Evîn Goyî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hat veşartin - HAT NÛKIRIN

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê hat veşartin. 

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara) ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê wergirtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî. Cenaze ji mizgeftê bi karwanê bi sedan wesayîtan birin Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a li Qendîlê.

Bi sedan kes tev li merasîmê bûn. Darbesta Evîn Goyî bi ala PKK’ê hat pêçan. Di meşa heta bi şehîdgehê hat kirin de, ala PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadî Sara Riza, Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak, li ser navê malbatê birayê şehîd Îsmaîl Hacî û xwarziya şehîd Hêlîn Îsmaîl, axivîn. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin bi ser têkoşîna jinê û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk her ku têk diçe, serî li polîtîkayên qirker ên bi vî awayî dide. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd, wê bi pêşengiya jinê bi serbikeve. Em dev ji vê dozê bernadin.”

Gava meş hat kirin û bi pişt re cenaze hat binaxkirin, dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin. Li ser gora Goyiyê soza girêdayîbûyîna bi şehîdan ve hat dayîn.