Eyşe Efendî: Heta ku şer dewam bike, em leşker in!

Hevseroka TEV-DEM a Kobanê Eyşe Efendî, li ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê axivî û got, "Heta ku şer dewam bike, em gelên Rojava ji 7 heta 70 salî, leşker in."

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî li ser gefên dewleta Tirk ên li Efrîn û herêma Şehbayê dixwe axivî û destnîşan kir, ku heta êrîş li dijî Rojava hebin, her yek ji wan leşker e. Eyşe Efendî ji ANF'ê axivî û got, "Heta ku şer dewam bike, em gelên Rojava ji 7 heta 70 salî, leşker in. Ji me çi tê xwestin, em amade ne wê bikin û em ê bikin jî."

'HEWESA WAN WÊ DI BER WAN DE BIMÎNE'

Eyşe Efendî bibîr xist, gefên dewlet Tirk ên li hemberî Efrînê dewam dikin û destnîşan kir, mîna li Kobanê wê li Efrînê jî hewesa wan di ber wan de bimîne. Efendî got, "Em hê jî di pêvajoyeke gelekî girîng û hesas de ne. Dewleta Tirk a ku nikare xwe li destketiyên me rabigire, çav berdaye Efrînê. Çawa ku dest li Kobanê werdan û bi gotina, 'va ye li ber ketinê ye' kêfxweş dibûn, niha jî gefê li Efrînê dixwin. Çawa ku li Kobanê hewesa wan di ber wan de ma, wê li Efrînê jî di ber wan de bimîne. Ji ber ku gelê Efrînê ji gelê Kobanê dûr an jî cuda nîne."

'GELÊ EFRÎNÊ BERSIVA XWE DA'

Eyşe Efendî got, "Em gelê Kurd, me di serketin û azadiyê de biryara xwe dane. Ji vê biryarê veger nîne" û wiha dewam kir: "Lê em dixwazin xeleka berxwedan û piştgiriyê ya li dora Kobanê hate avakirin, li dora Efrînê jî bê afirandin. Yên ku hê duh bi xewn û xeyala dagirkirina Efrînê radibûn, dîtin bê gelê Efrînê bi sed hezaran çawa radibe ser piyan. Ew ji rêveberiyekê ya jî ji partiyekê natirsin. Ew ji gel ditirsin. Gel bersiva xwe li meydanan da."

'HETA KU ÊRÎŞ DEWAM BIKIN, EM LEŞKER IN'

Eyşe Efendî anî ziman, ku hê gelek hêz û derdora planan li ser Rojava dikin û destnîşan kir, ku heta êrîş bidomin wê her ferdeke/î rojava mîna leşkerekî tevbigere. Efendî got, "Bêguman hê li qada herêmî û navneteweyî gelek hesab tên kirin, dek û dolab tên gerandin. Planên cuda hene. Lê belê divê em li dijî van hemûyan bibin yek. Çawa ku li Kobanê me yekîtiya leşkerî pêk anîn, em dikarin yekîtiya xwe ya siyasî jî pêk bînin. Wekî din, em leşker in. Heta ku şer dewam bike, em gelên Rojava leşker in. Ji 7 heta 70 salî em leşker in. Ji me çi tê xwestin em amade ne bikin û em ê bikin."

'EFRÎN Û KOBANÊ YEK E'

Me gotina "Eger pêwîstî pê hebe em ê lingê xwe girê bidin û çeperên xwe neterikînin" ku Eyşe Efendî di dema şerê Kobanê de anîbû ziman anî bîra Eyşe Efendî û wê jî got, "Helwesta me hê jî bi heman rengî ye. Em xwedî heman felsefe û nêrînê ne. Ji xwe gelê Efrînê jî daket meydanan û bersiva xwe da. Belê me li Kobanê gotibû, eger pêwîstî pê hebe em ê lingên xwe girê bidin, lê Kobanê neterikînin. Em heman tiştî îro ji bo Efrînê jî dibêjin. Efrîn û Kobanê ne xerîbê hev in. Em Kurd in. Efrîn, Kobanê û Bakurê Kurdistanê yek in."

'EGER DIJMINÊN ME DIBIN YEK, ÇIMA EM NEBIN YEK?'

Eyşe Efendî banga yekîtiya neteweyî li Kurdan kir û got, "Çawa ku dijminên me li ser mijara Kurdan dibin yek, çima em nebin yek? Lê mixaibin di mijara yekîtiyê de hê pirsgirêkên me hene. Ji aliyê şehîdan, malbatên şehîdan û xwînê ve me her çar parçeyên Kurdistanê kirine yek, lê ji aliyê siyasî ve nekarîne hê vê pêk bînin. Ji bo vê îro firsendên mezin li pêşiya me ne. Eger hinek tevlî vê nebe, ev meseleya wan e. Eger hinek dixwaze li derveyî siyaseta hemû Kurdan bimîne, ev tercîha wan e."