Evdal: Iraq bi girtina deriyê sînor re nahêle Êzidî vegerin

Hevserokê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Ziyad Evdal diyar kir, ji ber ku Iraqê deriyê sînor ê Şengal-Rojava girtiye, jin û zarokên Êzidî yên hatine rizgarkirin nikarin xwe bigihînin cih û warê xwe.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Ziyad Evdal, li ser gihandina Êzidiyên hatine rizgarkirin ji bo Şengalê û xizmên xwe ji ANF'ê re axivî.

Evdal diyar kir, ew hewl didin jin û zarokên ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin bigihînin xizmên wan, lê belê karê herî girîng berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê ye. Evdal got, "Ji ber ku YPG, YPJ, QSD wan rizgar dikin û radestî me dikin. Hêza ku DAÎŞ têk bir, sembola berxwedanê YPG, YPJ û QSD ye."

'ME BI SEDAN MIROVÊN XWE GIHAND ŞENGALÊ'

Evdal li gorî arşîva xwe, bîlançoya Êzidiyên ji aliyê hêzên QSD û YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin eşkere kir:

"Li ber destê me beşek ji arşîvê heye, lê hejmar ji vê zêdetir e. Hinek ên dema berê hene ku nehatine qeydkirin. Hejmara jinên ku rojên dawî hatin anîn zêdeyî 40'î ye. Hejmara zarokan jî ji 150 zêdetir e. 40-45 ji van zarokên keç in. Ev hejmar bîlançoya şerê li Baxozê ye ku dewam dike. Beriya vê jî hinek yek bi yek hatin anîn û me bir gel xizmên wan.

Di pêngava Minbicê de 50 kes hatibûn anîn û Malên Êzidiyan ew radestî malbatên wan kirin. Bêguman Desteya Jinan a Kantona Cizîrê jî di vî warî de rol lîstin. Bi giştî me 435 jin û zarokên Êzidî gihand xizmên wan ên li Şengalê."

'JI ÇAND Û NASNAMEYA XWE TÊN DÛRXISTIN'

Evdal wiha dewam kir: "Hin kesên hatin rizgarkirin ji ber ku demeke dirêj di destê DAÎŞ'ê de dîlgirtî bûn, bi bandor û îdeolojiya tund a DAÎŞ'ê nêzî bûyeran dibin. Ji ber dîlgirtina 5 salan, bi taybetî zarok ketine bin bandora wan. Di vê mijarê de em bi wan re mijûl dibin. Carna em zehmetiyan jî dikişînin. Zarokên di 6-7 salî de ketine destê DAÎŞ'ê, ji ber ku 5 salan di destê wan de man, li ser Êzidiyatî û çanda xwe tiştekî nizanin. Yên ku hinekî emrê wan mezin e di vîw arî de zûtir dikevin nava civakê.

Berê hinek hebûn ku birîndar bûn û rewşa wan lezgîn bû. Me ew kes birin nexweşxaneyên li bajarên Hesekê û Amûdê. Du jê yekser hatin emeliyatkirin. Dema ku mirov li tiştên bi serê wan ve hatiye guhdarî dikin, mejiyê mirovan disekine."

HEFTEYEKE SÎNORÊ ŞENGALÊ GIRTÎ YE

Evdal da xuyakirin, YPJ-QSD û mala Êzidiyan di mijara mirovên Êzidî yên hatine rizgarkirin de bi hev re dixebitin û ew mirovên tên rizgarkirin radestî Meclîsa Sivîl a Şengalê dikin. Evdal anî ziman, hefteyeke hikumeta Iraqê sînorê Rojava-Başûr girtiye, lewma mirovên hatine rizgarkirin nikarin biçin cih û warê xwe.

Li ser hewldanên xwe yên ji bo vekirina deriyê sînor jî Evdal got, "Me gelek caran daxuyanî dan. Hevalên me yên li Meclîsa Şengalê bi hikumeta Bexdayê re rûniştin, nîqaş kirin lê me encameke erênî wernegirt. Me jî got, 'Eger hikumeta Iraqê deriyên xwe ji van dîlgirtiyên ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin digire, wê demê hikumeta Iraqê bi DAÎŞ'ê re li hev kiriye."

Ziyad Evdal diyar kir, ji vê pratîkê wan dît ku pêwendiya rêveberiyên Başûr û Iraqê bi DAÎŞ'ê re heye û got, "Girtina deriyê sînor tê wê wateyê ku hikumeta Iraqê dixwaze bêje, 'Em civaka Êzidî qebûl nakin û welatîbûna wan nas nakin'.

Ev helwesta ku qebûl nake Êzidî biçin cih û warê xwe, tê wateya 'Em civaka Êzidî naxwazin'. Ji ber vê yekê me ev nêzîkatî red kir û peyamên xwe bi raya giştî re parve kir."