'Ezmûna têkoşîna 2016'an wê di sala nû de bibe bingeha serketinê'
Gerîlayên li eniya Kerkûk hem sala 2016'an nirxandin û hem jî der barê sala nû de nêrînên xwe parve kirin. Gerîlayan dan xuyakirin, ku ew ê bi ezmûna berxwedan û têkoşîna bêhempa ya sala 2016'an sala nû veguherînin sala serketin û azadiyê.
FERZAD CELALIYAN
KERKÛK / ANF
pêncşem, 29 berfanbarê 2016, 11:02
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûk hem sala 2016'an nirxandin û hem jî der barê sala nû de nêrînên xwe parve kirin. Gerîlayan dan xuyakirin, ku ew ê bi ezmûna berxwedan û têkoşîna bêhempa ya sala 2016'an sala nû veguherînin sala serketin û azadiyê.
'NA EM ÇONGÊ DANAYNIN Û TI HÊZ NIKARE VÎNA ME BIŞIKÎNE'
Gerîlayê bi navê Serxwebûn Jêhat bal kişand ser girîngiya têkoşîna sala 2016'an û diyar kir, ku hem di milê leşkerî de û hem jî di milê siyasî de ji bo wan encamên xwe yên pir giran di vê salê de çêbûne. Jêhat der barê berdêl û destketiyên sala 2016'an de jî got, "Dibe di vê salê de berdêlên giran hatin dayîn lê belê bi vê re rastênhev destketiyên xwe jî mezin bû". Gerîla Jêhat axaftina xwe wiha domand; "Bi êrîşa dewleta dagirker a Tirk ve qonaxeke nû dest pê kir. Sala 2016'an lûtkeya şer bû. Hem ji bo tevgera me û gelê me û hem jî ji bo dewleta faşîst a tirk ev rewş wisa bû. Mirov dikare bêje şerê mayîn û nemanê bû. Dijmin jî li ser bingehê bernameya çong şikandinê aresteyê tevgera me bû. Digotin, em ê vîna gelê Kurd bişkînin, gerîla tine bikin! Ango dixwestin bibêjin, vîna ku gelê Kurd li çar parçê Kurdistanê ji bo azadiyê bi pêş dixe em ê bişkînin-tine bikin. Li hemberî vê jî; weke tevger û weke hêza gerîla bersiva, 'na em çongk danaynin û ti hêz nikare vîna me bişkîne' hate dayîn. Li ser vê bingehê berxwedaneke bêhempa hate bipêş xistin. Bêguman berdêlên xwe yên giran çêbûn. Di dîroka hemû têkoşînan de berdêl têne dayîn û bêberdêl ti tiştek nameşe, bisernakeve. Ji bo me ya girîng çi bû? Me nehîşt armanca dagirkeriya dijmin bi ser bikeve. Bi têkoşîna gel, bi têkoşîna gerîla û dîsa bi taktîk û baweriya demê ve ev planên wan vala hate derxistin. Ji bo sala 2016'an mirov bi kurtasî dikare bibêje gel û gerîla nehîşt bila dijmin biserbikeve. Dema di vê çarçovê de em li sala 2016'an dinihêrin; ji bo me ezmûnên pir mezin jî di hûndirê xwe de dihewîne."
'EZMÛNÊN 2016'AN WÊ BIBE BINGEHA SERKETINA 2017'AN'
"Têkoşîneke pir mezin hate dayîn, qehremaniyên pir mezin hatin jiyîn. Li hember hemû hovîtî-wahşet û faşîzma dagirkeriya tirk hem gel û hem jî gerîla berxwedaniyeke pir mezin raber kir. Weke gerîla ji bo sala 2016'an vegere sala serketin û sala azadiya Rêber APO têkoşîneke mezin hate meşandin lê belê kêmasiyên me jî derketin. Ji bo ku ev kêmasî û lewaztî werin derbaskirin weke hêza gerîla me ji nû ve rewşa xwe ya şer ji ber çav re derbas kiriye. Hêza gerîla ji nû ve hatiye nirxandin, vîn û bawerî bêhtir hatiye mezin kirin. Armancên ku di sala 2016'an de me tam nekarî bi ser bixin, em bi biryar in ku di sala 2017'an bi ser bixin. Saleke dijwar derbas bû, ezmûnên ku li me da qezenç kirin pir bû. Ji ber vê encam û ezmûnên ku me ji 2016'an derxistî ji bo serketina sala 2017'an bingeheke pir mezin e. Li ser vê bingehê sala 2017'an weke hêzên gerîla wê ji bo me bibe sala serketinê."
'WÊ TEQEZ BERSIVA FAŞÎZMA DEWLETA TIRK WERE DAYÎN'
Gerîla Serxwebûn Jêhat herî dawî ev nirxandin kir; "Ew êrîşên li ser serokatî weke gerîla em ti carî qebûl nakin, divê gelê Kurd ti carî qebûl neke. Dîsa ew faşîzma ku niha li bajar, gund û kolanan tê meşandin wê bêbersiv nemîne, heyfa wî dê were hildan. Emê vê heyfê ligel wan nehêlin. Weke gerîlayekî dikarim bibêjim ku biryarbûna giyana fedaî ya Apoyî di her demê zêdetir di me pêşketiye. Ew bendê ne ku hêviyên me, vîna me bişikê! Na, van êrîşan hêrs û tola me ya li hember dagirkeriyê bêhtir mezin kiriye. Ew hest û hêrsa me ya ku li hember dagirkeriyê pêşketî; em di wê baweriyê de ne ku wê me bibe serketinê. Ti hêzeke karibe pêşiya vê bigire jî nîn e. Sala 2017'an wê bibe sala azadiya Rêber APO û Kurdistanê".
'BERXWEDANA LI BAJARAN ISRARA DI AZADIYÊ DE YE'
Gerîlaya bi navê Sara Berxwedan piştî ku girîngiya têkoşîna sala 2016'an nirxand, axaftina xwe wiha domand; "Ji ber ku armanca me azadiya serokatî û gelê Kurd pêkanîn bû. Ji bona wê jî berxwedana li Bakur, Başûr, Rojava û li Rojhilat hate dayîn ev da diyar kirin ku gelê kurd di azadiya xwe de bi çi qasî xwedî biryar e û wê bi çi qasî ji bo azadiya xwe têbikoşe! Ev çi di bajêr de û çi jî di şerê derve de be li hember tevger û gelê me dijmin xwest bi rêbazên hovane ve encam bigire. Lê belê van êrîşan hêrsa gerîla jî û hêrsa gel jî zêdetir kir. Ji ber vê jî di sala nû de wê biryara me xurtir be. Armanca me wê azadkirina serokatî be. Ji bona wê jî têkoşîna em didin wê hin xurtir berdewam bike". Gerîla Berxwedan herî dawî jî bal kişand ser vîna li bajaran derket holê û û gotinên xwe wiha bidawî kir "Giyana li Sûrê, Nisêbînê, Geverê, Cizîrê derketî wê hin mezintir bibe. Ji bona wê em dibêjin ketina sala nû wê bêhtir xurt bibe. Ji bo azadiya Serokatiya xwe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Di sala 2017'an de em ê hin bêhtir hewl bidin ku em ji serokatiya xwe re û ji gelê xwe re bersiveke xurt bidin".
'ARTÊŞA TIRK ÊDÎ NIKARE LI HEMBERÎ PKK'Ê ŞER BIKE'
Gerîlayê bi navê Serhed Têkoşer jî bal kişand ser berxwedana sala 2016'an û got, "Berxwdana gel û gerîla biserket û ya ku li negihîşt planên xwe û bingket dewleta AKP'ê bû". Gerîla Têkoşer di berdewamiya axaftina xwe de; "Her kes jî vê dizane me di sala 2016'an de şereke pir dijwar meşand. Di çar parçê Kurdistanê de têkoşîna me kirî dê di sala 2017'an de ji bo me bibe bingeha şoreşê. Jixwe weke xuya dike ew siyaseta AKP dimeşîne li ti cihê encam nagre. Dewleta AKP'ê li Rojava, li Başûr û li Bakur derbên pir mezin xar. Hem di milê siyasî, hem di milê aborî û hem jî di milê leşkerî de dewleta tirk hatiye asteke wisa ku êdî nikare li hember PKK'ê şer bike. Em vekirî dibêjin artêşa tirk êdî nikare li hemer PKK'ê şer bike. Ev yek li hemû cîhanê jî hate îspat kirin. Êdî dema lûtkeyê ye. Lewma jî di sala nû de em ê bi hêzeke mezin ve têkoşîna xwe bilind bikin".