Fedaiyên demê: Amara û Ciwana

Gerîlayên YJA Starê Ciwana Cûdî û Amara Cûdî ku bi salan li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk têkoşiyan, 17'ê Îlona 2022'an ji bo nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn.

Gerîlayên YJA Starê Amara û Ciwana ku lêgerînerên li rastiyê bûn, rêya têkoşîna azadiyê danîn ber xwe û li herêma Heftanînê heta nefesa xwe ya dawî xaka Kurdistanê parastin.

Gelek jin û mêr ên ciwan ên li azadiyê digerin, berê xwe didin çiyayên Kurdistanê û tevlî berxwedana dîrokî dibin. Amara Cûdî û Ciwana Cûdî ji wan gerîlayan bûn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dan. Wan ji Cenga Heftanînê heta bi Cenga Xabûrê li dijî dagirkerî qirkeriyê bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Her ku şer kirin li çiyayên Kurdistanê agirê azadiyê bêhtir geş kirin.

Ciwana Cûdî ji bo xwe bigihîne hêviyên mezin û armancên xwe pêk bîne di sala 2014'an de ji Botanê berê xwe da nava refên gerîla. Li hemberî her zor û zehmetiyan bi hêz bû, lewma têkoşîna xwe her roj bêhtir bi pêş ve bir. Her ku li azadiyê geriya, şerê xwe yê li dijî dijmin mezintir kir. Ji Zapê heta Garê, ji Metînayê heta bi Heftanînê pêşengî ji şerê serketinê re kir. Weke fermandareke ciwan carna mîna artêşeke xurt bi tena serê xwe şer kir. Dema ku leşkerên dewleta Tirk xwestin xwe li qada Xantûrê bi cih bikin, fermandara ciwan a YJA Starê Ciwana berê tivinga xwe da leşkeran û bi rojan nehişt ku xwe bigihînin xaka Heftanînê. Careke din nîşan da ku hevrêya Rusteman e. Hevrêyê wê Rustem ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinarên Xantûrê avêt û qîrîna berxwedanê bilind kir. Ciwana Cûdî jî ji bo bersivê bide vê qîrînê soz da ku tola Rustem û hevrêyên xwe yên din hilîne.

Ciwana Cûdî bi salan li herêma Heftanînê pêşengî ji têkoşînê re kir, tevlî gelek çalakiyan bû. Têkildarî armancên ji sala 2022'an wiha digot, "Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya gelê me. Li herêma Heftanînê em ê dijmin têk bibin. Sekna fedaî ya hevrêyên me yên li qadên Zendûra, Mamreşo û Werxelê hêzê dide me. Em ê di vê têkoşînê de tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne teqez hilînin. Em ê ti carî rê nedin dijmin. Çalakiyên me wê dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe têkoşîna me wê bênavber dewam bike."

'JI BO PARASTINA XAKA XWE EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN'

Ji fedaiyên pêşeng ên pêngava Cenga Xabûrê Amara Cûdî jî xwest li qada berxwedanê şer bike û bibe yek ji şervanên bedew ên welatê xwe. Hîn di zarokatiyê de ji ber zilma dijmin neçar ma ku warê xwe biterikîne. Kolanên Wanê êdî jê gelekî dûr bûn. Lê belê Amara Cûdî bi biryar bû ku di rêya azadiyê de tola êşa gelê xwe hilîne. Lewma armanca xwe pêk anî û tevî xwişka xwe ya mezin Dîlan berê xwe da qada şer.

Amara ji sala 2015'an heta sala 2020'î li herêma Heftanînê di nava şert û mercên herî giran de bêrawestan têkoşiya. Di demên herî zehmet ên Cenga Heftanînê de soz da ku heta dawiyê bibe hevrêya hevrêyên xwe.

Amara Cûdî jî mîna hevrêya xwe Ciwana salên dûr û dirêj li h erêma Heftanînê ji bo azadiya têkoşiya. Amara Cûdî têkildarî şer ev nirxandin kiribû: "Şer bêyî dayina berdêlan nabe. Ji bo parastina rûmeta gelê xwe em amade ne ku canê xwe feda bikin. Em ê heta dawiyê şer bikin. Eger dewleta Tirk şer dixwaze, em ê ti carî xwe ji şerkirinê nedin alî. Di vê pêvajoyê de em ê wezîfeya xwe bi cih bînin. Eger gelê Kurd bibe yek wê dijmin ti carî nikaribe li hemberî me şer bike. Ji ber ku em zanin gelê Kurd ti carî tune nabe. Dema ku em bala xwe didin ser dîroka xwe, dibînin ku gelê Kurd her ti li dijî her cûre êrîşan hebûna xwe parastiye. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin. Em ê ti carî dest jê neqerin. Lewma ji bo war û gelê xwe biparêzin, ji bo xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd derkevin, em têdikoşin."

Gerîlayên YJA Starê Ciwana Cûdî û Amara CÛdî bi salan ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan, li dijî dewleta Tirk şer kirin. Di 17'ê Îlona 2022'an de li qada Şehîd Kendal a Heftanînê êrîşên dagirkeriyê destpê kirin. Amara û Ciwana li hemberî hemû êrîşan bi ruhê fedaî şer kirin û derbên giran li dewleta Tirk xistin. Di encama vî şerî de amara û Ciwana birîndar bûn. Ji bo nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevlî şehîdên Kurdistanê bûn.