Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ew bi xwe berxwedêrê Kobanê ye, kurê wî jî şehîdê Minbicê

Hannan Alî got, "Di şerê Kobane de em bi hestên hevaltî, hevrêtiyê bi ser ketin. Ji bo tevlî çalakiyê bibe, her kesî li ber xwe dida û her kes rû li ken bû. Cara yekemîn min dît ku ji mirinê natirsim."

Şoreşa Rojava bi taybetî şerê Kobanê, tebîetê jiyanê yên hezaran salî guherand. Yek ji kesên ku bi rengekî kevneşop dest bi jiyanê kir û niha bi rengekî cuda dijî, Hanan Alî ye.

Bi vî rengî qala jiyana xwe ya berî û piştî şoreşê dike: "Jiyaneke me ya ji rêzê hebû. Di karê sondajê de dixebitîm, me av ji bîrê derdixist. Em heyşt bira, sê xwişk in. 38 salî me. Min demeke dirêj xizmet ji tevgera Apoyî re kir. Weke malbat, çawa ku me Apoyî nas kir, bi dilxwazî em tevlî karê wan bûn. Em li navenda Kobanê diman. Ji ber hin pirsgirêkên li navendê, me bar kir gundê Şergirat ê ser bi Girê Spî. Bi qasî bîst û pênc salan em li wir man. Cihê em lê diman, cihekî ku piraniya şêniyên wê Ereb bûn.

Li wê derê jî min xwe ji têkoşînê venegirt. Min karê rêxistinî meşand. Hevalan ez dişandin Helebê, Efrînê. Vî karî bala rejîma Baas kişandibû, ku di sala 1997'an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatim giritn. Bİ qasî mehekê di zîndanê de mam. Gelek îşkence li min kirin, welê bû ku min nedikarî milên xwe bilivînim. Armanca vê îşkenceyê jî ew bû ku li xwe mikur bêm û kar deşîfre bikim. Zîndan di binê erdê de bû. Dem û çax ne diyar bû. Bi şev bû yan jî bi roj bû, ew jî ne diyar bû. Dema tiştek ji min negirt, ez berda. Ji ber ku dema leşkeriyê bû, berî ku biçim malê yekser min şandin leşkeriyê. Piştî leşkerî bi dawî bû, bavê min ez zewicand. Çar zarokên min çêbûn, du keç, du jî xort."

Alî da xuyakirin, ku dema krîzê li Sûriyeyê dest pê kir û di dema Şoreşa Rojava de ew hê li Şergiratê diman û anî ziman, cihê ew lê bûn di destpêkê de ji aliyê artêşa azad, piştre jî ji aliyê El Nûsra ve hat dagirkirin.

Alî got, "Ez aciz bûm ku di nava wan de bijîm" û diyar kir, ku ew di sala 2013'an de vegeriya ye Kobanê.

Alî da zanîn, bav, ap, xwişk û birayên wî li Şergiratê man û ragihand, di pêvajoya pêngavên Şehîd Rûbar Qamişlo û Şehîd Gelhat ên ji bo gihandina hev a du kantonên Rojava de, çeteyan her tiştên malbatê talan kirin û malbat ji ser axa wan derxistin. Alî anî ziman, ku ji ber vê yekê malbat careke din li Kobanê bi cih bû û li Kobanê xizmet ji şoreşê re kir.

Hannan Alî da xuyakirin, ku wî cihê xwe di nava rêxistinbûna meclîs û komînan de girt, her wiha ji bo beralîkirina êrîşên ji derve tên, li çeperên berxwedanê dest bi girtina nobedê kir. Alî li ser derûniya gelê Kobanê ya berî berxwedanê got, "Tiştên ku çeteyên DAIŞ'ê li gelê Şengalê kir, di hiş û mejiyê gel de bû. Komkujî, firotina keç û jinan li bazarên koleyan, di nava gel de rê li ber tirs û fikaran vekiribû."

Alî ragihand, çeteyên DAIŞ'ê dema xwe nêzî Kobanê kirin, timî top li bajêr barandin û got, "Min sê, çar cenaze rakir. Kurê xalê min li nava destên min şehîd bû. Beşeke mezin a gelê berê xwe da ser sînor, ji sînor derbas bû. Beşek jî li ser sînor sekinî. Dema şerê Kobanê dest pê kir, min malbat derbasî Bakurê Kurdistanê kir. Gel û saziyên li wê derê xwedî li me derket. Em li binê konan bi cih kir, bersiv dan pêdiviyên me. Bi vê dilrehetî ez vegeriyam Kobanê. Tişta herî girîng a mirovan, axa mirov li ser dijîn e. Bi min gelekî zehmet bû ku şervanên YPG û YPJ'ê bi tenê bihêlim. Piştî du mehan vegeriyam, nîvê şevê ji sînor derbas bûm. Dema em ji sînor derbas bûn, leşkerên Tirk bi me hesiyan û gule berdan me. Em 30 kes bûn ji sînor derbas bûn, ku di nava me de hem ciwanên Kobanê hebûn hem jî zarokên gelê Bakurê Kurdistanê yên fedakar hebûn. Dema ku derbasî Kobanê bûm, tişta min bihîst û dît, tenê dengê çekan bû. Di emrê xwe de min şerekî ewçend giran nedîtibû. Hin şerê hebû ku me bihîstibû. Lê ezmanên Kobanê dişewitî. Moralê şervanan gelekî bilind bû. Di dilê wan de baweriya serketinê hebû. Min dizanîbû çekê bi kar bînim, lê min nedizanî şer bikim."

Alî destnîşan kir, ku di nava şerê Kobanê de her ku wî şervan nas dikir, nirxên gelekî cuda dinasî, fêhm dikir û wiha dewam kir: "Armancek bi tenê hebû; azadkirina Kobanê û vegera şêniyên Kobanê li cih û warên xwe. Li jora sînor, dema min şerê li Kobanê û rewşa hilweşiyayî ya Kobanê didît, dilê min dişewitî. Kobanê li pêş çavên min ji aliyê çeteyan ve dihat şewitandin û talankirin. DAIŞ'ê ji bo serketinê, ji bo têkbirina Kobanê serî li her rê û rêbazan da. Tevî vê yekê jî dema min israra ji bo azadiyê didît, moralê min bilind dibû. Gelek heval şehîd bûn. Bi canê xwe derketin pêşiya tankan. Kolanên Kobanê bi cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê tijî bûbûn. Ji her neteweyî çeteyên DAIŞ'ê hebûn. Şerekî bi vî rengî di dîroka cîhanê de nehatibû dîtin. Min gelek heval nas kir ku bê destûr ketin nava şer. Min gelek heval dît ku digotin, 'bila fîşek li hevrêya/ê min nekeve, bila li min bikeve' û bi vî rengî tevlî şer bûn."

Alî diyar kir, di şerê Kobanê de ew bi hestên hevaltî, hevrêtiyê bi ser ketin û got, "Ji bo tevlî çalakiyê bibe, her kesî li ber xwe dida û her kes rû li ken bû. Cara yekemîn min dît ku ji mirinê natirsim. Dema ku min şervanên ku bi bedenên xwe bi ser tankên DAIŞ'ê ve diçûn dît, min êdî mirin fêhm kir."

Alî got, "Hewa sar bû, mirov dibetilîn, bê xew diman, lê belê ji bo em bi xew ve neçin, me dev li tiliyên xwe dikir. Carna toz û duman ewçend radibû, mirovan hev nedidît." Alî destnîşan kir, ku roja rizgariya Kobanê roja pêkhatine xewn û xeyalê wan bû.

Alî da zanîn, derketina ser girê Miştenûrê dihat wateya mizgîniya azadiyê ji bo mirovahiyê û got, "Ez bawerim şehîdên me ew alên li ser girê Kaniya Kurdan, li ser girê Miştenûrê hatin çikandin, dîtin."

KURÊ WÎ DI PÊNGAVA RIZGARKIRINA MINBICÊ DE ŞEHÎD BÛ

Hannan Alî anî ziman, ku kurê wî li Minbicê şehîd bûye û got, "Navê rastî yê kurê min Şiyar Alî bû. Dema tevlî nava refên YPG'ê bû navê Fîraz Erdal Zagros li xwe kir. Ev tercîha wî bû. Got ku ew êdî dixwaze bi vî navî bijî. Dema Kobanê rizgar bû min bang li malbata xwe kir, yekser vegeriya. Fîraz dixwest tevlî YPG'ê bibe. Bêguman ez li ber vê daxwaza wî ranebûm. Gelekî kêfxweş jî bûm, ji ber ku YPG cihê lehengan e. Mehek piştî rizgariya Kobanê tevlî bû. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî aliyê Eyn Îsa bû. Salekê li wir ma. Di pêngavên gundan de em bi hev re bûn. Tevî pêngavên Girê Spî, Sirînê, Eyn Îsa bû. Kurê min bû û min rewşa wî meraq dikir. Lewma dema min ew didît, min jê re digot, yekcaran telefon bike. Wî jî digot, 'Bavo wê rewşa wê rêxistin ji te re bêje. Ege şehîd jî bibim, wê haya we jê çêbibe. Min meraq nekin'. Min xwest pere bidim wî. Lê wî ji min re got, 'bavê, ji xwe rêxistin her tiştî dide me, pêwîstiya me bi tiştekî nîne'. Li ser vê yekê min jê re got, 'kurê min, ez bi te piştrast im, ku tu yê serê me her tim bilind bike'. Ji xwe min careke din ew nedît. Di 27'ê Hezîranê de li Minbicê şehîd bû. Bi şehadeta wî re em serbilind in. Di emrê xwe yê ciwantiyê de, di oxira nirxên xwe, şerefa xwe û welatê xwe de şer kir. Ew şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Rêya herî rast rêya şehîdan e. Şehîdan sozên xwe bi cih anîne. Eger bijiya, ez bawerim wê karên hîn mezintir jî bikira. Ew şehîd bû, lê hevalên wî xewn û xeyalên wî bi cih anîn. Niha ji bo xeyalên me herduyan dixebitim."

Hannan Alî ji bo serketina şoreşê niha xizmetê dike. Dibêje ku bi vî rengî ruhê wî hê azad e, dilê wî rehet e. Alî di Komîteya Xaziyên Kobanê de dixebite û dibêje, "Xazî nirxên me yên herî hêja yên zindî ne. Ew şehîdên me yên zindî ne. Ji bo gel, şoreşê û mirovahiyê bedena xwe kirin mertal. Dema ku ji bo wan dixebitin, dilê min rehet dibe, ez aram û kêfxweş dibim."