pê de çû; “Tenê ji bo demê ev hatiye çêkirin. Lê, hevpeyaman stratejîk a YNK-PDK’ê hem ji bo parvekirina binerd û sererdên Başûr e hem jî parvekirina budçeya ji Bexdayê tê. Budçeya ji Bexdayê tê ji sedî 53 diçe Hewlêrê, ji sedî 47 jî diçe Silêmanî. Le ev pere ne di xizmeta gel de ye. Ev pere ji bo PDK û YNK’ê diçin. Ev hevpeymana ku em jê re dibêjin stratejîk. Dibe ku hin xalên wê baş bin, lê esas hevpeyman ji bo vê ye.”
‘KURD DI OPERASYONA MÛSILÊ DE HÊZA SÊYEM BÛN’
Ferec ji milê leşkerî jî nirxandina 2016’an kir û got; “Ji ber Kurd nebûn yek deng, di operasyona Mûsilê de piştî artêşa Iraqê û Haşdî Şabî bûn hêzek sêyem. Ew jî sînordar e. Mînak, mîna tevgerek yekpare ya ku YPG’ê li Rojava nîşan da nekirin. Her çiqasî serokatiya pêşmergeyan jî hebe, pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê wek hêzên cuda hebûn. Tevî tecrûbeya me ya 25 salan jî me mîna Rojava hebûna xwe nîşan neda. Hêzên navneteweyî jî vê dibînin û li gor vê pêwendiyan datînin.”
‘PIRSGIRÊKA ŞENGALÊ SPARTINEK DEWLETA TIRK E’
Ferec behsa nêzîkatiyên PDK’ê yên li ser Şengalê jî kir û ji ber çi ev pirsgirêk çareser nabe jî wiha nirxand; “Li gor min dewleta Tirk destûrê nade. Ewqasî eşkere û zelal e. Ji ber ku dewleta Tirk wek xwediyê PDK’ê xwe dibîne. Lê di heman demê de PKK’ê jî dijmin dibîne. Ji ber vê jî nahêle her du alî bigihêjin hev. Lê, eger PKK’e nebûya, niha çeteyên DAÎŞ’ê Hewlêr ji PDK’ê girtiba. Ev jî zelal e. Şeva ku Mexmûr ket kontrola DAÎŞ’ê, Hewlêr jî diket xeteriyê. Lê, hêzên PKK’ê xwe gihandinê û destûra vê nedan.
Li Kerkûkê jî gerîlayan têkoşînek bi bandor meşandin. Dîsa rewşa Şengalê her kes dizane. Wê demê divê rêz ji bo vê hebe. Lê, li hember vê PDK’e nahêle cenazeyê şervanên YPG’ê yên bi eslê xwe biyanî ne jî bigihêje welatên wan. Ev rewşek wehşet e. Hin ji Kanadayê, Awûstralyayê tên û ji bo azadiya gelê te şer dike, jiyana xwe ji dest dide. Pêwîst e tu hurmetek bêdawî nîşan bide.
Niha PDK’e ditirse, li Şengalê mirov bi sempatiyê nêzî PKK’ê bibin û tevlî bibin. Çima ditirsî? PKK ne hêzek dagirker e, rêxistinek Kurd e ji bo azadiya vî gelê şer dike. Lê em vê baş dizanin; heta dewleta Tirk û Erdogan li Kurdistanê bi bandor bin, yekîtiya PKK û PDK’ê saz nabe.
Siyaseta PDK’ê ya li Rojava jî şaş e. Hê li ser Rojava ambargo heye. Derî girtî ne. Ev e daxwaza dewleta Tirk. Yek radibe û dibêje li Rojava dîktatortî heye. Ma ev tê qebûlkirin? Ev çi mantix e. Tu çawa wisa dibêjî? Ev gelekî xeter e.”
Rojnamevan-Nivîskar Fatîh Ferec herî dawî wisa axivî; “Yekîtiya neteweya Kurd, ev kongre dibe, konferans dibe an jî komîsyon dibe, ferq nake; eger pêk were wê ev qutbûyina navbera tevahî parçeyan bi dawî bibe û Kurd wê bi yekdengî tevbigerin.
Lê, ev tenê dema tevahî partî ji bo giştî Kurdistanê siyasetê bixwazin dibe. Ti guhdar neke bê ka Erdogan çi dibêje, Rûhanî çi dibêje, Bexda çi dibêje. Wê demê dibe. Ji bo vê jî divê ti kes nebêje ‘ez ê bibin serok’, ‘na kotaya partiya min ewqas e’. Ev jî bi zanebûna dîrokê dibe. Kesên ku ji dîrokê dersê negirin, bera pey desthilatdariyê didin, dikevin pey hêza takekesî. Dema wisa jî bibe berfireh nabe. Sala 2016’an ji ber vê kongre nebû. Eger sala pêş me jî wisa bibe, dibe ku aş betalek nû xwe bide der. Ev metirsî heye. Li gor dîtina min, talokeyek wisa li Başûrê Kurdistanê heye. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê yek ji hêzan li ber belavbûyinê ye, pişta xwe daye dewleta Tirk, yekî jî berê xwe daye Îran a ku bi heman krîzê re hevrû ye.”