Febrîkaya sirûştî ku 30 hezar kes lê dixebite

Gola Wanê bi masiyê Încî Kefalî mîna febrîkeyeke sirûştî ye ku gelek mirov pê debara xwe dikin. Di pêvajoya qedexeya masîgiriyê de ji ber bihistiyariya gel masî pir zêde bûne.

Bi rabûna qedexeya girtina masiyên Încî Kefalî, ku ev masî li cîhanê tenê li Gola Wanê hene û Gola Wanê ji bo bi hezaran mirovan deriyê debarê ye, li Gola Wanê masî pir zêde bûne. Îsal, li gorî salên berê ji ber ku masî zêdetir in, her kes kêfxweş bû. Bi zêdebûna masiyan re biha jî kêm bûn.

Koça Încî Kefalî her çendî 21’ê Newrozê dest pê dike jî qedexeya girtina wan di navbeyna 15’ê Nîsanê û 15’ê Tîrmehê de ye. Di vê pêvajoya qedexeyê de bi  milyonan masî, ji bo ku hêkên xwe li çem û rûbaran bihêlin koç dikin.

Di serî de li Erdîşê li çemê Delîçay, Zîlanê, li Muradiyê li Çemê Bendîmahî masaiyên Încî Kefalî pir zêde ne. Di vê dema koça masiyan de her çendî qedexe be jî bi tonan masî têne girtin. Li ser van çeman ku masiyên Încî Kefalî hêkên xwe dihêlin HES û bendav hatin çêkirin. Li gel ev qas neyêniyan jî  Încî Kefalî ji bo gelê Wanê bû yek ji xwarina sereke ya ser sifrê. Bi dehan esnaf bi firotina masiyan debara xwe dikin, bi sedan jê jî li ser erobokên du tekel masiyan difiroşin. Ji ber ku erzan in û teze ne gelê Wanê jî pir berê xwe dide masiyan.

BIHISYARIYA WELATIYAN BEREKETA MASIYAN ZÊDE KIR

Dema qedexeya girtina masiyan welatiyan masiyên ku bi qeçaxî girtibûn nedistandin. Ji ber vê bihistyariya welatiyan li Gola Wanê masî pir zêde bûne. Bereketa masiyan li ser bihayê masiyan jî xuya kir. Îsal kiloya masiyan bi 3 lîreyan tê firotin. Li Wanê 10 hezar kes debara xwe bi masiyên Incî Kefalî dikin.  Bi Wanê re, li Tetwan, Exlat, Edilcewaz, Patnos, Bazid, Agirî, Colemêrg û Mûşê nêzî 30 hezar kes debara xwe dikin. Gola Wanê bi masiyê Încî Kefalî li Kurdistanê mîna febrîkayeke sirûştî ye ku herî pir mirov ji vir debara xwe dikin. Ji ber vê taybetmendiye jî welatî û masîgir jî zêdetir bihistyar dibin.

DEBARA 30 HEZAR KESÎ LI SER VÊ YE

Serokê Kooperatîfa Masîgiran a Gola Wanê Ubeydulah Demîr got li herêmê 30 hezar mirov debara xwe bi masiyan dikin. Demîr got, ‘’Çiyayê Erek, Siphan, Colemêrg, hemû çiyayên me daristan bûn. Ji ber ku em li van nirxên xwe xwedî dernketin ev nirxên me winda bûn. Înfî Kefalî yên li Gola Wanê jî nirxên me ne. Me daristanên xwe ji dest da lê em lig ola xwe û masiyên xwe xwedî derketin. Ev serkeftin a gelê me ye.’’

Demîr her wiha got li Wanê 10 hezar kes debara xwe bi masiyan dikin.