Ev bû 7 sal in di bê derfetiyê de li ber xwe didin

Şêniyên Kampa Şehîd Nazê ya li Serdeşta Çiyayê Şengalê tevî şertên giran ên zivistan û jiyanî qala jiyana xwe ya li bin konan kirin û gotin: “Tevî her tiştê jî em li ser axa xwe aram in.”

Piştî ferman 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî yê li Şengalê, ji ber talan û wêranên li ser mal û milkê gel, şêniyên Şengalê neçar man di bin konan de jiyan xwe berdewam bikin. Gelê ku ji ax û rûmeta xwe destnedayî rexmê derfetên zor û zehmet yên jiyanê ev 7 sal e di nava konan de dijîn.

Şêniyên kampa Şehîd Nazê ya li Serdeşta Çiyayê Şengalê qala jiyana xwe ya tevî şertên giran ên zivistan û jiyanî kirin:

‘DIBÊJIN ‘EM Ê BIBIN ALÎKAR’ LÊ VAYE REWŞ LI BER ÇAV E’

Şêniyê bi navê Faris Şengalî diyar kir ku piştî fermanê ew çûn Şêladizê. Şengalî anî ziman ku ew gelek sipasiya gelê xwe yê Şêladizê dikin ku ji ber di rojên zor de gelek alîkariya wan kirin heya ew hene wê jibîr nakin. Şengalî wiha domand: “Lê ev ax axa bav û kalê me ye. Ji bo wê em hatin ser axa xwe, lê ji ber malên me şewitandin em neçar man ku li bin konan bijîn. Lê vaye hûn jî dibînin ku rewşa me gelek zehmete,  ji ber pêdiviyên pêwist ji me re nakin. Bi taybet Hikûmeta Irak û Başûrê Kurdistanê heya niha ji me re tiştek ne kirine. Ji xwe ve dibêjin; ‘em ê were bibin alîkar yan jî we biparêzin’ lê vaye rewş berçave. Zarokên me hene mirovên bi temen hene serma vir her wiha Havîna vir pir zehmet derbaz dibe, divê ji vî gelî re bibin alîkar. Niha dixwazin tevahî gelê Şengalê bêxin tengasiyê. Ji ber ew naxazin ev gel xweşiyê bijîn. Xweşiya me xweseriya me ye pêkanina ewlehiya me ye.”

TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ JI BER KU LI SER AXA XWE NE SERBILIND IN

Salih Bedel qala jiyana nava konan kir û got:  “Vaye 7 sal e rewşa me wiha ye. Em dixwazin ji vî gelî re tiştek bê kirin.  Carna saziyên civakî yên alîkariyê tên li vir nav dinivîsin; lê em ji derveyê van konên ku despêkê anîne heya niha tiştek ji me re nekirin. Ev sazî tev di gotin de hene. Lê rexmê wê jî ji ber em li ser axa xwe ne,em bi gelê xwe ne em serbilindin. Em li vir bang li tevahi miletê xwe yê li kampan dikin ku werin ser erdê xwe, rast e bê derfetî heye lê em li vir çibikin ji bo me ye. Li wan deran rewşa wan ji ya me zehmetire ji ber zext li ser wan heye, lê li vir em bi vîna xwe bi zarokên xwe re ne.”

‘DIVÊ HIKÛMET XWE BERPIRS BIBÎNE’

Welatiyê din yê binav kê Kutu Reşo yê debara xwe bi sewal vaniyê dike jî got: “Ji bo em bijîn di van derfetên zor de sewalan xwedî dikin. Lê ji me re gelek zor tê ji ber em bê derfetin. Em nikarin li gor pêdiviya ne xwe ne jî sewalên xwe xwedî bikin. Di vê hikûmeta Iraqê xwe berpirsyar bibîne, ji ber em jî li ser vê xakê dijî.”