BI DÎMEN

Fatûreya budçeya şer li gel tê birîn

Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî krîza aboriyê û xizaniya giran dan û bal kişandin ser budçeya ku li şer tê xerckirin.

BUDÇEYA ŞER Û PIRSGIRÊKA DEBARÊ

Polîtîkayên li ser bingeha 'ewlekariyê' yên dewletê, krîza aboriyê bi xwe re tîne. Ji ber krîza aboriyê şert û mercên jiyanê yên gelê li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj hîn giran dibin. Dewleta Tirk sala 2024'an nêzî 971 milyar TL budçe ji 'sektora ewlekarî û parastinê' re veqetand. Ev budçe di sala 2025'an de kir 1 trîlyon û 608 milyar TL.

Şêniyên Amedê krîza aboriyê ya ji ber budçeya şer a dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxandin.

KESÊN KU ŞER DIXWAZIN, NIKARIN TIŞTEKÎ BI DEST BIXIN

Ramazan Emînoglû: Ji aliyê aborî ve roj bi roj em hîn bêhtir li paş dimînin. Berê em ji bo paşeroja zarokên xwe, ji bo bibin xwedî pîşeyekî dixebitîn. Niha girîngiyeke vê yekê jî nema, ji ber ku hebûna pîşeyekî wan êdî nayê ti wateyê. Ji sedî şêst ê navçeya ez lê dimînim xizan e. Salên berê li bazarê mirovan dikarîbû tiştên dixwaze bi hêsanî bikire, lê belê ev rewş êdî zehmet e, buhayê her tiştî bi çar, yan jî pênc qatî zêde bûye. Aboriya Tirkiyeyê her roj hîn xerab dibe. Em nizanin bê pereyê xezîneyê li ku tê xerckirin. Em naxwazin budçe li şer bê xerckirin. Em li vî welatî dixwazin bi rengekî xwişk û biratiyê bijîn. Kurd bi sedan salan li vê xakê di nava aştiyê de jiyan. Ji ber vê yekê em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Yên ku welêt bi rê ve dibin divê bi rengekî wekhev tevbigerin û aştiyê pêk bînin. Rewşa Beşar Esad li holê ye, zilm li gelê xwe kir, me dawiya wî dît. Kurdên li çar parçeyan xwişk û bira ne, em ti şerê li dijî Kurdan qebûl nakin. Di serî de Rojava em êrîşa li dijî Kurdan qebûl nakin. Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Em dixwazin her kes li vê xakê bi rengekî azad bijîn. Em naxwazin zarokên me di nava şer de bijîn. Yên ku şer dixwazin nikarin tiştekî bi dest bixin.

TIRKIYE JI ALIYÊ ABORIYÊ VE TÊK ÇÛYE

Mehmet Fesîh Karakaş: Pere êdî bi mirovan re nîne. Her tişt êdî buha bûye. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Tiştekî bi navê aboriyê nema ye. Beriya deh salan min karîbû 4 malan xwedî bikim, lê niha nikarim malekê jî xwedî bikikm. Hûn jî zanin, gelê Kurd gelekî xizan e. Em ê çawa bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe bikin? Bi şênberî dibêjim, divê ev rêveberî tavilê biguhere. Bi vî rengî biçe em ê hîn bêhtir têk biçin. Êdî tiştekî bê gotin nemaye. Her balafireke ji bo şer radibe, pereyê wê ji bêrîka me diçe, ne ji ya dewletê. Her ku şer giran bibe ev gel wê xizan bibe. Em êdî şer naxwazin, em aramiyê dixwazin.

YA KU ABORIYA WELÊT TÊK DIBE PEREYÊ LI ŞER TÊ XERCKIRIN E

Şukru Eser: Berê her tişt gelekî erzan bû, lê êdî mirov nikare qala erzaniyê bike. Ez bi xwe teqawît im, lê belê neçar dimînim li bazarê bixebitim. Ji ber ku mirov nikare bi mûçeyê teqawitiyê bijîn. Bila ew werin bi pereyê ku didin me debara xwe bikin ku em bibînin. Ya ku aboriya Tirkiyeyê têk dibe pereyê li çekan diçin. Bi vê zordariyê tiştek bi dest nakeve. Yekane rêya rizgariyê jî jiyana wekhev e.

Hasan Kabarma: Êdî ti qîmeta pere nîne. Mirov birçî û xizan e. Ez nikarim berheman bînim bazarê, yên ku tînim jî nikarim bifiroşim. Em gel êdî xizaniyê naxwazin, mirov ji vê rewşê gelekî westiya. Welê li me hatiye ku nikarin nan bibin malê.