Fatma Morsumbul li cem kurê wê veşartin

Yek ji Dayika Şemiyê Morsumbul ku şevê din jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.

Yek ji Dayika Şemiyê Fatma Morsumbul (72) şevê din li Çewlikê jiyana xwe dest da. Morsumbul beriya bi hefteyekê krîza dil pê re çêbûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê û tedawiya wê dihate kirin. Morsumbul şevê din piştî ku mirina mêjî pê re çêbû, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Morsumbul piştî xebatên li nexweşxaneyê qediyan, bi konvoyeke ku ji sedan wesayîtî pêk hatî, ber bi gundê Gozeler a girêdayî navenda Çewlikê ve birin. Di merasîma cenazeyê de rêveberên HDP, DBP’ê û bi sedan gundî jî amade bûn. Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê û Dayikên Şemiyê çelengeke sor şandin.

Cenazeyê Morsumbul li cem gora kurê wê yê PKK’yî Ekîn Morsumbul hate veşartin, ku Ekîn 2014’an li Şemzînan a Colemergê di şer de jiyana xwe ji dest dabû.

Keça Morsumbul Fadîme Morsumbul li ser cenazeyê dayika xwe lorîk avêtin ser û got, beriya ku hestûyê birayê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da.

Teziya Morsumbul wê li Mala Sersaxiyê ya Suleyman Bektaş a li Taxa Yeşîlyurt a li navenda bajêr were danîn.